Di roja 15.07.2011 an, roja oxirkirina mîr Celadet Bedirxan de, wek wefadarî û rêzgirtin ji giyanê wî re, beşek ji rewşenbîr, nivîskar û helbestvanên Kurd ev roja oxirkirina wî a berî 60 salî li bajarê Qamişlo bibîr anîn, vejandin û her yekî gotinek derbarî mîr Celadet û ked û westandina wî di ber ziman û ferhenga Kurdî de anîn ziman.
Mamoste Abbas îsmaîl wiha got: Bêguman mîr Celadet ronî geşe di asîmanê Kurdistanê de.. Karîbû zimanê Kurdî bi tîpên latînî têxe nav rêza zimanê cîhanê de.. Em ked û xebata wî jibîr nakin.. Em serê xwe ji navdariya wî re ditewînin..
Nivîskar û lêkolîner Xalis Misewer: Niha mîr Celadet stêrek ronak û geş e di asîmanê wêje û netewa Kurdî de û diçirise.. Niha û piştî niha jî wê rewşenbîr û torevanên Kurd çavên xwe li ber çirûsk û tîrêjên vê ronahiyê veqelêşin û dinav gulistanên wêjeya Celadet de ravedin û ji kaniya berhemên wêjeyî bi tîpên latînî wek Hawar û Ronahiyê ava jiyana netewparêziyê û rewşenbîriya Kurdî bi eşqeke sofî hilmerêsin..
Helbestvan Taha Xelîl: Piştî ku spsiya beşdaran kir, doza lêkolînên nû li dor fikir û ramanên mîr Celadet kir..
Mamoste Mihemed Îsmaîl: Bi navê kovara Gelawêj spasiya nivîskaran kir û giringiya Bedirxaniyan bi tevayî û Mîr Celadet Bedirxan bi taybetî anî ziman..
Nivîskar Elî Cizîrî: Wî jî giringiya mîr Celadet Bedirxan di pêşketina zimanê Kurdî de anî ziman û spasiya serkirdên vê îranînê kir..
Mamoste Sîzer Kasikî: Bedirxanî wek stêrek geşin di asmanê Kurdistanê de, cihê rêzgirtin û hirmetê ne..
Nivîskar û lêkolîner Xalid Cemîl Muhemmed: Celadet Bedirxan bi zanîn dergehê nivisandina kurdî ya bi rêk û pêk vekir, lewra ew bi roleke mezin di warê ziman û rêzimana kurdî de rabû. Dîrok jî kêm caran kesin weha dertîne, ji ber ku yên welat perwer û dilaşewatên ser milletan ne bi hêsanî peydadibin, êdî girînge em her li wan xwedî derkevin, û wan bi bîra xwe bînin da rûpelên jiyana me bi navên weha ciwan û hêja dewlemend û spehî bibin, bêtin xemilandin..
Celadet Bedirxan û malbata wî tev çiraxin vêketî reya miletê xwe yê kurd ronî dikirin, ew li serkeftina kurdayetiyê, ne li berjewendî an navdariya xwe digeriyan, ji lewra hêjaye em serê xwe bi wan hildin, û serê xwe li ber gewrehiya bîranîna wan daxin û bitewînin.
Helbestvan Dildarê Mîdî: Spasiya bikaranînên vê bîranînê kir û got pêwîste her sal em wan bi bîr bînin..
Nivîskar Siyamend Îbrahîm: Bi navê xwe û navê kovara xwe Aso çend gotin ji bîranînên xwe bi apo Osman Sebrî re anîn ziman û spasiya tev kesên ku beşdar bûne kir..
Mamoste B. Sefîn Mîranî: Ev bîranîn wefadariye ji dîrok û xebata mîr Celadet Bedirxan a zengîn û rengîn bi karê Kurdayetî bi her cureyên xwe ve..
Helbestvan Bavê Helbest: Wî jî spasiya tev kesên ku beşdar bûne kir..
Nivîskar M. Reşîd: Wî jî giringiya ku rewşenbîrên Kurd wiha roj bi bîr bînin anî ziman..
