Rijêm dirûxe yan bi ser xweve tê (2)

Melevan Resûl

Serokê koridnasyona welatên Ereban Nebîl Elerebî heta vêga xwedan helwestek şermoker e û hêviyên xwe ji rijêma Sûrî nebirrî ne , çavlirê ne ku reformên çareseriyê ji layê desthilatê ve werin kirin , her weha dewletên alîgirê rawestandina pevçûnan û serhildanên heyî , di nava bazarê de tev digerin û di bawerya min de ewe ku temenê rijêmê di vê demê de dirêj bibe û derfetên mana desthilatiyê berdewam bike , sedema wê jî ewe ku hîna opzisyon nexwedan hêze , hêza berbiçav tenê partiya birên misilman e , hewldan hene ku wê ji kovîtiyê kedî bikin , lê hebûna wê di nava civaka Sûrî de lawaz e .
Di her halî de pêwistî bi xebatek ciddî heye , hemû rexên serhildêr , partî , hevrêzên Sûrî yên xortan û partiyan û saziyên civaka sivîl , rewşenbîr û beşên civakê yên hemereng , sandîka û kesayetên dilsoz , li rizgarkirina welatê Sûrî mijûl bibin û projeyek li gor demê di sazkirina dewletek sivîl û demokrat heye , hemû beşên civakê xwe di navê de bi bandor bin û hemwelatiya wan were parastin ji mafên kesane û komikî bi şêweyek fermî .
Ji berê de hatiye naskirin ku maf têne standin yan têne dayin ?
Em ne di welatek gerdenazad de dijîn da ku di riya guftûgoyê û dibin banê parlemento li hev bikin da mantelîta tepeseriyê ji ramanê xwe bavêjin û kesên şirîkên xwe bi sanahî bi pejirînin ,  çimkî ramanê azad pêdawistî bi kesayetek azad heye , di seranserî rojhilat de kesayeta mirovane hatiye rûxandin , heta bi kesên lîbral û radîkal hîna di bin bandora ramanê pişaftinê de dijîn , aha goman di virde ye , nexwe wê çareserî çawa çê bibe ?
Fere ku em di du astan de xwedan rêbaz bin , yek jê di hêla navxweyî de ( civaka kurd ) û di asta welatiyê de ( netewa Sûrî ). Di qûnaxekî de siloganek ji hêla tevgera siyasî de hate hildan ji bonî yekbuwîna gotara kurdî di bin banê beryargihek berpirsiyar , ango lidarxistina kongirek netewî , ew jî beryarek di cih de bû , lê hino hino goman têk çûn û xewna me firiya , nakokiyên dijwar derketin di navbera partiyên siyasî ji hêlekî û rewşebîr û xortan û kesayetên serbixwe de , na partiyan û ne beşên din nekarîn pî li cegerên xwe bikin û berjewendiya netewî bidin pêş ji lew bang seqet maye û heta vêga hîna daleqandî maye , eve jî cihê xengîniyê ye , gelo ma dibe ku av ji bin me biherike û em bi bêvila hev ve bimînin û li ser mijarên demborî rikeberiyê bikin !!!!?.
Di baweriya min de ev derfeta li rûdayî zêrîne û dema qizinckirina mafe ( heta qunaxekî ) lê heyf û mixabin em ne wekî kêmnetewên di Sûrî de jî hîn nebûne xwedan helwest , nimûne çawa Dirzî , xiristiyanî û …. Di nava xwede ketine bazara li hevkirinê û hinek pêkhatin ji paşeroja xwere dikin , heger hat û çi guherîn li rû bidin ew jêre amade ne , heta radeya xwebiçek kirinê jî amade ne , ji mafê her kêmnetew hebûna xwe di vê qûnaxê de biparêze , heger rijêm birûxe yan li dar bimîne .
Bi keserek tije kul ez li gotina nemir Ehmedê xanê divegerim : heger me hebû ya itîfaqek  …………

Dîsan jî ez di nava bêhêvîtiyê de namînim û baweriya min bi netewa kurd heye ku xwe ji nûve ragire û bibe xwedan beryar , helbete wê ev banga min bighîje partiyan û beşên civakê yên corbecor û omîda nequrmiçînin û pî li cegerê xwe bikin û berjewendiya milet di ser bazarên kesayetî de bigrin , heger ew nebe bawer kin wê rol ji bêhelwestiyê re nemîne û seyr nemînin heger di şeqaman de milet dijûn û sixêfan bibarîne , ka çawa serhildêrên Sûrî banga ruxandina rijêmê dikin , eynê wê siloganê wê li dij partiyên kurdî û kesên refor û bizdonek û xemsar re were gotin û pîvan ji binî ve werin guherîn .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…