Daxuyanî bi helkefta cejna jinê ya cîhanî

Dema civata navdewletî hersal di roja 8 avdarê cejna jinê vejîn dike, ew nameyeke ji hemî gelên cîhanê re bi giringiya berdewamya xebatê ji bo wek heviyê di hemî waran de di navbira mêr û jinan de û bicîkirin û çespandina hemî mafên mirovatî yên ku jin bi dûmahiya sedên salan jê bêpar maye.

Wek serpêhatiyên dirokî didin nîşan, civata ku ne wek hevî dinavbira Jin û mêr de tê de hebe, ew civat dimîne civatek seqete, civatek nexweşe nikare alavên pêşketinê bi dest xwe bîne, Çimkî ew civat nêviyê hêza xwe tenê bikartînin, ji ber wê jî rêzgirtina mafên jinê îro bûye pîvanek gelkî giring ji nirxandina pêşketina miletan û civetan re.
Raste jinê di gelek deverên cîhanê de destkewtin hêja di warê wekheviyê de pêkanîye û bi taybetî li ser asta mavê kar û serxwebûna aborî û xwendin û zanînê û her wekî mafên dîtir lê jin hîn li gelek deverên cîhanê kêferat û berxwedanê li dijî Çand û siyasta kevneperest dike û hîn azarî û zehmetiyan dikşîne, û bê pare ji bêtirîn mafên xwe yê mirovatî, ji bo vê rastiyê pêwîste di xebata azadiyê û dîmuqrasiyê û pêşketinê de siloganên mafên jinê û  daxwaza wekheviyê di nabira herdû tuxmên mirovan de serekebin ji hemî hêz û rêxistinê nû dem re yê ku baweriya xwe pêşketin û azadiyê tînin, ji ber xebat ji bo azadiyê û dîmuqrasiyê û pêşketinê bê wateye eger daxwazên rêzgarkirina jinê ji qeyd û zincîrên tîtalên civaka kevneperst ne serekebin.
millete kurd wek yek ji kêmtrîn milletên cîhanê yê ku hîn keferata hebûnê û bi cîkrina nasnama xwe ya netwî  û azadiyê dike li hember hêz û desthelatên totalîtar û tuxumperest û dagirker,  Pêwîste mafê jina kurd bên parstint û hevpar hemî mafên mirovatî be, û bi hemi hêza xwe beşdarî vê xebatê bibe,  ji ber  hevparî û beşdariya jina kurd li vê xebatê yek ji mercên serkeftina wê ye, ûji bo vê rastiyê ji giringe  hemî kelem û qeydin Çanda kevneperest ji pêşiya rola jinê bên rakirin,  ji ber xebata ji bo azadiyê ji hev tucar cûda nabe, Çi azadiya welat û Çi azadiya jinê ew herdû bi yek watê têne nirxandin.
Ji erkê jina kurd jî bi tevayî û bi taybetî jina kurd li vî perçê kurdistanê,  ku ji xebata azadiyê û pêkanîna mafên netewî tucar xwe bi şûnde nemîne, û jê tê xwestin ku bi merê kurd re mil bi mil pêvajoya vê xebatê pêşve bibe, û wek em wê dinasin, em bawerin ku jinek xebatkar, têkoşere, bandorek wê dîrokî di vê xebatê de heye û ev wê hîn geştir û bi hêztir bibe, û bi taybetî divê vê qonaxê de, qonaxa şoreş û serhildanên milletan ji bo azadî û dîmuqrasiyê di herêma mede( li Tûnisê li Misrê Lîbiyayê û Yemenê û li welatê Ereban yên dîtir….), û em bawerin ku bayê şoreşa azadiyê wê di demek nêzîk de bi ser Sûriyê jî di were û divê jina Sûrî û jina kurd cihê xwe diav şoreşan de bigre .
Silav ji jina Sûriyê.. sed silav ji jina Kurd re bi vê helkeftê
 û cejna we pîroz be
8/3/2011
Nivîsgeha Jin û ciwanan a
Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûrî 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…