Dr. Mesûd Dellî: Spasî kir..
Mamoste Xoşnav: Spasî kir ..
Welatparêzê Kurd Bavê Şivan:
Mamoste Derwêşê Xalib: Mîr Celadet Bedirxan kiye? Bêguman ew kesê, ku her roj dikeve bîr her nivîskar û rewşenbîrekî şêwegirê Kurmancî.. Mîr Celadet neviyê mîrê Botan Bedirxanê mezin e, heger zordariya dewleta tirkî Bedirxanî tar û mar kirin, lê Celadet bi xebat û tekoşîna xwe bû rêberê hemû Kurmancan û riya zimanê wan pêş wan kir..
Helbestvan Mehmûd Badilî: Derbarî bîranîna zimanzanê giranbiha mîr Celadet Bedirxan ku îro bûye dibistan û bingeh bo miletê kurd bi tevayî û di pêşiyê de zimanzan û nivîskar û helbestvanê Kurd.. bi hêvîme ku ev bîranîn bibe destpêk bo nivîskarên Kurd li Sûriyê ku em di vê qonaxa dîrokî de derbarî guhertinên ku niha çêdibin xwe bikin yek di bin sîwanekê de û em tev xwe bi ser hev din..
Helbestvan Dilêrê Kurd: Helbestek dirêj bi navê (Hey lo Mîro) xwend..
Jixwe gotina PIRS ya ku niviski ji me re hatibu, deqa wê li jêr e:
Li destpêkê, di bîranîna 60 saliya koçkirina zanyarê gewre, hîmdarê Alfabeya Kurdî ya latînî Mîr Celadet Bedirxan de, bi rêzdarî em serê xwe ji rewanê wî yê pak û dilsoziya wî ya bê sînor re diçimînin.
Bêgomane ku rola Mîr Celadet Bedirxan di geşkirina zimanê Kurdî de roleke erênî û berbiçav e, her û her wî di kovarên xwe Hawar û Ronahî yê de, ji xwendevanên zimanê Kurdî xwestiye ku ew li zimanê dayika xwe xwedî derkevin, hîn bibin, pê bixwînin û binivîsin û bidin xwendin. Di vî warî de, divê em ked û cefa Mîr Kamîran Bedirxan jî ji bîr nekin, çawa ku wî jî du kovarên zengîn û hêja bi navê Roja Nû û Stêr weşandine, nivîskar û helbestvanên Kurd ên navdar ên mîna Seydayê Cegerxwîn, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Qedrî Can, mele Ehmedê Namî…hwd rûpelên wan bi berhemên xwe yên ciwan û giranbuha xemilandine.
Piştî 60 salî ji koçkirina Mîr Celadet, îro, bi milyonan Kurdên welatparêz xwe hînî zimanê xwe kirine, bi dehan malper, pirtûk, Kovar, rojname, roman, dîwan, helbest û çîrok pê çapkirine û weşandine, wêjeya Kurdî dewlemend û rengîn kirine, ango rewşenbîr û nivîskarên me yên payebilind, dane ser şopa Mîr, zimanê xwe hembêz kirine, wêje û kelepûra gelê xwe parastine.
Hêvî û omîda me di kovara PIRSê de ewe ku her û her ala zimanê Kurdî bilind bimîne, ji ber ku zimanê me nasnama me ye, zimanê me hebûna me ye, erk û ustubarê me hemiyan e em wî biparêzin û pîşve bibin.
Li dawiyê, ji hemî dezgehên zimanê Kurdî re, ji hemî rewşenbîr û hezkerên zimanê Kurdî re rêz û silav, û ji giyanê mîr Celadet Bedirxan re gurzek gulên bînxweş û rengîn.
Helbestvan Mûsa Zaxuranî:
Kaniya zanînê ew çavên te ne
Dîtina te dide zanîn mîr hene
Zimanê me li ber wî karê te kin e
Heyv dibêje Celadet mîrê min e
Şam bihabûye bi wê gorna bilind
Di şeva Şamê de ew gor bûye find..
Qamişlo, 16.07.2011

Şîrove (0)