Jenosîd û Şehîdên Qamişlo

 GABAR ÇIYAN

Binavkirina peyva ”jenosîdê” nû ye. Lê dîroka ”qirkirin û ajotina etnîkî têra xwe kevnare ye. Weke mîsal, dagirkirina erd û xaka xelkên din û qirkirinên ku ji aliyê Împaratoriya Osmaniyan ve li dijî komên etnîkî hatine pêkhatin îro jî dibe mijara gelek civînan. Îro jî êşa di rûhê wan de didome. Pirs bi azadî nabe cihê niqaşan. Di şûna ku navendên sucdar dilê kesên mexdur xweş bikin, şaşîtiyan mehkûm bikin û lêborînê bixwazin, helwestên berevajî nîşan didin. Xebatên ilmî li ser pirsê qedexe û ceze dikin. Bi dîtinên xwe, pirsê girikî dikin. Xelk mecbûr dibin ku li çareseriyên din bigerin.
”Tevkûjiya komek netewî, etnîkî, nijadî û olî, bi tevayî anjî beşekî ji wan, di dema şer anjî aşitiyê de, weke sucê jenosîd ê tê hesibandin.”
Êşa jenosîdê di mêjî û dilê mirovan de bi salan didome û ji neslekî derbasî yên din dibe. Şehîd, bi xatiratên xwe, li mal, di dema xwarinê, li kolanan bi mirovî re ne. Ji awira texrîbata rûh, nijad û fizîkî ve bandora jenosîdê mezin e û piştî lêkolînên ilmî dikare bê ronîkirin. Ji bo tedawîya wê demek dirêj pêwîst e. Lewma dema kesên sucdar neyêne cezekirin û Neteweyên Yekgirtî-NY rola xwe nelîze baweriya bi hiqûqê û YN kêm dibe. Xelk di şûna rêyên hiqûqê çavên xwe li çareseriyên din digerînin. Xwîn bi xwînê tê şûştin.
jenosîd” weke ”binavkirin” piştî şerê cîhanê yê duwê (2) formê xwe yê dawiyê girtî ye. Xwediyê vê peyvê Raphael Lemkin e. Hiquqnas Raphael (1900-1959) cuhûyekî polonî ye. Xebata wî ya li ser ”binavkirin” û ”lidijderketina jenosîdê” di salên 20 de dest pê dike. 1933 an de, di ”Konferansa navnetewî ya mafê cezekirinê” li Madrîdê de, sucên lidijî mirovahiyê di bin du (2) kategoriyan de dihejmêre: ”şer û talankirina welatan” û ”barbarî”. Paşê jî binavkirina ”sucên bêwijdanî” li konferansên Budapeşte, Kopenhamn, Parîs, Amsterdam û Kahireyê pêşkêş dike.
Lemkîn li ser belgeyên pirkûjiyên li Cîhanê, ya li dijî Ermeniyan û ya bi destê Naziyan pêk hatiye kur dibe. Di 1944 an, pirtûka wî li ser ”Ewropa dagîrkirî ji aliyê Naziyan ve” ji çapê derdikeve. Di berhema wî de binavkirina ”jenosîdê” tê formulekirin. Jenosîd di bingeha xwe de, du peyv in, ”Geno” bi grekî ”kom, nijad” û ”Cide” bi latînî tê wateya ”kûştin, pirkûjî”iyê.
Xebatên navnetewî li dijî jenosîdê
Mirov dikare di bin du (2) xalan de qonaxê binirxîne:
1- Ji bo ku di şerê çekdarî de, normên însanî hebin û sivîl ji xesarê dur bêne girtin, bi rêya konferansên Lahey ji 1899 hetanî 1907 an bi beşdarbûna hejmarek welat, hinek prensîp hatin pejirnadin. Piştî şerê duwê yê cîhanê, bi peymana Cenewrê ya 1949 an, ji bo şerên çekdarî jî çarçoveyekî însanî hate dayîn. Peymana diyarkirina normên şerê çekdarî, di dîroka însaneyitiyê de gavekî bi nirx û hêja bû.
