Li Zagrosan

Arjen Arî

Hûmayûn im seré çiyé weten e
Gerdûné seyr dikim,her der çemen e
Na mal heye ne milk ne jî saman
Ku ez bimrim per û baskê’m kefen e*

Hemedanî’yé ‘per û bask kefen’  bi zimanekî re wéjeyek jî  bi per û bi bask kir, û çû!
Ew çû, lé wî çarînin wisa ‘pirrperî’ û ‘baskfere’ li dû xwe hiştin; îro jî hestén merivî  li ser çengén teyré helbesté siwar dikin û beré meriv didin ger û geşteke ku tehm li ser zimané merivî bimîne, meriv jé térnebe!
Wéjeya ku bi saya seré serkeşén wekî Ûryan mil dispéré hîmé hezar sal berî niha, di şert û mercén zortund û dijwar de, geh di nava sînorén mîrektiyekê de bi serberzî, geh li xewletgehén xef  û xewlecî bi  xetkéşiyeke ku îro jî dilé merivî bibijîne xwe…û  geh jî ji ax û xwîner û péaxivén xwe dûr, li biyanistanén sar bi dillerizîna zarokekî sava xwe bi piyan xist û bi berhemén ku îro her yek stûnek e, avahayî peyva kurdî ragirt, û wekî perestgehek be ew parast!
Her nivîskar ‘pastar’ekî zimané xwe ye.
Ew, vé ‘peywir’ û ‘pastariyé’  béyî ku destûré ji hinekan bixwaze; mîna leşkeré di şerekî de rahije ala aldaré li erdé ketî,  peyva ku diviyabû ala wé li bané gerdûn hatibûya daçikandin;  bi her berhema nû bilindtir dike, berztir dike.
Rûspîkerén wéjeya ku heta dûhî berhemén wé yén zimanî ji sedî heşté helbestbûn; îro li der li hundir ‘seffarén’ rûspîker én romana kurdî ne..
Di Festîvala Gelawej de piştî ku Zahir Rojbeyanî  babeta xwe ya li ser romana kurdî li bakûr péşkeş kir, ez rabûm û min wekî tébinî-agahiyeké ev got: Çar xelekexakén romana kurdî hene: Qafqasiya, Rojhilat, Başûr û biyanistan…
‘Bav’é romana kurdî  kî dibe bila bibe; îro zarokén ku bi her şéweyé li ‘bavé’ xwe zéde dikin,hene.
Li vir béyî ku di babeta romané de ‘zédegaviyeké’ bikim, ez é raste rast dagerim ser navé romannûsekî nû: Mahabad Felat Arda.
Wekî nivîskarekî ne nasraw be jî, wî bi romana xwe ya yekem Zagros û Zerdeşt, ji weletekî dûrî welaté xwe, bi romana xwe pé li axa welaté  xwe kir.
Jixwe; nivîskarekî ku kurd be û welaté xwe neke welaté romana xwe, heye gelo?
Wekî kes Mahabad çendî dûrî me be jî; tişta ku pé re jiyaye û li doré qewimiye; rûdanén di mal, malbat, civat û welét de mîna yekî ji me û di nava me de be; dibîne, dijî û péşkéşî me dike.
Heke hûn jî bixwazin derkevin réwîtiyeke  ré ji ber we windabûyî, hûn dikarin romana Zagros û Zerdeşt wekî nexşeriyeké deynin ber ber xwe û beré bidin heza di navbera du birayan: Zagros û û Zerdeşt de.
Di dawiya réwitiyé de di şiveriyeke çiyayén wî welatî an jî li newaleke kurr  hûn li mirina  birayekî bi desté birayî; Zerdeşté  bi desté Zagros hatî kuştin rast werin, ji bîr mekin ku birakujî hé jî birakuj e li ser van erdan:
Keleşa zerdeşt hîn di dest de bû, lé beré namlûyé édî li erdé bû.Agir bi sînga wî ketibû û xwe berî nava laşé wî dabû. Ji bo nekeve, pala xwe da zinér û li nav çavén péşmerge nihérî . Péşmerge di cihé xwe de sar bibû. Hîn keleşa wî di desté wî di desté wî de û beré namlûyé li Zerdeşt bû, lé ew jî ketibû şoké, nedizanî çi bike. Zerdeşt hew li ber xwe da û li ser çokén xwe ket erdé, keleşa wî ji desté wî ket,tenişta wî hîn li zinér bû. Péşmerge mîna ku ji xeweke kûrr şiyar bûbe, hat bîra wî ku keys a Zerdeşt bû, lé wî  ew nekştibû. Qirînek pé ket:
–Hey waaaxxx li min, min çi kir!**

*Baba Tahir,Wergera S.Kara

**Zagros û Zerdeşt, Mahabad F.Arda,Wş. Lîs,2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…

Emel Hesen

Serok û serkêş Pêşmerge ye
Xak û weten Pêşmerge ye
Al û netew Pêşmerge ye
Sûnd û peyman Pêşmerge ye
Berz û bilind Pêşmerge ye

Rêbaza Gel Pêşmerge ye

Şoreş û milet Pêşmerge ye
Ceng û ceper Pêşmerge ye
Eylûl û Golan Pêşmerge ye
Mahabad û Koban Pêşmerge ye
Kurdistana sor Pêşmerge ye

Raperîna Gel…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Sûriya ȋro qonaxeke veguhêz ya hestyar derbas dike; qonaxek ku piştî guhertinên siyasî yên mezin û kûr hatîye sazkirin û rastiyeke nû derxistiye holê ku pêdivî ye deriyȇ guftȗgo ȗ diyalogȇ li ser şêwazȇ dewletê û paşeroja saziyên wê were vekirin, ku di serȋ de Encȗmena Gel tê, ku yek…