Husên M. Hebeş
Ez dizanim ew ne jêhatîtir e, ne şehrezatir e, ne zîrektir e
Û ne jî ji welatên din xweştir û çêtir e
Lê ew welatê min e
Û stranên çivîkên wî ne xweşiktir in ji stranên çivîkên cihên din
Lê welatê min e
Tenê dilê min bi wî re ji dil de dikene û bi xewnên wî re bilind difire.
Û daristanên wî ne firehtir in ji daristanên din
Û çiyayên wî ne bilintir in ji çiyayên din
Lê welatê min e
Tenê giyanê min bi kevir û zinarên wî ve girêdayî ye
Û damarên min bi ava çem û rûbarên wî lewend û geş dibin.
Lê ew welatê min e
Tenê di bin dilovanî û evîna wî (bi hişkî, bi nermî) de
Aramiyê dibînim, kûr vedihesim û diramim.
Parçe ye, ne serbeste
Lê ew welatê min e
Tenê di dilê min de azade û serbeste.
Ez dizanim…
Ew dilê min e
Giyanê min e
Bav û dayik û zarok û û hebûna mine
WELATÊ xewn û ramanên…
Min eeeeeeee…







Şîrove (0)