2- Qirkirinên bi destê Naziyan di dema şerê duwê de, dewletên hevkar ji bo peymanekî hevbeş nêzî hev kir. Lihevhatina pêşî di 13 çile 1942 an de, li Londonê bi deklerasyona ”St. james” pêk hat.
Di tebaxa 1945 an de, Emerîka, Ingilîztan, Fransa û Sovyetê ji bo dadgehkirina sucdarên şer û avakirina dadgehekê ku sê bendan, ”sucê li dijî aşitiyê”, ”sucê li dijî exlaqê şer” û ”sucê li dijî mirovahiyê”pêk bihêne, lihev kirin.
Dadgehê di dawiya 45 an li Nurnbergê dest bi xebatê kir, 19 kes mahkum kir, 2 kes bi mirinê ceze kir. Dadgehekî mîna wê li Tokyoyê jî pêk hat.
Her çiqasî kesên sucdar hatibin mehkemekirin jî, ji aliyê rêkûpêkî û mafê mehkûman ve biryarên dadgehan hatin rexnekirin. Ji ber ku dadgeh û şahid li aliyê welatên hevalbend bûn, mafê îtîrazkirina kesên sucdar pir sînorkirî û hebûna cezeyên mirinê jî li derveyî pîvanê dadgehên modern bû.
Êş û tecrubeyên herdu şerên cîhanê rê vekir ku, ”di dema aştiyê û şer de”, peyman hebin da ku ”sucên jenosîdê” û ”yên li dijî mirovahiyê”  bê ceze nemînin û ”normên şerê çekdarî” hebe. Dadgehekî Navnetewî bêalî ava bibe û di çarçoveya hiqûqê de kar bike. Bi edalet be, kesên sucdar jî mafê xwe û parastin û îtîrazê hebe.
Di 1946 an de, pirsa jenosîdê hate rojeva NETEWEYÊN YEKGIRTÎ. Di civîna giştî ya NETEWEYÊN YEKGIRTÎ di 9 çileya pêşîn 1948 an de, ”Peymana Navnetewî ya Rêlêgirtin û Cezekirina Sucê Jenosîdê” bi 48 dengan hate pejirandin. Piştî ku 20 welatan peyman îmze kirin, di 12 çileya 1951 î de peyman fermî bû.
Avakirina Dadgeha Sucên Navnetewî-ICC
Mirovahiyê ji ber destê şerê yekem û duwê pir êş kişand. Piştî şerê yekê û duwê, gelek komên etnîkî, siyasî û olî di navbêra herdu blokên polîtîk de têra xwe êşiyan. Tehdîta çekên giran, bicîhkirina raketên nukleerî li gelek deveran, çekdarîkirina gelek welatan bi çekên giran û pirsgirêkên din bi dehan salan, bêdengiyek û tirsek mezin pêk anî.
Buyera li Kamboçyayê, pêkanînên li komarên Sovyeta berê, pirsgirêka Emerîka li Vietnamê, neteweperestiya li Efrîka Başûr û gelek buyerên din xelkê pir êşand.
Li gorî destura NETEWEYÊN YEKGIRTÎ benda 7 an û 8 an, tehdîtên li dijî aştiya cîhanê rêyekî hiqûqî dida Konseya Ewlekariya NY ku mudaleyî welatan bike û bi rêya avakirina dadgehekî navnetewî rê li ber sucê însanetiyê bigire. Lê ev yek, ji ber sedemên cewaz bi salan pêk nehat.
NETEWEYÊN YEKGIRTÎ cara pêşî, piştî xwehilweşandina Sovyetê dengê xwe li dijî buyerên li Yugoslavya berê bilind kir û di gulana 1993 an, ji bo dadgehkirina sucdarên şer birayara avakirina ”Dadgeha  Navnetewî li YugoslavyayêICTY” da.
