Arjen ArîGelo, serdema ku nivîskar û rewşenbîrén qewmé jérdest, én ku waré wan parî parî, axa wan bi postalén reş û paletén tenqén* rûhebeş her bihust wekî qajik té cûtin; daqulî qevirekî bibin û di dagirkerén xwe werbikin, li paş ma?
Sed heyf; li tevî dozgerén ku weşana kurdî peyv bi peyv dişopînin, kesekî negotibû ‘ ew é han çi dibéje’?
Tiştekî sembolîk be jî; té gotin, ku Edward Seîd di dema ku zarokén întîfadayé, ‘generalén biçûk’ én Yaser Arafat ku li artéşa dagirkerén xwe mîna ‘teyren ebabîlen’ hatibûn xezebé, di seredaneké de ew jî radihéje kevirekî û di héla Îsraîl werdike!
Kevirek kare çi bike ji hézedesthelatén dagirker én mîna eyloyekî baskreş welatek xistibin bin per û baskén xwe û li ser termé axa wî bûbin teyrén berete?!
Lé kevirek, kevirekî ku ji desté rewşenbîrekî derkeve û seré polisekî bişikîne, bawer im bi qasî tékbirina arteşekî di qada şer de, dé kartéker û xwedî bandor bûya li ser raya giştî a hundirîn û a derveyî…
Dîsa jî, kevir-nameya ku ji desté romannûsa héjayî rézé Oya Baydar deketî, héjayî bû ku nivîskarén kurd jî bi ‘kevirén’ peyva kurdî bibin ‘keviravéj’!
Baydar, bi nameyeké be jî ‘kevirekî’ di serokwezîr û desthlata îroyîn werdike, ji ber newérekiya wan a di biwaré çareserkirna pirsa sereke,pirsa kurd de!
Li gorî wé jî, rayedarén ku 80-90 sal in bi tirsa ku dé welaté wan dé were peçekirin, di her delîveyé de- digel ku tégehén wekî demokrasîyé, mafé mirovan, dewleta dadwer-wekî qajikekî pûç dicûn- ji bedéla ku nexşeriyeké deynin ber xwe û li ser maseyeké li gel kurdan rûnin; wekî her hikumeta rişmé desthelaté xiste destén xwe, ev hikumet jî dixwaze di heman dolabé de heman résî bigerîne…
Ji roja ku Tevgera Azadiyé biryar da ku qada demokratîk vala nehéle, û ‘pirsé’ bi riya parlamenterén hilbijartî hilgire parlamentoyé û bi vir de, çi hate guhertin?
Wé demé jî – heta ku li péşberî çavén dinyayé parlamenterén kurd xistin erebeyén toros û beré wan bidin zîndanan- di her bernameyé de pirsek ji wan dihat kirin: PKK terorist e, an na?
Êéé…niha?
Niha jî – bi taybetî gotinén serokwezîr én di şîvdayîna malbatén şehîdan de, ‘yén ku vebirkeké/mesafeyeké nexin navbera xwe hinén din (ji mesafeyé mebest PKK û Parlamenterén Eniya Kedé ne- dé bi tişta ku li héviyé ne rûbirû bibin’; ma ne wekî pirsa berî niha bi 20 salan ku ji parmenteran dihat kirin e?
Piştî Remezané Xweda ji me û wan re mezin e!
Eşhedûbilleh, Xweda mezin e.
Xwedayé mezin zane kî zalim e kî mezlûm e?
Û Xweda, ji zaliman béhtir yé mazlûman e, bawermendé Xweda!
Peyva péşiyén ereban a ku hinek dibéjin peyva Nebî ye, bînim bîra te:
El kufr yiddewim, zilm mayidewim!*
*kufr didome,zilm nadome!
17/08/2011/A.Arî







Şîrove (0)