
Yasîn Hisên
Amûdê
Erê…Erê…Qamişlokê
Qamişloka rengîn…ûzanegîn
Tu beşekî biçûk bû ji mezin ji giyanê min…
Peymanên teres…yeko yeko hatine rêsandin
Da te bikin bûka min î bi tenê…
Tu dizanî ku nisêbîn bi têlên xweyî rêsayê bi ser te digiriya…
Tu dizanî ko hilma evêna Memê ji Dêrikê tê…
Xuşka Amed û Amediyê…
Mîna mendalekî xwe Mêrdînê re paye dike…
Koban…ma tu dizanî tu sitran û dastana sirûcê bê xew e…
Efrîn…tu carî gotin têra wê nakin…
Aniha…hilmeke din…gaveke din
Wê ba û Bavê Felkê bên
Dibê ku bêjin:” bilind e bejin û bala te”.
Wê Arifê Cizîrî bike qêrîn: ” lê lê wayê”.
Cihê govenda û civînê…
Dibe ku em bibin semayeke xwedawendî
Û li pêşiya zavayên te xwe li ba bikin…

Şîrove (0)