Biryarên dadgehê baweriyek pêk anî ku, avakirina dadgehekî navnetewî ku li welatekî, bi şêweyekî profesyonel bixebite, esasê bend û pêwîstiyên NETEWEYÊN YEKGIRTÎ li ber çavan bigire, lê bêteref be, weke fikir xurt bû.
Komîsyona Hiqûqa navnetewî ya NETEWEYÊN YEKGIRTΔ dest bi kar kir. Ji bo şikil û rêvebirina dadgehê pêşniyazên dewletan hatin komkirin. Û li aliyê din amadekariya konferansek navnetewî ji bo beşdarbûna dîplomatên tevayê welatan, dihate kirin.
Komîsyona hiquqî ya NETEWEYÊN YEKGIRTÎ, li gorî ”pêşniyazên dewletan”, di çarçoveya peymanên ”jenosîd”, ”Cenevrê” û ”Destura NETEWEYÊN YEKGIRTΔ, avakirina dadgehekî serdewletî pêşniyaz kir, ku biryarên wê li tevayê cîhanê derbas bibe.
Dadgehekî serdewletî, dihate wateya dadgehkirina sucdarên xwedî biryar, weke ”serokomar” û ”wezîrên dewletan” jî diketin ber xetera dadgehkirinê.
Di 15 hazîrana 1998 an de ji bo avakirina dadgehê, di pêşengiya NETEWEYÊN YEKGIRTÎ de, 160 dewlet, di gel 269 organîzasyonên navnetewî li Romayê, di bin serokatiya hiqûqnasê Kanadayî Philippe Kirsch de civîya. Ji bo ku çareserî ji pirsgirêkan re bêne peydekirin, komîsyon hatin avakirin û tev li ser bendên hiqûqî kur bûn.
Xebata wan bi qasî mehekî domand, di 17 temuza 98 an de, ”Statuya Romayê” avakirina dadgeha navnetewî bi 120 dengan pejirand. Ji bo ku fermî dest bi kar bike, pêwîstî bi îmzekirina 60 welatên alîgirê statuyê hebû. Di 1 temuza 2002 an de îmzeyên pêwîst gihiştin NETEWEYÊN YEKGIRTÎ û xebata ”Dadgeha Sucên Navnetewî ICC-(International Criminal Court)” li Holanda, bajarê ”The Hague”ê dest pê kir. Dadgeha Navnetewî, berpirsiyariya xwe ji roja 1 temuza 2002 dest pê kiriye û nikare sucên jenosîdê yê berî 2002 an ji xwe re bike mijar.  
Dadgeh ji sê beşan pêk tê:
”Amadekariya dadgehkirinê, anjî dadgehkirina destpêkê”/ ”Dadgehkirin”/ ”Daîreya îtîrazê”.
Vekirina daweyan, bi rêya Dozger (Savci) pêk tê. Buroya Dozger, agehdarî û îxbarên li ser pirsê, li ser esasê sê kaniyan dipejirî ne: Dosyayên kesên mexdur û kaniyên mîna wan. Dewletên endamê Statuya Romayê. Konseya Ewlekariyê ya NETEWEYÊN YEKGIRTÎ.
Kovalisyona Dadgeha Sucên Navnetewî-CICC
Ji destpêka xebatên avakirina dadgehê, organîzasyonên însanî jî di 1995 de rêkxistinek bi navê ”Kovalisyona Dadgeha Sucên Navnetewî-CICC (Coalition for the International Criminel Court)” ava kirin. Îro, hevkariya kovalisyonê CICC û dadgeha navnetewî ICC heye. Pêşniyazên kovalisyonê ji aliyê ICC ve cidî tê girtin. Kovalisyon ji bo mafê mexduran jî xebatê dike. Ji bo welatên li cîhanê beşdarî ”Statuya Romayê” bibin, karekî baş dike.
