Mehrecana 16 de mîn ya helbesta kurdî li Qamişlo hat li darxistin

Qamişlo (welatê me) Di roja 19/11/2011 ê de û bi amadebûna birek ji helbestvan,nivîskar,siyasetmedar,rewşenbîr,xemkêş û evîndarên helbesta kurdî,mehrecana helbesta kurdî ya şazdemîn li mala Seydayê Cegerxwîn li bajarê Qamîşlo hate lidarxistin.
Di destpêkê de,mamosta N.Beyro bi navê komîta amadekar a mehrecana helbesta kurdî ya şazdemîn, xêrhatina mêhvanan kir û ji wan xwest ku tev bi hev re kêlîkî bê deng rawestin  li ser canê xwedanên pênûsên azad û bi taybetî li ser canê têkoşer û ronakbîrê kurdê navdar pakrewanê şoreşa Sûriyê Mişel Temo û herweha jî li ser canê helbestvanê ne ji zûve koçbarkirî, helbestvan Emerê Lelê, yên ku berevaniya peyva azad dikirin ta ku canêxwe yên şêrîn bi merd û mêranî sipartin xakê.
Di peyî re, gotina komîta amadekar ya mehrecanê ji aliyê mamosta Mehmod Sebrî ve hate xwendin. Li destpêkê Mehrecana helbesta kurdî, mehrecana azadiyê , pîrozkir û omîd û hêvî xwestin kû bibe gavek ji pêşdeçûna rist û toreya kurdî û bibe çalakiyek ji bo vejandina toreya kurdî .. û giringî da berdewamiya mehrecana helbesta kurdî û xurtkirina girêdan û têkiliyan di navbera ristevan û mereqdarên helbesta kurdî de. Dîsan sipasiya  her sê kesên ku sala borî di mehrecana pazdemîn de hatin girtin kir û berxwedan û xebata wan di zêndanê de pîroz kir.herweha hêviya lêborînê kir, ji hebûn û peydabûna kêmasî û astengiyan  û xwest ku tev bi hev re bi xebitin ta ku wan kêmasiyan rakin, û diyar kir ku tê gotin:(şevên reş pirin ji mêrxasan re). mamosta di dawiya gotinê de, sipasiya tevaya kesên ku îro di mehrecanê de berhevbûn.
Pişt re, helbestvanan dest bi xwendina helbestên xwe kirin û (27) helbestvanan wê rojê helbestên xwe xwendin,tevî ku navê hin helbestvanan hate jibîrkirin, ji wana navê helbestvan Lazgîn Dêronî û her di nav xwendina helbestan re, navbirek ji sitiranan re hate vekirin û hin hunermend û sazbendan bi sitiran û sazên xweş mehrecan gerim û geşkirin. helbestvanên ku helbestên xwe xwendin evin:
-Rêber Ehmed –(Hêviya Min).
-Ecder Robarî – (22 ê Nîsanê).
-Musa  Oskê Zaxuranî – (Nemir).
– Narîn Omer – (Çemê Dicle).
– Ebdula Gedo – (Ey Kevoka Aşîtî – Ken ji Girî ye).
– Alan û Şevger – (Ez û Tu).
– Baranê Sindî – (Ji Berî Roj Werê Der-Jena Dil-Soz û Peyîz- Hêvî-Salên Xurt-Hevkêşa Dema Nû-Nasnameya Dergehên Girtî-Bilûr Bo Kêr).
– Mehfoz Mele Silêman –(Şev Reş Dibû).
– Husên Tofo – (Di Tarîka Şeva Hicran- Felek Destê Xwe Nadê Kes Belave-Dilo Şêrîn Li Te Mêvan).
– Xoşnav –(Serî Rake Ji Gorê Ey Cegerxwîn).
– Evîn Şikakî- (Evîn,Min Bêriya Te Kir Ye).
– Bavê Rewşen – (Mehrecana Qedexekirî).
– Wecîha EbdulRehman – (Tiliyên Azad).
– Xalid Omer-(Siwarên Kerta Wan Sor).
– Axîn Mîrxan – (Peya Bibe Ji Vî Kaşî).
– Se`id Ferso : hunermen û Sazvan-(Eylê Gulê Gula Minê- Azadî Şêrîn).
– Mişel Osman – (Ez û Dil).
– Husên Ma`emo- (Ez Te Dibînim).
– Seyfedîn Qadirî-(………..).
– Hozan Badilî- (Şoreş).
– Ma`esom Şikakî :sazvan û hunermend.
– Dildarê Mîdî- (Ez Mam Bi Tenê).
– Berhîm Qasim- (Çi Nizanim).
– Ziyad Mendekî – (Kevala Kurdayetiyê).
– Hozan Girkundî- (Dîrok Xwendare).
– Narîn Metînî-(Parestin). berî kû helbestvan Narîn Metînî helbesta xwe bi xwîne da xwiyanî kiri kû helbestvanê herî rast divê bi xwe û hestê xwe re rastb e û ji lewre yê kû danekevê şoreşê ne helbestvan e, ji ware di bêjin (شعراء ما وراء الطبيعة) helbestvanê rast dive dakevê şoreşê, berdewam kir û got: berî niha her tim me xwe didît girêdayî bi navnîşanên derve , lê ez mizgîniyê didim we kû navnîşanek meyî berz û bilind çêbû , ew jî mamosta û rêber miş`el Temo ye. 

