Helbest u Vidyo

NÊÇÎRA GÛMANAN


  Heybet MAMO

Li bayê bezê… li rêya hêviyan…

gotinek dest vekirî dibin siha
xewnekê de tîpên xwe cihê kirin
Dem rast li havîngeha kêfxweşiyekê bala min kişand
Ewê gavê çend pirsên nediyar çavdêrî tirsahiya min bûn
hawîrdorî mêyîtiya min guneh barandin
Bi kuve !?
hey navmaliyê bajarê virokeyan ….
 li ser pira qederê
hêviyên westiyayî bi tengala tazîbûnê xistin
kêfxweşiya sar… tewan bar pişkiya
De were û poşman nebe .
Li her bajarî xêzên lepan têne xwendin
Li ser pişta her rêyekê şopa sitemkarekî dimîne
hemî sirgongeh sirûda poşmaniyê di bêjin
Ne ner li min zayîna min lê hatin bû
her dema ku min nîvê gotinekê nasdikir nîvê din
ji bîra min diçû .
Li şûna nîvê ji bîrbûyî wêneyê xapînokekî çarçove dibû …  
dîmenê qeşmerekî bi rêzaniyê xuya dibû
Berî mirina dûr bûnê biyaniya kêfçî çarîkekê bû mêvanê min .. min di xwest ku bi zanibim li warê min çi tê gotin çi tê pîvan
Li şûna min çi tê xwendin çi tê kolan
De were û poşman nebe ku tu neyê civan

civanê wê şevê ew şeva ku em bi hevre bendewarê nêçîra gêmanan diman .

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…