Dema civata navdewletî hersal di roja 8 avdarê cejna jinê vejîn dike, ew nameyeke ji hemî gelên cîhanê re bi giringiya berdewamya xebatê ji bo wek heviyê di hemî waran de di navbira mêr û jinan de û bicîkirin û çespandina hemî mafên mirovatî yên ku jin bi dûmahiya sedên salan jê bêpar maye.
millete kurd wek yek ji kêmtrîn milletên cîhanê yê ku hîn keferata hebûnê û bi cîkrina nasnama xwe ya netwî û azadiyê dike li hember hêz û desthelatên totalîtar û tuxumperest û dagirker, Pêwîste mafê jina kurd bên parstint û hevpar hemî mafên mirovatî be, û bi hemi hêza xwe beşdarî vê xebatê bibe, ji ber hevparî û beşdariya jina kurd li vê xebatê yek ji mercên serkeftina wê ye, ûji bo vê rastiyê ji giringe hemî kelem û qeydin Çanda kevneperest ji pêşiya rola jinê bên rakirin, ji ber xebata ji bo azadiyê ji hev tucar cûda nabe, Çi azadiya welat û Çi azadiya jinê ew herdû bi yek watê têne nirxandin.
Ji erkê jina kurd jî bi tevayî û bi taybetî jina kurd li vî perçê kurdistanê, ku ji xebata azadiyê û pêkanîna mafên netewî tucar xwe bi şûnde nemîne, û jê tê xwestin ku bi merê kurd re mil bi mil pêvajoya vê xebatê pêşve bibe, û wek em wê dinasin, em bawerin ku jinek xebatkar, têkoşere, bandorek wê dîrokî di vê xebatê de heye û ev wê hîn geştir û bi hêztir bibe, û bi taybetî divê vê qonaxê de, qonaxa şoreş û serhildanên milletan ji bo azadî û dîmuqrasiyê di herêma mede( li Tûnisê li Misrê Lîbiyayê û Yemenê û li welatê Ereban yên dîtir….), û em bawerin ku bayê şoreşa azadiyê wê di demek nêzîk de bi ser Sûriyê jî di were û divê jina Sûrî û jina kurd cihê xwe diav şoreşan de bigre .
Silav ji jina Sûriyê.. sed silav ji jina Kurd re bi vê helkeftê
û cejna we pîroz be
8/3/2011
Nivîsgeha Jin û ciwanan a
Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûrî

Şîrove (0)