 – Xelîl Sasonî- (Gorî Te Bim).

Hêjayî gotinê ye, ku gurzek birûskên pîrozbahiyê gihane destên komîta amadekar,dîsanê hin hatin xwendin û hin jê nehatin xwendin û ew jî evin:
-Mamosta Kesra Cegerxwîn- Siwêd
-Rêxistina Maf Ya mafê mirovan.
-nivîskar û helbestvan Îbrahîm Yusiv-Dubeyî.
– Kovara Gelawêj
– Mamosta Ebdul Qadir Xiznewî- Qamîşlo.
-Mamosta Bavê Zorav
– Helbestvan Diya ciwan-Şam
– Mamosta Awazê Kalo.
– Mamosta Şêrîn gêlo.
-Mamosta Sêwiyê Welat.
– Rojnama Newroz.
– Helbestvan û nivîskar Tengezarê Marînî.
– Dîdargeha Girkê Legê.
– Malpera Tîrêj.
– Malpera Kaniya Sipî.
– Kovara Dilname ya Elektironî.
– Guropa Dêrikê Ya Çanda Kurdî.
– Malpera Welatê Me.
– Koçka Cegerxwîn.
– Mamosta Selah Beyro.
– Kovara Roj.
– Parêzerên berevaniya girtiyên mehrecana pazdemîn kirin.
– Mamosta Mistefa cumi`a.
– Mamosta Şêro Berzencî.
– Helbestvan û lêkolîner Salihê Heydo.
– Baxên Jinên Dêrka Hemko.
– Helbestvan û nivîskar FetHula Husênî-Herêma Kurdistanê.

Eva xwar deqê birûka hêja Kisra Cegerxîne :

Birêzan endamê komîta festival kurdî li Sûriyê
Silav û rêz
Ez ji dil festival helbesta kurdî li Sûriyê pîroz dikim, nexasim ku ev festival ji sala 1993 an di roja koçkirina bavê min 8cegerxwîn) de tê lidarxistin.. û îsal bi min xeş e ku wê di hewşa me de, li ser gora bavê min, ev çalakiya bi nirx bê lidarxistin.. bi rastî ev yek jî cihê kêfxweşiya min e..
Ez ji swêd wê pîroz dikim û çendî bi min xweş bû ku iro ez jî di nav we de beşdar bûma..
Belê madem mamoste konê Reş di nav we de ye wek ku ez bi we re me..
Mala we û mala wî ava be..
Silav silav bo we tev helbestvanan..
Serkeftinê bo we hêvî dikim.
Malbata Cegerxwîn
Kesrayê Cegerxwîn
Swêd 18.11.2011

Dawiyê helbestvanê kurd Xelîl Sasonî bi xelata Mehrecanê hate pîrozkirin û herweha xelata rêzgirtinê jî dane helbestvan Omer Isma`îl û helbestvan Ebdulsemed Bavê Helbest û mamosta Ehmed Isma`îl,ji ber ked û xebata wan di ber berevanîkirina mehrecana pazdemîn de û sizakirina wan bi çar mihên zêndanê.dawiya dawiyê mehrecan bi gerandina şîraniyê re bi domahî hat.

