NEXŞÊ JÎNÊ


EMER ISMAÎL

Cenge îro agire , van rihdirêjan gur dikin
Pîle pîlanin dihûnin , xwîna sore fir dikin

Lewlebazin , ceng berazin , sîxuran xurtir dikin

Li welatê rojhilat , sêwiyan ew pir dikin
Ev hezar sale rijêmin her di zorin ser gelan
Nexşê jînê kir ne pîrepind li çavan wer dikin

Kerb û kîna van dumuhran kevelê min tê birîn
Hebs û zindane cihê min , roja min wenda dikin

Ez bi rêkeftim li waran her dipîvim bost bi bost
Ev welatê şîn û şahî , lê tixûban reş dikin

Rêça min şop û gihora şêrgela ne ser çiyan
Her tu cengê j` me dixwazî , lê bi aştî kar dikim

Awirên min çavxizalin , ser çiyan dil sipî dikin
Awirên te yên Guran e dev ji xwînê sor dikin

Qada min tev de dikolin , jê dizê her zîv û zêr
Miletê min birçiye , zarok ji nêza qîr dikin

Ev miletê serbilind îro li çolan der bider
War guhastin bê serî , çûne li Zorava ketin

Bûne sêwî û perîşan in ser delavê qeşmeran
Şev û rojê d`hilweşin , kar û xebatê j`bîr dikin

Eve daxwaza rijîmê vî gelê min bid`ne paş
Maf û armancan nehêlin , çav li ber deryê mezin

Kundê kore l` çar kinara wa dixwînê şev û roj
Ziwa dikin qada me îro , gul ji tihnan va mirin

Gund û bajar kir`ne kavil kaniyên me ziwa dikin
Gawirin îro dizorin vê buharê qirdikin

Bakurê min nale nale , êş û jan va lê civîn
Hilgirin barê xwe îro , dest bi dest kurd perwerin

Bavê Kemal im dibêjim : miletê min raperî
Îro cenge werne qoşmê vê xebatê nû bikin

Vegerin warê xwe îro ey gelê kurdê lehing
Mergê Rovî reve her dem Şêr ji waran narevin

Bimînin darê çinara her li wara serbilind
Zîrevan bin tev li qadê nexşê jînê nû bikin

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…