M. Temo: tovê jiyanê û nîşana yekîtiya kurdî

Dr.Zara Salih

Bêguman kuştina pakrewanê nemir û hêja M.Temo bi destê rêjîma Al asad ya xwînmij û dictator, bûyera herî nexweş û xemgîn bû sebaret gelê kurd li rojava. Lê weke berî vê demê şêxê şehîdan M.Alxeznewî  gotibû:( heger win bixwazin şehîdên xwe bi bîr bînin, gereke win mirinê biguherin û bixin jiyan ), loma vê buyera berz  derî vekir bo gelek xalan:
Yekemîn xal ku xwe tênê ziman, ku kurd weke bizav û millet qelenê wê tertûbelakirinê didin û ta roja îro nikarîbun yekîtiya xwe bighînin serî, ta ku karibin xwe bi parêzin ( kuştina xebatkar M.Temo nimûne ye ), çiku heger kurd yekdest bana, helbet wê rêjîma Sûrî destê xwe dirêjî nûnerên kurda ne kiriba. Pêwîste me sûd girtiba ji kuştina Ş. Maşûq û axaftinên wî div ê derbarê de, tevlî ku kurd yekîtiya xwe diyar dikin di rojên tengasiyê de, lê ew zû jibîr dikin ( ma gereke ku her û her em dibin çewsandinê de bimênin ta ku em tim yekbin???).

Xala duyemîn ew e ku pirsa kurdî di hundirê Sûrî de, derbasî bernameya guhertinê buye, nexasim piştî qelenê lehengê kurd M.temo û giringiya beşdarbûna kurdan div ê şoreşê de, ku hate zanîn giranbuna rola kurdan, loma gereke kurd hayedarbin li vê rewşa nû û doza xwe bi mêranî diyar bikin û berevaniya wê bikin bi rêya yekîtiya xwe û beşdarbuneke xurttir di hundirê xwepêşendana de. Pêwîste em xwîna şehîdên xwe bi arzanî ne berdin, jiber wê rêjîm dest bi kuştina gelekan ji kurdan bike.

Loma rikberiya erebî jî agahdar buye ku ti guhertin pêk nayên heger miletê Sûrî tev beşdarî vê serhildanê nebin, nemaze gelê kurd , yê ku xwedî giraniyeke mezine di vê pêvajoyê de, û ew beşdarbun wê deriyê bidestxistina mafê kurdî bêne ziman, jiber ti kes mafê te nadê te, heger ti bixwe doz neke û bistîne.

Îro roj heger kurd bixuazin xwedî li şehîdên xwe derkevin, berî her tiştî yekîtiya xwe pêk bînin bê şert û merc, û derî li ber dijmin bigrin.

Û pêwîste ku li pey doza şehîdên xwe bikevin û wan armancên pîroz bighînin dawî, jiber ku dem derbas dibe û ev fersende nû û serhildana gelê Sûrî bi tevayi yek ji xewnên milletê kurd bû, ku ew jî bighêje azadiya xwe û bibe xwedî par di rewşa Sûrî ya nû de.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…