Li dawiya mehrecanê malpera welatê me nerînên hinek helbestvan û nivîskar û rewşnbîrên kû beşdarî hehrecana 16 de mîn bûn, wergirtin :

Dildarê Mîdî: Spas ji komîta amadekar e, mehrecan hinkî paşket , lê derengî , ji tuneyî baştire, ez dereng hatim, ez giham hinekî jê, ez dibînim komîta amadekar xwe pêre mandû kiriye, her hebin û her bijîn.
Wecîha Ebdulrehman: isal ji hemû salan bihtir bi dilê min bû , me bihna azadiyê ji helbesta dikir, berî niha me li deverên girtî de çêdikir, iro me di cadê de çêkir û hiviya me ewe sala bê em li deverin xweştir de çêkin, wek dî jî helbestê hatin xwendi astê wan bilind bû .
Baran Sindî: ev cara yekê ye kû ez tê de peşdar dibim , xelkê hest germ hene, lê bi rastî helbesta bi dem re nîne, mehrecana helbestê bi taybet , ez dikarim bêjim helbestek nû kû ser wargihên nû bi nivîsênin nine, hê me xwe ji helbesta kilasîk xilas nekiriye , helbesteka kilasîkiya şikestî , bihtir dengê kû hêrsa bilind dike , ev ne ya helbestê ye,  ez bi hêvî me kû ev bibê bergihek ji helbesta kurdî kû wek kak Emer ismaîl jî niha di gotina xwe de got kû ji axura û tarîstanê derkevê û berû azadiyê ve herê , ber bi helbesteka xwe bighînê bejna birînên miletê me , bejna hêviyên di dilê miletê me de.
Elî Cizîrî: li destpêkê ez vê mehrecanê li hemi miletê kurd li Sûrî pîrozdikim , li helbestvana li rewşenbîra pîrozdikim, çi yê li hundir , çi yê ji derve , mehrecan bi rêk û pêk e , em hêvîdarin kû ev salên kû bên azadî di welatê me de pêkbê , wê mehrecan xweştir bê .
Narîn Umer : îsal min taybetmendiyek wê dît , yek jê ev rewşa kû welat tê de derbas dibê, ya didiwa kû di mala seydayê Cegerxwîn de pêk hatiye , nêzîkî gora Cegerxwîne, ya siyê ez dibînim kû helbestê hatin xwendin di astek bilind e bûn, ez bi hêvîme kû ev mehrecan herdem serkeftî be û spasiya we dikim.
Evîn Şikakî: ez bawerim îsal gelkî başbû, kû di mala seydayê Cegerxwîn de bû, ya dî derfetek azdiyê hebû , helbestvanan karîbûn bi rengekî azad hestê xwe bidin xuyanîkirin, û helbestê kû hatin xwendin, çi yên kilasîk yan jî yên nûjen, di astekî bilind e bûn  , ji mehrecanên berê gelekî çêtir bû .
Lazgîn Dêrûnî: birastî mehrecana helbesta kurdî ya 16 de mîn, ya bi navê azadiya zimanê kurdî cihê şanaziyê ye û karekî gelkî pîroz e kû ev helbestvan digihin hev , û bi taybetî li ber dergehê mala Cegerxwîn , gelek helbestên serketî hatin xwendin xuyabû kû xwediyê wan xwe di berde êşandina, lê min kêmaniyek dît kû helbest li ser vê şoreşa îro li dare kêmbûn, bihtir li sr warnê dî bûn, min bi xwe helbestek li ser şoreşê amadekiribû, lê nehate xwendin, kesin hene heta di tiştên kû di meselê zanistî de jî wek tiştên di karê partîtî de tê kirin wek dûrkirin, û rexna min li komîta amadekar heye kû çima navê min nehat xwendin .
Miş`el Osman: bi dilxweşî û kêfxweşî me derbaskir, helbestên bedew hatin xwendin, salên bên wê xweştir û zengîntir bin, li dawî ez dikarim bêjim hinek (fewda) hebû .
