Çi ji me tê xwestin

Huşyarê emerê lalê

Di hundurê va guhertin û bûyerên dibin li hawîrdorê me gelo ka çi ji me tê xwestin ku em bikin  ??!!!!!!..di vê çarçoveyêde  da  em di meydana kar û xebatê de li gor hebûna xwe bêne xuyakirin  da kesên derdora me hêviya ji me bikin û em weku  jimarek sereke bêne xuyakirin di nav ref û çînên derdora me de  ji ber ku em jimarek serekene heger em yekbin

Eve demek dirêje li gor tê gotin ku dan û sitandinên kurdî tevayî çêdibin ji bo avakirna kongirek netewî yan vegergehek  kurdî , ev tiştek başe lê ta niha bê encame
Ji ber hestyariya vê qûnaxa nuh ji me teva tê xwestin ku em hêzek berfireh çêkin bibê sêwan û mala kurda .
Çêkirna kongirek niştîmanî  pêwiste  ji tiştê  herî serkebê di vê qûnaxa nuh de ev qûnaxa ku ji me teva tê xwestin çi partî yan siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr ,xortên çalak , kesayetî ,ku em bi tevayî bê layan mala kurda avabikin hevdû qebûl bikin li hevwerin , eve /50/ sale em ykîtiya bizava kurdî dibhîzin, ne bes bê encam maye lê belê  ji partîkî bûne /13/  partî ger ne bihtirbin gelo çima ??!!!!!!!!
Deka werin bersiva vê pirsê bidin yan jê guhertink dîrokî çêkin û bibin hêzek sereke di nav opozisyona sûrîde, dem hatiye divê em mifayê jê werbigrin , ger tirên bûrî em nema dighinê ji ber ku tirên ji sala /1923/yan de ji rêkeftina lozanê de ji me bûriye  dema Etaturik hin kurdên xwefiroş birin (usbet elomem) bi xapandin gotin 🙁 em misilmanin em birayê hevin em ti Dewletên kurdî naxwazin ) ji ber ku rêkeftinnama Sîver mafê kurda eşkerekiribî lê piştî gotinên van kesên xwefiroş rêkeftinnama Sîver guhertin û ya Lozan bi karanîn .
Ev /90/ sale tirên ji me bûriye  nehêlin vêcarê jî bibûrê ji ber ku serketina  kongir  yan hêzek kurdî serbixwe û berfireh ji hemî hêzên milet pêk werê destê medeye em dikarin bihêlin serbikevê  û em dikarin xopan jî bikin .
Ta ev hêz ….ev kongir ….ser bikevê pêwiste li ser bingehekî   kudayetî  ava bibê ne li ser bingehekî partîtî bê û kesayetî bê .
Gotin valene  ger gotin nebê kar ji ber ku em ji gotinên vale bê hêvî bûne , her yek ji me li civatekî di simînarekê de li şevbiwêrkekî  de wê gotinên xweş û qelew bêjê wê gotinên aqilmenda bêjin kes gotinên nexweş û yê dîna yan hova na bêjê ,deka werin em van gotinên xweş bikin karek bi encam me nema gotin divin em gavin karîger dixwazin ji bo bizava meya kurdî çalak û karîger bibê da em bibin nimone  jimarek herî xurit di meydana van guhertina de da hêza me yekbê biryara meya siyasî yekbê daxwaz û hêviyên me yekbin rêveberya me yekbê .
Ger em ne wehabin emê neghin ti hêvî û armanca emê bê hêzbin kes ti hêviya jî wê ji me nekê .
Dem hatiye xortên çalakvan pirin nehêlin xortên me weke xortên Tonis û Misrê bikin ku bizava siyasî li paş xwe hiştin û rijêmên welatê xwejî guhertin bi singek rût û bi durişmên azadiyê ew rijêm herifîn û tişta divin dikin ji ber ku hêzin li ser hevin , ti hêz nikarin hêzê milleta bişkînin , bûyer mezine û nuhe divê emjî li gor vê bûyerê hebin û mezinbin gavin dîrokî giring bi hevre bavêjin li gor hebûna mebê dûrî ezîtî û zikreşiyê bê maf û kurdîtî ew giringbin dem hestyare bûyer mezine , ez bawer nakim ku em ne yekbin  û yek hêzbin ku em bikarin vê berpirsyariya dîrokî em bikin ya ku dikevê sitûyê mede ku em hilînin li hember milletê xwe  .
Gor tê xuyakirin di van kongirê ku çêbûyîn li tirka û hundur de jî oposizyon ne ji rijêmê çêtire bila em vê yekê baş bizanin ,bi taybetî yên li derve dijîn  oposizyona sûriyê kesin ne hêzin bi dehê salane li ewropa dijîn lê tevî vêjî hê şofînîne baweryê bi mafê gela û dimuqratiyê naynin ,lê yên di hundirde û xortên çalakvan em bi wanre ne birayê mene lê yên ji derve dixwazin liser pişta va xorta û li ser xûna gel desthilatdariyê bigrin lê nikarin û wê nekarbin , em li hember tiştek ne diyarin çi ji me tê xwestin weku bizava kurdî ku em bikin da em bi karin xwe û milletê  xwe biparêzin li hember van guhertinên lezgîn encama van şoreşa ?!!
Divê û pêwiste em yekbin da oposizyona erbî nekaribê me bidê alîkî û mafên me li gor mejyên xwe yên şofînî  bi din me di sûrya nû de .
Binêrin tirk çi dikin îran çi dikê dijminê hevin lê li hember doza me yekin de ka em çi bikin …??!!….. her kurdek bila vê pirsê ji xwe bikê………????????

    6/8/2011   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…