Jenosîd û rola CHAK ê ya li dijî jenosîdê
Gel û rengên li Kurdistanê, Kurd, Asuri (Suryani-Kildani), Ermenî, Cihûyên ji Kurdistanê û Kurdên Yezîdî di dîrokê de heta roja me gelek caran ji ber erîşan qûrban dane, anjî hatine qirkirin. Weke ”Qirkirina Ermaniyan, ”Seyfo” ya Suryaniyan û şehîdên me li Enfal, Dersim, Sînema Amûdê, Qarne û Qelatanê ûhwd. Mafê mirovan li Kurdistanê roj tune ku nayê pêlkirin. Kurd, mîna duhî ji tehdîtên tevkûjiyê îro jî rizgar nebûne.
Çare çi ye? Em çawa dikarin mafê Kurdistaniyan yê mirovan biparêzin? Em çawa dikarin rê li ber jenodîsên nû bigirin û hesabê buyerên kevin bistînin?
– Kurdocide Watch-CHAK dezgeha mafê mirovan ya li dijî jenosîdê ye. Destura CHAK ê Kurdistanî ye, ne tenê Kurda her wisa taveyê rengên Kurdistanê jî hemêz dike.
CHAK, ji 2007 an ve endamê ”Kovalisyona dadgeha cezekirinê ya navnetewî- CICC” ye. Em endamê ”Konseya Aştiyê ya Swêdê” ne û hevkarê hejmarek dezgehên mafê mirovan li Kurdistanê û cîhanê ne.
– Raporên me li ser pirsa mafê mirovan li Kurdistanê bi şêweyekî sîstematîk û bi zimanên cewaz dighêjin destê hêzên siyasî, dezgehên însanî, akademisyen û organên çapemeniyê li Cîhanê û Kurdistanê. Di çarçoveya raporan de, kampanya û çalakiyên me li gelek welatan pêk tên.
– Têkiliyên me bi rêvebiriya Yekîtiya Ewropayê-EU, komên siyasî di parlementoya Ewropayê de, Komîsyona mafê mirovan ya Ewropayê, komîsyonên karên derve û yên EU di meclîsên welatên endam yên EU re baştir dibe. Ji rêvebirî, partî û rêkxistinên însanî yên Çîn, Japan, Emerîka, israîl, Kanada, Awustralya û Rusyayê re raporên me diçin. Ji wan tê xwestin ku ji bo mafê Kurda gavên pêwîst bavêjin.
– Li 11 welatên Ewropayê bi komele û komîteyên xwe ji bo pêkanîna lobiyek xurt xebatên me didomin. Bi taybetî li derveyî welat, li ser pirsa pejirandina jenosîdan kar têne kirin. Bi NY re jî têkiliyên me baştir dibe.
– Cewaziya me ji dezgehên din yên însanî li welêt ev e: ”Kurdocide Watch-CHAK bi kurdî hizir dike.”
Jenosîd û qirkirinên Kurda bi saya dayikên Kurda, serpêhatî û stiranên me pir baş hatine îfadekirin û têne fêmkirin. Kesên bi kurdî hizir bikin dikarin êşa jenosîdê, xatiratên kesên winda û cihên wan ku qet nikare bê dagirtin, baştir fêm bikin û li çareseriyan bigerin. Lewma hizirkirina bi kurdî di karê me rola xwe mezin e.
– ”CHAK Bakur/ CHAK Rojava”, ”CHAK Rojhilat” û ”CHAK Başur” li ser pirsgirêkên her çar aliyên Kurdistanê, mafê mirovan û jenosîdan têra xwe kur in. Li gorî buyeran dişêwirin, biryarê distînin û gavên pêwîst davêjin.
