Xemgîniya lehengê nemir Mişel Temo

  Ebdulbaqî Huseynî

Di vê behya pîroz de, bi dilekî xemgîn ezê hinekî li ser jiyana lehengê azadiyê Mişel Temo a taybetî rawestim, da ku xelk zanibin, çima hemî mirovên cîhanê xwe li dora cendekê vî qehremanî ve dorpêç dikin.

Bêguman, gotinek pêşiyên kurdan tê holê dema ku dibêjin: ”Mêr dimre nav dimîne”, û wisa Temo navekî giranbuha bi dûv xwe de hişt, û vaye li seranserî cîhanê ronî dide. Ev roniya ku ji ked û xebata dehên salan ji jiyana Temo ve hatibû deranîn.
Xebata wî a bê sînor, ku her dem dîmena welat û gelê kurd li ber çavên wî bû, ewî hemî demên teng û frih de li darbû, tu rojê ewî gazin nekir û ne got ez ji vê xebatê mandûbû me, digel ku ew mirovekî ji malbatekî dewlemendbû û jiyana wî a aborî biserketîbû, li hestên wî herdem bi gelê wîyî belangaz re bû.
Temo di her kêlîkê de bi êş û azara gelê xwe mijûldibû, ji ber dizanî evî gelî çendî ji layê rêjîma Sûriyê a nejatperest ve hatiyê çewsandin. Li ser gelê xwe qet qebûl nedikir, loma ewî da ku kurd bi azadiya xwe şad bibin xwe kire qurban.
Temo jî tevlî kerwanê şehîdên Kurdistanê û herwiha şehîdên niştimaniya Sûriyê dibe, bêguman cihê mirovên mîna vî qehremanî bûhişta sermediye.
Temo wekû hevalekî min, sê tiştên balkêş û hevbeş me dighande hev, ku ew jî evin:
1. Xema welat û hevalbendiya çepê kurd,
Demek dirêj partiya ”Hevgirtina Gel” em hembêz dikirin, dema em di yek refî debûn ji hevaltiya partîtî, dema ku xebat û tevgera siyasî med diçivand, li vir ez dikarim bêjim ku Temo tuçarî hedan nekete jiyana wî a siyasî de, wî ji temenê 18 salî destpêkir ta koça-dawî ku canê xwe spart banê gerdûn.
2. Zimanê kurdî û toreya tar û mar,
Evê kêşeyê hemî hişmendiya me dibir, Temo wek hemî xortên nifşê xwe, baweriya wî bi nivîsandina zimanê kurdî ve dihat, ewî belavokek bi navê ”Stêr” a partiya ”Hevgirtina Gel”amededikir û berpirsê wê bû. Min û Temo gelek caran berhemên toreyî û çandeyî berhevdikirin û di ”Stêr”ê de belavdikirin.
3. Gul û çîçekên deşta Cizîrê, me dighandin hev, ji ber ku em herdû endezyarê çandinyê bûn, kar û konfrans û gelek civînên zanestî me bi hev re dişopandin.
Di sala 1998 de, dema min biryara xwe da, ku ezê ji welat koçber bibim, min ji Temo xwest ku were cem min mal, da ku hin pertûkên kurdî ên toreyî ji pertûkxana min ji xwe re bibe. Temo hat û 5-6 pertûk ji xwe re hilbijartin û gote min; ”dosto, kengî tu zîvirî welat ezê van pertûkên te li te bizîvirînim”. Ewî dizanî çendî pertûkên nivîskaran li cem dilên wî ezîzin, loma ev gotin got.
Hêjano, di vê xemgîniyê de, di vê behya pîroz de, mirov birûmet serê xwe li ber bejna Temo a bilind biçimîne, û bi dengekî dilovanî bang dike canê wî û dibêje: Mirovên weke te li vê jiyanê û di vî demî de kêmin, de razê hevalo bi wî cendekê xweyî birîndar û koça xweyî dawî, lê belê bizanibe hevalo ku canê te, hizrê te û name te li vire, di nav dost û hogirên te de ne, ne miriyê, zindiye!
Oslo 13.10.2011

Şanik: Ev gotin di şeva behya (e’za) wî de bi navê Revenda Kurdên Sûriyê li Nerîc hate xwendin. 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Wergera bo erebî: Dr. Mihemed Ebdo Necarî

Wergera ji erebî bo kurdî: Fewaz Ebdê

Bi lêvegera Dr. Necarî

EZ JINEKE HINDÎ ME

Ez ew kes im ku rêzê li xwezayê digirim.

Ez ew kes im ku bi agir re direqisim.

Ez ew kes…

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…