PIRTÛKA ÇÎROKÊN PÊKENOKÎ Û ÎRONÎK

 Lokman Polat

Pirtûka nivîskarê kurd ê binxetê (başurê biçûk ê rojavayê Kurdistanê.) Qado Şêrîn a bi navê ”Serok û Merok” di nav weşanên ”Sema” de derketiye. Pirtûk 118 rûpel e. Berga pirtûkê hunermendê qarîkatorîst Dîno çêkiriye. Bergeke gelek balkêş e. Serokekî li pişta zilamê xwe siwar bûye û dibêje ”de bimeşe hevalo bimeşe, rizgarkirina welat hîn dûre…!” weşanên ”Sema” li dewleta mîrekî areb a bi navê ”Ebu Dabî – Dubey”de ye û li wir pirtûkên kurdî (kurmancî û soranî) û arebî diweşîne. Di dawiya pirtûkê de lîsteya navên pirtûkên ku weşanên Sema bi arebî û kurdî derxistiye, heye.
Di vê pirtûka çîrokên pêkenokî û îronîk de 22 kurteçîrok hene. Navên van kurteçîrokan jî gelek balkêşin û kena mirov tînin. Ji xwe ji bo ku hêla mîzahî –pêkenokî – a naveroka pirtûkê wisa xurte ku, mirov hêj di serî de bi sernavê çîrokê dikene. Ji xwe re wek mînak li van çend sernavan binêrin. Serok û merok, Serokkirîn, Spî bûne serok, Serokê ji heriyê, Partiya malbatê, Partiya Don Kîşotan, Ji xemgînî partiyek damezirand, Ax ji derdê mêrekî, Li min şeşûkê, Ji te re adete ji min re xebhete, ma homo jî mêr in!
Mîzah çekekî gelek xurte û bi şêweya edebî tê ravekirin. Li welatên paşvemayî, li dewletên dîktatorî û li hemberên bûyerên antî-demokratîk bi şêweyeke pêkenokî rexne têne girtin û bi riya pêkenokê mixalefeta tête kirin. Sazûmanên antî-demokratîk û dîktator herî pir ji mîzahê –pêkenokê – ditirsin. Li tirkiyê mixalefeta herî xurt ku li dijê partiya desthilatdar tê kirin neku mixalefetiya partiya mixalefetê ye, mixalefetiya kovarên mîzahî – pêkenokî – ye ku tim serê serokwezîrê komara Tirkiyê bi wan re dikeve teşxelê û wan dide mahkemê. Kovareke mîzahî a bi tirkî navê wê ”Uykusuz – bêxew” e û bi rastî jî xewa desthilatdaran dide revandin, ew ji ber mixalefetiya wê ranazin. Kovareke din a mîzahî jî navî ”Girgir” e û ew jî henekên xwe bi desthilatdaran dike.
Ji bo mizahê bi tirkî tenê peyva ”mizah” bikar tînin. Bi kurdî/kurmancî ji bo peyva mizahê, peyva ken, henek, qerfe, tinaz, qomedî û pêkenîn bikar tînin.
Çi heyf ku hêj jî li bakurê Kurdistanê kovareke mîzahî tune. Berê li Swêdê kovara mîzahî ”Mîrkût” û ” Zengil” derdiketin û li Stenbolê jî ”Tewlo” derdiket, lê niha hersê kovar jî dernakevin. Evan kovaran bi hawayekî perîyodîk neweşiyan, herkê çend hejmar derketin û paşê hatin girtin. Di edebiyata kurdî a nivîskî de jî beşa mîzahê – pêkenokê – qels e. Pirtûkên mîzahî jî kêmin. Nivîskarên kurd yên ku pirtûkên mîzahî nivîsîne ji deh tiliyên destan naburin.
Di vê gotarê de nemimkûne ku ez behsa naveroka bîstûdu çîrokan bikim. Ez ê bi kurtahî bal bikşînim ser naveroka hinek kurteçîrokan ku xwendevan întrese bikin û çîrokan bi tevahî bixwînin.
Nivîskarê pirtûka bi navê ”Serok û Merok” Qado Şêrîn hinek çîrokên xwe, dema li welêt bûye, li navça Qamişlo û hinekan jî li Ewropayê – li Holanda – nivîsiye.
