Birînên te gul bûn


Mehmûd Badilî
                            (ji rewanê Miş`el Temo re)

çipeçipa xwîna te
bi ser mermerê
dilê min yê xemgîn de
valahî ji tîna navê te vêxist
pê re rewanê min yê vemirî.

şikestim..
di pêlên bêhna teyî koçber de
vêketim..
jan û şoreş
di pêjna kuştina te de.
birînên te rapelikîn damarên min
tiliyên min ji min ketin
û hêsirê min bi xwîna te re
qîriya.
hejiya dil..
û gund û bajarên te
pijiqîn çavên neyaran.
birînên te gul bûn..
di cendekê te yê sar û vêketî de
birînên te gul bûn..
gulên bi awirê min re diaxivîn
sor digernijîn
sor diqîriyan
sor digiriyan
û helbest di henteşa oxira te
porê xwe bi ser pakrewaniya te de
kur dike
geh bigirî
geh bi şoreşê vêdikeve.

8/10/2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Marîna Tsvêtayva
Werger ji Rûsî : Bessam Mer’ê

Ji her erdekî
Ji her asmanekî rabikêşim.
Çimkî lêristan dergûşa min e
Çimkî lêristan gorna min e.
Çunke li ser vê erdê,
Tenê li ser yek piyî radiwestim.
Û ezê ji te re goraniyan bibêjim
Her wekû kesî pêştir goranî ne gotibe!
Ezê te ji hemû deman
ji hemû şevan
ji alên zêrîn
Ji şimşîran birevînim.
Û…

Fewaz Ebdê

Ez ti carî wê sibehê jibîr nakim.

Çaxê rokê bi dizî tîrêjên xwe davêtin navtarên Niqare, weke ku nedixwest wê şiyar bike û qerebalixa rojane nebihîze: banga keleşêr û qidqida mirîşkan, barrîna sewêl û borrîna çêlekan, û kûçikên ku di wan sikakên teng de pey pisîkan diketin….

Mehmûd Badilî

Di demek herêmî û navneteweyî ya gelekî aloz de, General Mazlûm Ebdî du erkên bingehîn destnîşan dike ku wekî bernameyeke siyasî qonaxî xuya dikin, lê di bingehê de ev herdu erk encama sedsaliyekê ji xwestekên gelê Kurd li Sûriyê ne:

Yekem, bi cihkirina rêkeftineke destûrî bi hikûmeta Sûriyê ya…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…