Nirxên îro şerma dihû ne

Melevan Resûl

Her çerxek û her pingavek pêdawistiya wê bi gotinên hevrêzên ritma dijwarî yan nermbûnê hene , mijara bala min kişandî ser vê babetê di çarçoveya du bêjeyên di kartêkirinê de dijhev – şoreşgerî û bizava demokrasiyê , her çendî di watedariyê de herdu ji hev ne cihê ne , ev herdu bêjeye bi taybet di gotara siyasî ya kurdî de têne xwendin ,
eve bû qasekî demdirêj bêjeya şoreşê bi neyênî dihate xwendin û şerekî bê rawestan li hember wê dihate kirin , heta radeya ku bibû pêkenok û tinaz li ser lêvên şoreşgerên (nûhatî) yên li gora demê saz kirî  , her çendî baweriya min lewaz nebibû jî lê min  ji xwere digot dibe ku serdema şoreşgeriyê derbas bûye û di nava rûpelên sedsala borî de hatiye pêçan û nema ew bi kêra mantelîta moderin dibe .
Lê tu carî min payin nedikir ku xwedan ramanê refor ji nişkî ve veciniqin û di navbera roj û şevekî de li bêjeya şoreşa çekdarî vegerin û wateya gotinê bi qelewî bersiv bidin. ne viya bi tenê , heta radeya ku bêjeya şoreşê li şûna serhildan û rapervaniyê di piratîkê de bi kar tê .
Mixabin ew kesên di paş hawara guran ve hatîn , îro di nivîs û civînan de gotina şoreşa Sûrî ya çekdarî bi kartînin û mafek rewa ji bonî parastina milet dibînin û ez jî wê yekê dirist dibînim , lê pirsa li rû dide û bi sala ye li benda bersivdanê bû , çima ew pêla reşkirin û dijwarî û rikeberiyê li hember şoreşa bakurî kurdistanê dihat û hîna jî tê kirin -her çiqas şoreşa bakur îro şêwe û alavên xebata sivil bi pêşxistiye lê ji helwesta şoreşgeriyê negera ye – heger mebesta me ji xebatê leystina bi maf û gotinê be , bi rastî cihê şerm û daxê ye em serê xwe di ber xwere berdin û çavan berdin jêr û ji nedîtî ve bibînin , ne vêya bi tenê , mixabin ew kesên xwedan hêza veguherînê û xwe dibînin çalak di nava milet de , nikarin rêveberiya malbatên xwe birêve bibin lê ji girseya milet dixwazin da li dûv wan bibin rêz û li çepika xînin .
Gelo serbilindiya me kurdan bi kesayeta me ya ezîtî heye yan bi xabata di nava xwîn û xwihdanê de hatî stirhan de heye ?
Ez vê pirsê tavêjim ber ojdana welatparên kurd , bila em di wê baweriyê de bin ku çi kesên xwe li ber dahola xelkê hilavêje , wê dawî ji govendê biteriqe .
Nirxên miletê kurd hene û wê bimînin , çirîska şoreşgeriyê ne ji bo talankirin û şewata xweza û milete , helbete ronkirin u bicih anîna mafa ye , ji lewre bêjeya şoreşê wê bi şevaq bimîne ,heger ji bonî parastinê be tu cidahî di navbera şoreşa Sûrî û şoreşa miletê kurd e nîne , evêya jî me dighîne asta binavkirina şoreşa kurdî li rojavayê kurdistanê û pêwiste gotin li cihên xwe vegerin û mafê çarenûsa miletê kurd werin dabînkirin û bi beryara gel were misoger kirin .

Şoreş ne tenê di hêza çekan deye , ya rast veguherîna mentelîta teslîmkariyê û newêrekiyê li hember pêla sitemkariya civak û welat dibe , daweşandina ramanê zingare, avakirina civaka demokrasiyê ye , perwerdeya nirxê mirova ye , talankirina ramanê şoven û pişaftinê ye û ji nûve pingav bi pingav avakirina milet welatê azad e .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Sersaxî

Me bi xemgînî koça dawî ya nivîskar û navdarê Kurd Mihemed Emîn Bozarsalan di jiyê 91 saliya xwe de bihîst, bi vê helkefta xemgîn, li ser navê Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê, bi dilsozî û xemgînî, sersaxiya xwe ya germ pêşkêşî malbat, dostên wî, pertûkxane û çanda kurdî dike.

Mihemed Emîn Bozaraslan (15.09.1934- 09.02.2026),
nivîskar, zimanzan,…

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…