Hate we

Xelîl kalo

Îro siyaseta me kurda ya fermiya bi navê tevgera partiyên kurd bê helwest û viyana siyasîye .  anku weke carcaran kurd di metelokên xwe di bêjin , ne li hote û ne li bote, wî li diyarê belote ,”hot û bût du gundin li kurdistana bakur ew jî cinarê hevin” eve rastiya siyaseta me kurdan di rojên îro de ye li hemberî rêjîma basên sûrî , ku em ne hevrikin û ne hevbendin , her yek ji me bi awayê ku ew tê parastin û berjewendiyên wî têk naçin  hewlwesta xwe diyar dike , ci partî yan  jî kes. Eger evbin bijartiyê gelê kurd bera em li ser xwe bigirîn û xweliyê bi serê xwe de bikin.
Niha û divan demên germ de,  ku xwîn li bajar û bajrokên cada sûrî di herikê ,  siyaseta me kurdan ya fermî bê helweste di aliyê rêjîma bas de û di hemen demê de beramberî bizava cada sûrî , biteybet hemberî  xortên kurd , tênê  tevgera xortên kurd li hin bajaran xwe bi şêwekî çalak dide pêş, li mixabin  ew jî hîn lawaze bistî /6/ miham ji xwepîşandanan .ti sedem nînin ku perpirsyarên siyaseta kevina kurd bê helwestin be û dijatiya cada kurd dikin , ne ku wê rêjîma bas wê xwe serrast bike yan jî wê guhartina di siyaseta xweyî hindur de bike û bi taybet di alîyê mafên kurd û dîmuqresiyê de  . na …tenê ew di tirsin ku rêjîma bas were rûxandin û başî  ew jî wê pêre herin  û ev jî ya raste .

Ev goman her roj pirdibin ku tevgera partiyên kurd li ser erdî vê rastiyî didine xuyakirin ,hin bi daxuyanî yan jî bi civîn û civatên işkere ku li vir û wir têne li darxitin tenê dibêjin emê dawa mafên xwe bikin , ma me çi ji sikaka erebî ye ,bi vî gotin û helwestê weke bibêjin : emê weke salên berê xebata xwe bikin û haval hevalên berê, li vir hêjaye gotinê ku me /50/ salî xebata wilo me kirdi bin siha vê rêjîmê de , me tiştek bi ser nixist . bere îşkere bibêjin  em alîgirê rêjîmêne baştire  ji xap û fûtan , ji ber gelê kurd gihiştiye vê rastiyê ku ew xarkinbikin , yan jî barbikin va  hate we  , çûna wan misokere bi çûna rêjîmê re .

xkalo58@gmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…