cil roj û cil shev

 
Elwan shivan

Cil  roj  û  cil  shevên  newêrek
Bi resh  kûjîya  te  mijûldibûn
Cil  tîr  ji  kevanên   newêrek

Disînga  qamishlokêde  cikizîn
Cil shevên   bê   shevbiwêrk
Cil  shevên   ker   cil rojên  lal
Birêwîtiya tere  meshexet û mihacirbûn
       Mishelê min
Ne shevê kirasê lehengîya te  lixwekir
         Û
Ne rojê  rextê tîkosherîya te li xwekir
        Mishelê min
Shevê  xwe  disparte rojê
Û rojê  xwe  disparte  shevê
Newêrekîya  shev  û  rojê
Helwesta  te   têk  birin
Hêvîyên  te  stewirkirin
Asoyên  te  tarîkirin
Cil  roj  û  hîn  bêhna  xwîna  te  ji  kolanên  qamishlokê tê
Û  hîn  sirûda  te  di  guhê  roj  û  shevê  de  tê  xwendin

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…