Pirtûk bi kurteçîroka sernavê ”Çavdan” dest pê dike. Di vê kurteçîrokê de behsa nivîskara temen biçûk Dilşa û hevala wê behiya dike. Di çîroka ”Mêrê bizina spî” de serboriya Kerîmo ê lêkolînvan ku dibêje ”hîn deriyê girtî di dîroka me de hene” tê ravekirin. Mesela navlêkirina mêrê bizina spî jî, ji bo ku wî li ser bizinê dîtine û lewre jî vî navî lê danîne. Di çîroka ”Serok kirîn” de behsa kongra partiyek tê kirin. Kongre sê şev û sê roj berdewam dike. Ew li ser mijara serokatiyê û hilbijartina serokê partiyê mineqeşe dikin. Di encama minaqeşeyan de dixwazin ku serokekî hilbijêrin ku millet hemû li dor xwe bide hev. Nûnerekî ji gogê – footbolê – mînak dide û pêşniyaz dike ku ew wek komên gogê çawa ku lîstikvanên baş dikirin an jî kirê dikin, ew jî dikarin serokekî baş ji partiya xwe re bikirin yan jî kirê kin. Kongre pêşniyaza nûner dipejirîne û paşê gelek tişt dibin, ez behsa wan nakim. Bila xwendevan pirtûkê bi tevahî bixwînin ku bizanibin paşê çi dibe? Çi diqewime? Serok kirê dikin, nakin? Ev çîroka mîzahî – pêkenokî – xelata yekemîn a kovara ”Zêvî” wergirtiye.
Di çîroka ”Ax ku perê min hebana” de vebêj diyar dike ku perê wî hebana dê wî çi bikira, tê ravekirin. Dema mirov vê çîrokê dixwîne, di heşê mirov de jî diçe ku heger pereyê mirov hebe, dê mirov çi bike? Çi bikire? Zilamê kurd ku perê wî hebe çi dike? Bi min di serî de doxînsistî dike, li pey keç û jinan digere. Ji xwe gotinek heye, dibêje ”dema yekî kurd dewlemend bibe, yan dizewice yan jî mêr dikuje.” vebêjê çîrokê dibêje heger perê min hebe, min ê jinek ji xwe re anîba ku temenê wê çardeh salî ba, xweşik ta ku tu bêjî xweşik ba.” Dema min vê çîrokê xwend ez jî ji xwe re fikirîm. Heger perê min hebe, ez gelek dewlemend bin, ez ê mêr nekujim lê jineka ciwan bînim. Ez ê li Amedê kultursentereke gelek mezin çêbikim ku têde menzelên cure yên çandî hebin, cihê temaşekirina fîlm û leyistina şanoyê hebe. Ez ê matbaayeke bikirim û pê pirtûkên nivîskarên kurd çap bikim û ji firotina pirtûkan heqê keda nivîskaran bidim. Ez ê kovareke çandî, edebî, kovareke pirs û pirsgirêkên dîrokî, kovareke lêkolînî û kovareke xwerû li ser zimên biweşînim. Ez ê rojnameyeke nûjeyî û yeka magazînî xwerû bi kurdî biweşînim. Û herweha ez ê kaneleke televizyonê xwerû bi kurdî vekim û bi şêweyeke azad, bi naverokeke pirdengî û pirrengî biweşînim. Lêbelê heyfûsedmixabin ku perê min tune û ez heqê çapa pirtûkên xwe jî ji keda xwe û ji qirika zarokên xwe dibrim û didime çapxanê.
Em vegerin naveroka çîrokên din û ez bi kurtahî behsa wan jî bikim. Nivîskarê kurd Qado Şêrîn bi devê vebêj di çîroka ”Boxê birîva” de henekê xwe li civînên bêvate yên partî û rêxistinên siyasî dike. Di jiyana xwe ya siyasî de ez jî bejdarê gelek civînên bêvate yên siyasî bum û me tu emcameke baş ji wan civînan negirt. Her civîn dibû haceta rexne li hevûdu girtin, dilê hevûdu şikandin û ji hevûdu xeyidandinê.
Çîroka ”Kortik” çîrokeke mîzahî ya malbatî ye. Behsa zilamekî û jina wî ya bêerz, şerûd ango qereçî dike. Zilam ji destê jinê hatiye elemanê. ”Kortik” navê xwarineke. Jina zilam jê re herroj xwarina kortik dipijîne. Zilam bi şêewyeke henekî nasnavê jina xwe kortik datîne û pê tinazê xwe dike. Di vê çîrokê de derdê jinek û di çîroka ”Ax ji derdê mêrekî” de jî derdê lêgerîna mêrekî bi şêweyeke pêkenokî tê ravekirin. Keçika ku di mal de maye (kesekî wê nebiriye, pê re nezewiciye) li mêrekî digere ku pê re bizewice.
