60 Saliya Mîr Celadet Bedirxan Li Qamişlo

   Di roja 15.07.2011 an, roja oxirkirina mîr Celadet Bedirxan de, wek wefadarî û rêzgirtin ji giyanê wî re, beşek ji rewşenbîr, nivîskar û helbestvanên Kurd ev roja oxirkirina wî a berî 60 salî li bajarê Qamişlo bibîr anîn, vejandin û her yekî gotinek derbarî mîr Celadet û ked û westandina wî di ber ziman û ferhenga Kurdî de anîn ziman.

Piştî ku min bi têr û tesel kurtiyek ji rojên mîr Celadet Bedirxan yên dawî li Şamê şirove kir û rola herdû kovarên wî Hawar û Ronahî di pêşketina wêjeya Kurdî a nûjen de anî ziman û ji beşdaran re da zanîn.. Helbestvana Kurd Diya Ciwan çend gotinên balkêş derbarî mîr Celadet Bedirxan gotin..
Di pey re mamoste Selmanê Heso bi navê kovara Gulistan spasiya nivîskaran kir û giringiya xebata malbata Bedirxaniyan di ber Kurd û Kurdistanê de anî ziman..
Mamoste Abbas îsmaîl wiha got: Bêguman mîr Celadet ronî geşe di asîmanê Kurdistanê de.. Karîbû zimanê Kurdî bi tîpên latînî têxe nav rêza zimanê cîhanê de.. Em ked û xebata wî jibîr nakin.. Em serê xwe ji navdariya wî re ditewînin..
Nivîskar û lêkolîner Xalis Misewer: Niha mîr Celadet stêrek ronak û geş e di asîmanê wêje û netewa Kurdî de û diçirise.. Niha û piştî niha jî wê rewşenbîr û torevanên Kurd çavên xwe li ber çirûsk û tîrêjên vê ronahiyê veqelêşin û dinav gulistanên wêjeya Celadet de ravedin û ji kaniya berhemên wêjeyî bi tîpên latînî wek Hawar û Ronahiyê ava jiyana netewparêziyê û rewşenbîriya Kurdî bi eşqeke sofî hilmerêsin..
Helbestvan Taha Xelîl: Piştî ku spsiya beşdaran kir, doza lêkolînên nû li dor fikir û ramanên mîr Celadet kir..
Mamoste Mihemed Îsmaîl: Bi navê kovara Gelawêj spasiya nivîskaran kir û giringiya Bedirxaniyan bi tevayî û Mîr Celadet Bedirxan bi taybetî  anî ziman..
Nivîskar Elî Cizîrî: Wî jî giringiya mîr Celadet Bedirxan di pêşketina zimanê Kurdî de anî ziman û spasiya serkirdên vê îranînê kir..
Mamoste Sîzer Kasikî: Bedirxanî wek stêrek geşin di asmanê Kurdistanê de, cihê rêzgirtin û hirmetê ne..
Nivîskar û lêkolîner Xalid Cemîl Muhemmed: Celadet Bedirxan bi zanîn dergehê nivisandina kurdî ya bi rêk û pêk vekir, lewra ew bi roleke mezin di warê ziman û rêzimana kurdî de rabû. Dîrok jî kêm caran kesin weha dertîne, ji ber ku yên welat perwer û dilaşewatên ser milletan ne bi hêsanî peydadibin, êdî girînge em her li wan xwedî derkevin, û wan bi bîra xwe bînin da rûpelên jiyana me bi navên weha ciwan û hêja dewlemend û spehî bibin, bêtin xemilandin..
Celadet Bedirxan û malbata wî tev çiraxin vêketî reya miletê xwe yê kurd ronî dikirin, ew li serkeftina kurdayetiyê, ne li berjewendî an navdariya xwe digeriyan, ji lewra hêjaye em serê xwe bi wan hildin, û serê xwe li ber gewrehiya bîranîna wan daxin û bitewînin.
Helbestvan Dildarê Mîdî: Spasiya bikaranînên vê bîranînê kir û got pêwîste her sal em wan bi bîr bînin..
Nivîskar Siyamend Îbrahîm: Bi navê xwe û navê kovara xwe Aso çend gotin ji bîranînên xwe bi apo Osman Sebrî re anîn ziman û spasiya tev kesên ku beşdar bûne kir..
Mamoste B. Sefîn Mîranî: Ev bîranîn wefadariye ji dîrok û xebata mîr Celadet Bedirxan a zengîn û rengîn bi karê Kurdayetî bi her cureyên xwe ve..
Helbestvan Bavê Helbest: Wî jî spasiya tev kesên ku beşdar bûne kir..
Nivîskar M. Reşîd: Wî jî giringiya ku rewşenbîrên Kurd wiha roj bi bîr bînin anî ziman..
Dr. Mesûd Dellî: Spasî kir..
Mamoste Xoşnav: Spasî kir ..
Welatparêzê Kurd Bavê Şivan
Mamoste Derwêşê Xalib: Mîr Celadet Bedirxan kiye? Bêguman ew kesê, ku her roj dikeve bîr her nivîskar û rewşenbîrekî şêwegirê Kurmancî.. Mîr Celadet neviyê mîrê Botan Bedirxanê mezin e, heger zordariya dewleta tirkî Bedirxanî tar û mar kirin, lê Celadet bi xebat û tekoşîna xwe bû rêberê hemû Kurmancan û riya zimanê wan pêş wan kir..
Helbestvan Mehmûd Badilî: Derbarî bîranîna zimanzanê giranbiha mîr Celadet Bedirxan ku îro bûye dibistan û bingeh bo miletê kurd bi tevayî û di pêşiyê de zimanzan û nivîskar û helbestvanê Kurd.. bi hêvîme ku ev bîranîn bibe destpêk bo nivîskarên Kurd li Sûriyê ku em di vê qonaxa dîrokî de derbarî guhertinên ku niha çêdibin xwe bikin yek di bin sîwanekê de û em tev xwe bi ser hev din..
Helbestvan Dilêrê Kurd: Helbestek dirêj bi navê (Hey lo Mîro) xwend..
Jixwe gotina PIRS ya ku niviski ji me re hatibu, deqa wê li jêr e:

Xwişk û birayên rêzdar…
Li destpêkê, di bîranîna 60 saliya koçkirina zanyarê gewre, hîmdarê Alfabeya Kurdî ya latînî Mîr Celadet Bedirxan de, bi rêzdarî em serê xwe ji rewanê wî yê pak û dilsoziya wî ya bê sînor re diçimînin.
   Bêgomane ku rola Mîr Celadet Bedirxan di geşkirina zimanê Kurdî de roleke erênî û berbiçav e, her û her wî di kovarên xwe Hawar û Ronahî yê de, ji xwendevanên zimanê Kurdî xwestiye ku ew li zimanê dayika xwe xwedî derkevin, hîn bibin, pê bixwînin û binivîsin û bidin xwendin. Di vî warî de, divê em ked û cefa Mîr Kamîran Bedirxan jî ji bîr nekin, çawa ku wî jî du kovarên zengîn û hêja bi navê Roja Nû û Stêr weşandine, nivîskar û helbestvanên Kurd ên navdar ên mîna Seydayê Cegerxwîn, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Qedrî Can, mele Ehmedê Namî…hwd rûpelên wan bi berhemên xwe yên ciwan û giranbuha xemilandine.
   Piştî 60 salî ji koçkirina Mîr Celadet, îro, bi milyonan Kurdên welatparêz xwe hînî zimanê xwe kirine, bi dehan malper, pirtûk, Kovar, rojname, roman, dîwan, helbest û çîrok pê çapkirine û weşandine, wêjeya Kurdî dewlemend û rengîn kirine, ango rewşenbîr û nivîskarên me yên payebilind, dane ser şopa Mîr, zimanê xwe hembêz kirine, wêje û kelepûra gelê xwe parastine.
   Hêvî û omîda me di kovara PIRSê de ewe ku her û her ala zimanê Kurdî bilind bimîne, ji ber ku zimanê me nasnama me ye, zimanê me hebûna me ye, erk û ustubarê me hemiyan e em wî biparêzin û pîşve bibin.
   Li dawiyê, ji hemî dezgehên zimanê Kurdî re, ji hemî rewşenbîr û hezkerên zimanê Kurdî re rêz û silav, û ji giyanê mîr Celadet Bedirxan re gurzek gulên bînxweş û rengîn.

Helbestvan Mûsa Zaxuranî:
Kaniya zanînê ew çavên te ne
Dîtina te dide zanîn mîr hene
Zimanê me li ber wî karê te kin e
Heyv dibêje Celadet mîrê min e
Şam bihabûye bi wê gorna bilind
Di şeva Şamê de ew gor bûye find..

Hêjaye gotinê ku ev cara pênca ye wiha bîranîn bo mîr Celadet Bedirxan li Sûriyê têne lidarxistin; Cara yekemîn herdû hevalên wî yên Kildoaşûrî Yûsif Melek xwediyê rojnameya (Esra: Welat), û Avokat Mensûr Şalîtta ji dadgeha Bostun li Amerîka, tev tev şînneme û gotinên derbarî mirina mîr Celedet Bedirxan di pirtûkekê de dane hev û di sala 1952ê de çap kirin. Ew pirtûk wek bîranîna mîr Celadet Bedirxan a yekemîn tê naskirin. Di sala 1953 an de, roja 15 tîrmehê de careke din bi alîkariya van herdû camêrên Kildoaşûrî bîranîna wî li Şamê di mala destbirakê wî Hisên Beg Îbiş de hat li darxistin. Cara sisyan kebaniya wî Rewşen Xanim pirtûkek di bin navê (Çen rûpel ji wejeya kurdî), wek bîranîna mîr Celadet çap û belav kir.. Cara çaran me rewşenbîrên Sûriyê 40 saliya oxirkirina wî li Qamişlo bibîr anî, di roja 11ê tîrmeha 1992 careke din me bîranîna wî û 40 rojiya oxirkirna kebaniya wî Rewşen xanim Bedirxan li Qamişlo bibîr anî û ev cara şeşa ye ku mîrê mîran, mîrê rewşenbîriya Kurdî a nûjen di sûriyê de tê ibîr anîn, silav li giyanê wî bin. Di dawiye de min spasiya herse kovaran(Pirs, Gelawej, Gulistan u Aso ) kir..

Konê Reş
Qamişlo, 16.07.2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…