Narîn Metînî: wek min di gotina xwede got, helbestvanên herî rast bi xwe re, gereke bi demê re be, bi şoreşê re be, ew yê raste , ez mehrecana helbesta kurdî pîrozdikim, û serkeftin û berdewamiyê jêre di xwazim.
Mehmûd badilî: tev kû mehrecan îsal di rewşek taybet re derbas bû, dinava vê şoreşê de , mehrecanek serkeftî bû, pir xweş bû, wek me xwest di bin navê azdiya zimanê kurdî de bi darket, berê me gelek zor û zehmetî didît , îsal bi rengek azad bû , serbest bû, hêviya me ewe kû zmanê kurdî bibe zimanek serbest di hundirê vî welatî de , û miletê me û yê Sûrî bi tevayî bighin armanca xwe.
D. Şiyar : îsal ser êşandin tune bû , li bajarê Qamişlo bi xwe bû, beşdar bi hêsanî hatin bê tirs ne wek salên berê bû kû hatin girtin ser me di wê govê de , ew gova veder dûrî bajara , di mehrecana îsal de em bihna bayê azadiyê dikin , û helbestên hatin xwendin ne wek salên barê bûn , kû karîbûn me bi nerxînin yan jî me hilbijêrin jibû xwendinê , yan jî xelat jiob çaktirîn helbest.  Hêviya me ewe salên bê de em bi rewşek azadtir de kû hemû helbestvanên kurd li hundir û li derve bi civînin û bi rengek ekadîmî bi pêşxînin.
Mehmûd Sebrî: besî meye kû navê wê bibe mehrecana azadiyê , ev sal bi azadiyê hat xemlandin , helbestvan hindiktir bûn lê cûreyên helbestan başbûn , em bi hêvîne kû sal bi sal bi rengek azadtir em mehrecana xwe pêkbînin.
Bavê rewşen: tevlîbûna helbestvanan pir kêmbû, bi nerîna min astê helbestê jî kêmbû. Amadekirin li mala seydayê Cegerxwîn gavek pîroz bû û cihê şanaziyê ye…
Ziyad Mendikî: hinek kêmanî hebûn ji aliyê komîta amadekar de , kû bi mejiyê partîtiyê mehrecan bi rêvedibirin, û hinek helbest ne di astê kû li vir bên xwendin…
Hozan girkundî: ev mehrecana helbestê ye, jibo wilo helbest hey û nehelbest heye, helbestvan heye û nehelbestvan heye, gelek helbest hatin xwendin ne di wê asta kû di mehrecana helbestê de bên xwendin, û wek dî komîta rêvebir li gorî tiştin girêdayî bi partîtiyê de kirin , yanî yê ne heval be û çuqasî helbestvanek mezin jî be, helbesta wî nehat xwendin, em bihêvîne kû ev kêmanî bên rakirin û carên bê bi serkeftîtir be.
 Se`ed Ferso: me demek xweş derbaskir, me ew zehmetiyên sala çiwî ne dîtin , ez vê mehrecanê pîrozdikim, ez wek hunermend her tim ez dixwazim nêzîkî helbestvanan bim , û gelkî başbû kû xelata şanaziyê diyarî Xelîl mihemed Elî bû.
Diljar: ev cara yekemîne ez li mehrcana helbesta kurdî amade dibim, ez dibînim ji aliyê komîta amadekar ve hinek kêmanî hebûn , helbest jî, hinek ji wan ne di wê asta başdebûnê de bûn , gerek bû kû hatiban nirxandin , û ya herî zengîn û baş ew hatiba xwendin , lê çi karê wek vî karî tê kirin cihê pîroziyê û spasiyê ye .
Xelîl Kalo: nerîna min 2 gotinin : astê helbestê nimiz bû , xortin nû hebûn, se`eta wan xweş , gelek helbestvanên mezin hebûn, wek (melevan , bavê Şepal, Yusivê Dêrikê …)  çima ne hatibûn ? û pirs li vir , gelo sedem ji komîteyê bû yan ji wan e , ez kêfxweş bûm kû gelek xortên nû derketin, lê wek dî gelek helbestvanên bi nav û deng li vir bûn lê helbestên xwe ne xwendin !!
