Newroz a we pîroz be û bila serê malbata cewher namiq sax be

Îbrahîm GUÇLU

Heval û Dostên Hêja,
Min, îsal, Cejna Newrozê, li Başurê-Rojavayê Kurdistanê pîroz kir. Salên buhurî jî – salek na – min hemû Cejnên Newrozê li Bakurê Kurdistanê pîrzo kirin. Li Başurê – Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê Newroz pîroz kirin, xwediyê ferqek mezin e. Li Başurê-Rojavayê Kurdistanê, Kurd, bi dehan salan e ku bi hev re û civakî û kîtlewî/cemahîrî Newrozê pîroz dikin. Îsal jî Cejna Newrozê li Başurê-Rojavayê Kurdistanê bi rengîn hat pîroz kirin; monopola îdeolojîk û elîtîk li ser cejna Newrozê tune bû. 

Hezar mixabin Li Bakurê Kurdistanê, cejna Newrozê wek cejnek gel ne, wek cejnek elîtîk, îdeolojîk, grubek siyası di bin qanûn û pîvanên otorîter/milîter de tê meşandin. Li Bakurê Kurdistanê xuyayê ku îsal jî di vê rewşê de guhertinek pêk nehat. Ez hêvîdar im ku salên bê di vê statuyê de guhertin pêk bê.
 
Bi vê têbiniyê ez Newroza we pîroz dikim. Ez hêvîdar im ku di Newroza bê de miletê me, Newroza xwe li hemên beşên Kurdistanê di bin desthilatdarî û hikumeta xwe de pêroz bike.
 
Serkeftina û bextewariya we dixwazim.
 
                           *****
Newroz, ji bona neteweya kurd hîç şik tune ye ku rojek pîroz, dîrokî, hêja ye. Ser sala nû ye. Destpêka biharê ye. Newroza 2011-an di heman dem de ji bona miletê kurd bû rojek xemgîniyê jî. Lewra Roja Newrozê dostên hêja û şervanê miletê Kurd Cewher  Namık Selîm li Swêdê çû ser dilovaniya xwe.
 
Cewher Namiq Selîm, endam û pêşmergeyek kevn yê Şoreşa Kurdistanê û Partiya Demokrat ya Kurdistanê Iraqê ( PDK a Iraqê)  bû. Wî, di PDK a Iraqê de di sewiya Buroya Siyasî de jî berpirsiyarî girt ser milên xwe û wî di heman dem de sekreteriya Buroya Siyasî ya partiyê jî meşand.
 
Ew piştî hilweşandina Otonomiya Kurdistanê beşdarî avabûna Komîteya Muwaqqet ya PDK a Iraqê bû.  Ji bona ku Kurdistan rizgar bibe, ji gelek bizav û tevgeran re serokatî û serleşkerî û pêşengî kir. Di sala 1991-an de di rizgarbûna Hewlêrê de rolekî girîng lêhist. Ew, di sala 1992-an, hilbijartina yekem û dîrokî ya Kurdistanê de bû parlamenter û di heman dem de bû serokê Meclîsa 1-emîn ya Kurdistanê. Serokatiya wî ya meclîsê heta sala 1999-an dom kir. Wî di sala 1999-an de dev ji partîbûnê berda û xebatên xwe yên kurdewarî, serbixwe meşand.
 
 “Di 1999-ê de ji karên siyasî vekişiya û vegeriya Swêdê. Ev demek e ji ber nexweşiya kanserê tedawî dibû û di demên dawiyê de li nexweşxaneyê hatibû razandin. Di hilbijartinên derbasbûyî yên Kurdistanê de nevê wî bi hevkariya li ger Gorranê derket lê wî berbijêriya xwe ya ji bo vê tevgerê nîşan neda û ew neket hilbijartinan.
 
“Endamê PB-ya PDK-ê Cafer Îbrahîm ragihand ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û rêberiya PDK-ê di wê mihaweleyê de ne ku di zûtirîn wext de cenazeyê Cewher Namiq bê şandin Kurdistanê û bi merasimeka şayeste ya partî û dewletê ew bê veşartin.” (NET-KURD)
Gelê kurd û rewşenbîrên kurd, li hemû beşên Kurdistanê ji Cewher Namiq Selîm gelek hez dikirin.
 
Ew şervanekî doza Kurdistanê û serleşkerekî bi navûdeng bû.
 
Ew rewşenbîrekî gelek hêja bû. Wî ji bona pirsgirêkên girîng yên cîhanî û Kurdistanî gelek nivîsarên naverokdagirtî nivîsandine.
 
Miletê kurd serok û şervanekî xwe yê lêheng, rewşenbirîya kurd rewşenbîrekî xwe yê zanyare, azad, serbilind, rastegot wenda kir.
 
Bila serê miletê kurd, malbata wî, dost û hevalên wî sax be.
 

Başûrê-Rojavayê Kurdistanê / Qamişli, 22. 03. 2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…