Belê, rol û cihê mafê mirovan li welatekî û ji bo pêşketina demokrasiyê pir giring e. CHAK jî hayê xwe ji vê hesasiyetê heye. Di çarçoveya hesasiyeta her perçeyekî Kurdistanê xebata xwe dike. Qonaxa em tê de ne, mecalê ji bo xebatên xurtir dide mirovî. Lê ji bo vê yekê, divê Kurd xwe organîze bikin. Kesên bi mafê mirovan dadikevin (hemu cinsiyet û meslekan) bibin endamê CHAK ê (www.kurdocidewatch.net) .
Mirov dikare xebat û têkiliyên hene pir xurtir bike û encamên baştir bi dest bixîne. Lê ji bo encamekî pir baştir, divê tevayê organîzasyonên netewî bi şikilkî profeyonel bixebitin û baştir organîze bibin. Pir giring e ku, çalakiyên me, bi şikilkî organîzebûyî, kurbûn, durbîn, zûbînê, diyarkirina helwestê, pêkanîna rojevê û gavên bi hêza endam, hêz, heval û dostan re, bi dem, cî û bi pêkanîna şêweyekî rêkûpêk û plankirî dikarin bighêjin hedef û armanca xwe.
Ez bala tevayên organîzasyonên netewî dikşînim ser provakeya Rejîma Suriyê ya nijadperest li Qamişlo. Piştî şehadeta lehengên Kurda li Qamişlo, zextên rejîma Suriyê li Kurdistanê zêdetir bû. Rejîma nijadperest ya Esad, bi rêya talankirina mal û milkên Kurda, têkbirina aboriyê, valakirina ser sînor, înkarkirina mafê netewî û nasnamê, rê li ber koçberiyê û valakirina Kurdistanê vedike.
Bê guman  e ku, buyerên li bakurê Efrîkayê û Rojhilata Navîn pêk tên dê bandora xwe li Suriyê jî bike.
Em ne hêzek siyasî ne. Lê dil dixwaze ku, dema pêla serîhildanê bighêje Suriyê, li dijî provakisyonên nû yên rejîma Suriyê, tedbîrên me hebin. Her wisa, em karîbin gelê xwe û berjewendiyên netewî bi rêyên demokratî, bi hevkariya bi NY re ûhwd biparêzin, bidin parastin. Dema pêla serîhildanê bighêje Suriyê, valabûna di otorîteya sîyasî di Suriyê de baş binirxînin û rola xwe ”li gorî cî û rengê xwe” bilîzin. Di ”Herêma Kurda” (Binxetê) de hêza xwe di ”çarçoveya berjewendiyên netewî” de tekûz û xwestinên xwe ji Cîhanê re zelal bikin. Şêwir û hevkariya netewî û navnetewî berfirehtir bibe. Hayê me ji niqaşên li ser pirsê li Cîhanê hebe, û em xwedî helwest bin û dezgehên mafê mirovan jî bi wezîfeyên xwe rabin. Û kordînasyonek di nav hêzên netewî de pêk were. TEDBÎR Û AMADEKARÎ, DESTPÊKA SERKEVTINÊ YE.
Ez li ser navê navenda CHAK ê, ji bo xebata we ya amadekirina roja bîranîna şehîdên Qamişlo û Helebceyê li bajarê Viyanayê, spasiyên xwe pêşkêşî we dikim. Şehîdên welatê me, di mêjî û dilê me de ne. Ew bi me re ne û dijîn. Armanca wan hedefa me ye. Em ê ji bo armanca wan ya pîroz bixebitin û jibo mafê Kurda gavên pêwîst bi hev re bavêjin. Bi silavên ji dil…
GABAR ÇIYAN
Kurdocide Watch-CHAK, Komîta Karger ya Navendî
Cîgirê Serok
Tebînî: Ev axaftin, di 13 adara 2011 an de, li Viyanayê di roja bîranîna şehîdên Qamişlo û Helebceyê de hatiye pêşkêşkirin.

Axaftin pirsên li ser ”jenosîd”ê ji xwe re dike mijar û mirovan li ser pirsê ronî dike. Em axaftinê bi we re par dikin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…