Helbest u Vidyo

HEY LO MîRO

 
 Dilêrê Kurd
 
Mîr Celadet Bedirxan   
Mîrê min .
Mîrê mîran .
HEY LO MÎRO .
Mîr Celadet Bedirxan .

Roj hilat û ma dilahî .
Mat bê deng bû .
Bê pêjin bû .
Bi hatina te .
Gerdûn lê bû ronahî .
Bû helkeftin .
Bû cejin .
Çar hawîr bû xweşî û şahî .
HEY LO MÎRO .
Hatina te .
Mizgînî bû û mujde bû .
Ji Kurdan re .
Hêvî û armanc .
Bi xwe bû .
Doz û daxwaz .
Pêşketin û azadî bû .
Rizgarî û serfirazî .
Bi dest te bû .
HEY LO MÎRO .
Millet bi pêşwaziyek germ .
Te himbêz kir .
Kirin govend .
Kirin dîlan .
Keç û xort .
Bi şabaşan û bi nav têdan .
Kal û pîr jî .
Didan halan .
Tevan bi hev re digotin .
Lêxin bavê min lêxin .
Pehniyê solan li erdê xin .
Sol qetiyan pînan lêxin .
Pîne ji bêrîka şêxin .
HEY LO MÎRO .
Xelatek bi te re bû .
Te ji me re anî .
Diyarî bû .
Pir sipehî bû .
Giran buha û bi nerx bû .
Elîfbêya Kurdî bû .
Bi bingeh bû .
Bi binyad bû .
Tev bi tîpên latînî bû .
HEY LO MÎRO .
Em winda bûn .
Tar û mar bûn .
Bi dîtina te me xwe dît .
Me xwe nas kir .
Ew nêrdewana te danî .
Em tev pêve .
Rapelikîn .
Hilkişiyan jor .
Çûn asîmanê banî .
Gihiştin dibistana Feqê Teyran .
Herîrî û Cezîrî û Ehmedê Xanî .
HEY LO MÎRO .
Tu bû sitûna wêjeyê .
Li gerdûn û li Botan .
Li Adeyê .
Tu find û çira û fener .
Tê bimîne .
Ji her nifşî re .
Lêveger .
Li ber çavan tê keleh be .
Diyarok be .
Simbol be .
Nayê ji bîr kirin .
Tê sermedî be .
Li her warî .
Li her cî be .
Ta hebe gerdûn û cîhan .
Ta hebe jiyan .
Hebe Kurd û Kurdistan .
Mîrê min .
Mîrê mîran .
HEY LO MÎRO .
         Mîr Celadet Bedirxan .
         …………………………………….
                                             Dilêrê Kurd
                                           15 – 7 – 2011 Z
                            Bo bîranîna şêst saliya koçkirina ..

                            Mîrê mîran Mîr Celadet Bedixan .

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…