Kasî: mehrecan bi serketî bû, bi şêweyekî azadtir bû ji berê, û serkeftinê ji wanre dixwazim.
Mûsa Zaxuranî: berî 2 sala komîteyê ji bo helbesta kilasîk û ya nûjen çend helbest di hilbijartin ji bo xwendinê û ev tiştek şaristanî bû, û ew ya rast bû, kî bi xeyidê yan ne, ne wek îsal her yek hat helbesta wî di berîka wî de bû, gereke xwendina helbesta di riya komîteyê re ba, heger carna komîte ket şaşiya de jî ne gelkî xeme, wê carek din nekevê wê şaşiyê de, wek dî serma û seqem bû û ne rêk û pêk bû, wek ya pêrar.. 
  `ebas: (ji kobanê.. yek Ji endamê komîta amadekar): me wek komîta amadekar, biryar dabû kû em di 29/10/2011 an de li darxin, lê ji ber rewşa welat û cejna qurbanê jî ket ber, me hinkî paşxist, wek ast jî ez dibînim astê mehrecanên berê bilindtir bû, belkî vê rewşê bandora xwe li ser kiribe , vê carê hinek helbestên baş li ser şoreşê hatin xwendin, lê helbestên mehrecanê berê rindtir bûn, ji ber kû dihatin hilbijartin , lê îsal ew tişt nebû.
Dildarê Aştî: carên berê me komîteyek nirxandinê hebû, ew helbestên kû di hatin, pil ji wan re dihat danîn,û çaktrîn helbest xelata xwe distand, piştî 2-3 salan bi wî şêweyî hat kirin, me dît kû têgihştina me ne di wê radeya pêwîst de ye, ji ber vê yekê gelek xeyd çêdibû , xort , helbestvan di xeyîdîn, gelekan di gotin çênabe helbesta me bê nirxandin, yan jî digotin ev kîne yên kû helbestên me di nirxînin , asta xwe li ser komîta nirxandinê re di dîtin, ji ber vê yekê me xwest em vê mehrecanê bikin mehrecanek gelêrî , û li gor rewşa herêmê û rewşa kû welat tê de derbas dibe, me navê wê kir mehrecana azadiyê … helbestên kû îro hatin xwendin , tiştin baş û rêk û pêk hebûn , asta wan ya hunerî başbû û hin jê kêmî wilo bûn , û hinek jê gereke ne hatiban xwendin , lê bi tevayî helbest û helbestvanên kû beşdar bûn navdar bûn, wek dî, helbestvanê kû di komîta amadekar de beşdarbûn helbestên xwe ne xwendin , ji bo destûr bê dayîn ji helbestvanan re.. ev helbestê kû hatin xwendin wên bên komkirin û di pirtûkekê de bên weşandin .. li dawî ez spasiya malpera welatê me dikim kû tim van çalakiya di şopîne, cihê rêzdariyê ye li cem me, cihekî wêyî taybet heye li cem min.  

Ahwara Ako : ez spasiya komiteya bi rêvebir dikim . beşdarbûna helbestvana baş bû, helbestên baş hatin xwendin, hinek kêmanî jî hebûn, gereke vistîvalê rengek dî standiba , beşdarbûna civakî hindik bû , beşdarbûna mêdiya hindik bû, me ne tilfizyonek dît , rojnameyek , kovarek, radiyok me ne dît, tiştek wilo tune bû.. ez gelkî kêfxweşim kû piştî 15 salan ez ji derve vegerim û cara yekê li mehrecana helbesta kurdî beşdar bibim , ez hêvîdikim di salên bên de xweştir be .. asta helbesta kurdî pêşde diçe û helbestvanên me jî pir dibin, helbest dengê me dide xuyanîkirin ji cihanê tevî re …      

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…