ÇAR MELYON MIŞEL

 
Mizgîn Hesko

Ji bo Şehîdê kurda Mişel Temo
Û dayê……
Li bejna xwe kir
Xemla şînê
Bi qêrîn û hawar
Dilê min…..
çar melyon Amîreyên êşê
Awazên sozdarî
Dijenîn e.
Û dayê….
Li serê xwe kir
Apriyeke yek rengî
Bi lîlelîl
Porê min ….
çar melyon biskên xelek
Bîn ember in
Tev Mişel in

Îdî……hew dikarim bigrîm
Û çav ….

Bê viya min
Hêsran dibarînin
( vê firqetê ebter kirin    feryad ji destê firqetê
jar û zeyf û zer kirin       feryad ji destê firqetê )

Û dayê…….
Ji dastana evînê
Dîse…Memek
Di heyecana işqa te de
Sergovend
Alaveke vêketî…..xuro pêdarî
Kawayekî nuh….. aştî karî
Di cotmeha çinînê de
Darhinar
Û Qamişloka min
Bûye pêt û ar
Bandike keç û kurên xwe
Xortno….werin civînê

Û Rojavayê min
Bi yek dengî dilîlîne
Darbesta Mişelê xwe
Bi kulîlkan dixemlîne

Berbi asoyên vejînê de
Bîna endeko
 hilma neştumanî
dergûşa nûbarekî nuh
dihejîne

û dayê ……megrî
hêsrên te
buhan e
hêsrên te
çavê sûriyan bi girî ve kirin
zevî…zevî   
kolan ..kolan
în û şemî geriyan
ji bo Mişelê te
baxek gul anîn û rist kirin.

7.cotmeha 2011 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...