Çîroka bi sernavê ”Partiya don kîşotan” ji xwe nav li ser e, behsa don kîşotên şoreşger û welatparêz dike. Ev partiya don kîşotên şoreşger û welatperwer ji kesên dîn yên ku şoreşgerin û welatparêzin pêk hatiye. Cihê pesnê ye ku kurdên dîn jî kurdperwerin, şoreşgerin. Vebêj bi devê berpirsiyarekî partiyê felsefeya partiyê weha pêşkêş dike. Weha dibêje : ”Me felsefeyek ji bo xwe afirandiye, ji bo kurdîtiya xwe, li gor ahenga kesê kurd, em ne rojhilatî ne ne rojavayî ne, ne jî hevalê rebê jorî ne!!!…” felsefeya dînan ji ya biaqilan baştir û xweştir e.
Di çîroka ”Pirtûkfiroş” de behsa pirtûkfiroş Silîvo tê kirin. Naveroka çîroka ”li min sesûkê” li ser mijareke civakî ye û pir balkêş e. Fîgurê çîrokê Welîd ê şêst û şeş salî, ji bo ku bizewice wêneya xwe ya xortaniyê ji keçeke ciwan re dişîne. Çîroka ku navê xwe daye pirtûkê, ango çîroka bi navê ”Serok û Merok” ravekirina mijareke siyasî û rêxistinî ye. Endamekî partiyê behsa serokê partiya xwe dike. Ev endam û endamên din yên partiyê serokê partiyê dikine wek pêxemberekî û datînine ser serê xwe. Di çîrokê de bi gelemperî rewşa serokên partiyan bi şêweyeke mîzahî tê ravekirin. Serlehengê çîrokê ku navê wî Soro ye, ji serokê partiya xwe re nameyeke balkêş dinivîse û pêşkêşê wî dike. Piştî ku bersîva serokê partiyê tê, di nameya bersîvdanê de du tişt henin. Ev herdu tişt çine ku serokê partiyê ji endamê xwe re şiyandiye?
Belê, du tiştên gelek balkêş û girîng in. Ev herdu tişt bi gelemperî halê ruhiyeta gelek kesên ku xwedêgiravî serok û sekreterên partiyanin dide nîşandan û helwesta wan a li hemberê endamên ku weke Soro rexnegirin dide diyarkirin.
Di pirtûkê de gelek peyvên arebî û şaşiyên rêzimanî hene. Navê ”Kurdistan” jî bi tîpa ”k” ya biçûk hatiye nivîsîn. Divê bi ”K” ya mezin be. Tîpa – herfa – serî a navên xweser, navên welatan û dewletan hertim bi herfa – tîpa – mezin tê nivîsîn. Wek mînak; Kurdistan, Amerîka, Îran. Ji bo tîpa serê navê neteweyan hinek kes biçûk û hinek kes mezin dinivîsin. Edîtorê weşanên ”Sema”yê Xanim Zeyneb Yaş e. Kurdîya wê baş e. Ew edîtorek jîr û zana ye. Wê çawa û çima pirtûkê sererast nekiriye û şaşiyan rast nekiriye?
Min behsa naveroka hinek çîrokan kir û behsa gelekan nekir. Pirtûk ji hêla mîzahî ve serketiye. Mijarên çîrokan baş û xweş in, mirov didine kenînê. Bi hêviya ku nivîskar Qado Şêrîn di hêla mîzahî de berhemdariya xwe bidomîne û berhemên nû biafirîne. Xwendevanên kurd li benda pirtûkek wî a nû ne.
Weke ku min di destpêka vê gotarê de jî got; di jiyana civakan de mîzah rolekî girîng dileyizin. Di civakên ku di bin şertên demokrasiyê de najîn û ji azadiya fikrî, ramanî bêpar in, mîzah rola herî mezin dileyize. Mîzah hem mirovan dide kenînê û hem jî mirovan dide fikrandinê. Bi şêweya mîzahî li dij sazûmanê mixalefetiyek baş tê kirin.
Mîzah li ser civakê tesîr dike, bandor datîne. Tesîra – bandora – mîzahê di dema ku xelk – gel – pirs û pirsgirêkên cwe nikare biaxife, wexta ku di bin qedexekirinê de ye, dema ku ronakbîr nikarin bi hêsanî dîtin û ramanên xwe bînin ziman, wê demê mîzah fonksîyonek girîng tînê cîh. Ew dem mîzah dibe zimanê gel û rewşenbîrên mixalif. Mîzah di şikandin û ji holê rakirina gelek tabuyên di nav gel de jî rolek dileyize. Bi riya mîzahê gelek tişt ji gel re tê ravekirin. Mîzah – pêkenok tiliya xwe di her qulikî de dike. Di nav çand û wêjeya kurdî de cihê mîzahî girînge û herweha mîzah perçeyek ji têkoşîna doza netewa kurd e.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…