Bîranîna Rezo bîranîna peyva Kurdî ye

Berzo Mehmûd

 I
Bi mirina Rezo re, çirake şewqdayî li bajarê Qamişlo hate vemirandin, û roniyeke geş ji nav me çû, ne tenê wilo jî xemgîniyek di nav heval û hogirên wî de çêbû. Ya baş ew e em hewl bidin şûna xebatkerên xwe dagirin, em roniya wan li riya kar û xebatê pêbixin, bi vê yekê em wan sax dikin, û giyanê wan jî bi me re pêşde diçê. Ya dîtir jî em wan li bîra xwe bênin. Îro bû salek di ser wefata kak Rezo re derbas dibe, em çend xort ji Qamişlo me berê xwe da gorra wî û baqek gul li ser tirba wî danî.  Hezar silav û rêz li can û mergê vî mirovê çak û qenc bê, yê ku jibo civaka xwe, civaka Kurdewarî nemerdî nekir û jiyana xwe hemî di vê xebatê de derbas kir. Min pênc xelek li ser berhem û kar û bawerîyên Rezo di malpera kulturname de belav kirine, û hîn pênc xelekên dîtir jî nehatine belavkirin.
Yê ku bixwazê van xelekan bixwênê, navûnîşana malperê ev e:
www.kulturname.com

II
Di vê bafîkê de, ezê çend gotina li ser mêhvangeh û dîwana Rezo baxêvim, ew cihê ku li salên navbera 1994-an ta dema ku nexweş ket li heyva êlûna sala 2008-an, nêzîkî pazdeh salan em wek nivîser û rewşenbîrên Kurd seraqet lê diciviyan, û ev cih ji me re bibû cihê civat û dîwana rewşenbîran.  
Peyva (dîwan) ne tenê bi mebesta pertûka helbestan tê, lê bi wateyeke dîtir jî bikar tê, û ji zû ve hatiye zanîn ku ew cih e ya ew ode ye ku mêhvan lê diciviyan bo ku li ser babeteî baxêvin, nemaze li malên mezin û girgirek û axa û serek eşîr hebû. Bi vê wateya dawî em dibêjin dîwana Rezo, belê ev dîwan  ne li mala wî bû, li cihê karê wî yê endazyariyê bû, ku jêre bi gotinê Erebî (Mekteba Hendesî) tê gotin, bi Ingilîzî (engineering office) tê.  
Rezo yek ji wan kesên ku hez ji rûniştina civatê dikir, û hedana wî bê heval û hogir û mêhvanan nedihat. Lewra, Rezo gelek demê xwe li warê nivîsgeha xweya endazyariyê dibûrand,  û pêşewaziya hemî kesan dikir, û nivîsgeha wî, ji bilî karê endazê,  bibû cihê axaftin û dan û standinê, nemaze ew axaftinên di warê ziman û wêje û rewşenbîriya kurdî de digeriyan. Rezo yek ji wan kesên amade bû ku demekî dirêj li ser babetê ziman û wêje û keltûra Kurdî baxêvê. Di vê dîwanê de gelek nivîser û rewşenbîr û hincar siyasiyên kurd jî lê vedihewiyan. Rezo mirovekî zarnerim, rêzgir, devliken bû, me’dê xwe ticarî ji mêhvanan tirş nedikir, ticarî gotinên tewşomewşo nedigotin, bi ser ku hewedarî û dilxwestin bi kesî re nedikir, raya xwe jî hişker digot. Rezo bi xwe re rast bû, ji xwehrîyê hez nedikir, herûher ya rast digot çi tal û çi şîrîn. Ez û wî gelek caran em li ser peyvên ziman radiwestiyan û axaftin bi me re dirêj dikir. Rezo di zarê Kurmancî de pisporekî kêm wek wî hebûn, gelek peyvên Kurdî di ferhenga hişê wî de hebûn. Çi pirsa te jê dikir bi singferehî bersiv dida, eger nizanîba jî, digot: Bibûre, ez nizanim, bê ku xwe aciz û sil bikê. Civata Rezo bi kesên wêjedost û Kurdîhez û welatparêz xweş bû. Serhişkiya wî jî di hin helwêst de nedibû sedema jihevdûrketinê navbera wî û hevalê wî. Civata zilaman di dîwana Rezo de seraqet û herwext digeriya, û gelek caran gengeşe û ştexalî têde dihimhimî, nûçe û deng û basên wêje û nivîsîna xortan, çi ew gotarên di internêtê de, û çi yên di govarên Kurdî de dihatin belavkirin di salona Rezo de diketin ser zimanê haziran, nemaze ew gotarên di warê rexne de bûn, her yekî raya xwe têde dida.
Ji nivîserên ku di dîwana Rezo de amade dibûn, emê navên hin kesên werê bîra me, ezê bêjim: li despêkê Berzo Mehmûd, Deham Hesen, Konê Reş, Xalis Misewer, Zinar Mistefe, Newaf Bişar, Mehfûzê mele Reşîd, Xalid Mihemed, Mûsa Zaxuranî, Ehmed Simayîl, Fewaz Evdê, Derwêş Xalib, û hinin dîtir jî, navê wan vê kêlîkê nayê bîra min. Helbet gelek nivîserên dîtir jî hene , yên ji hawîrdora Qamişlo, û hevalên wî yên ji Ewrupa dihatin Qamişlo.
Bi rastî vê hêwirgehê gelek xweşî ji nivîser û rewşenbîran re tanî, nemaze em wek Kurd cihekî xuya ku em hemî bikarin lê bicivin nebû, û  jixwe çênabê , ango hikûmet vê yekê qebûl nakê, ji ber ku hikûmet vê tevgerê bi xwe napejirênê, lewre nivîsgeha Rezo hem wek cihê wîyê karê endazyarî bû, hem jî cih û warekî wilo bû nivîser û rewşenbîran dikarîn lê bicivin, ji bilî ku danûstandina Rezo jî pir xweş bû, û qedrê mêhvanê xwe hemiyan digirt, bê ku ferqiyê bixê nav wan de. Rezo wek kes û mirov dibû cihê hevdîtinê, cihê ku têde derd û kulê xwe ji hev re bêjin. Ya dîtir hevdîtin û  naskirin û li lev hatin jî têde peyda dibû. Ji bilî wilo jî siyasiyên Kurd jî carcaran serî lêdidan û nerînên xwe jî li vê dîwanê belav dikirin û raya xwe digihandin xelkê digotin.
Xaleke dîtir heye ku ew  jî bo min giring e: Em, evên bi wêje û peyva zimanê Kurdî mijûl dibûn, ji xwe çiva me li hemû kesî nayê, lewre civînên me bi Rezo re dibûn hander bo nivîsînê, ji ber tevdana bîrûrayên nû di wêje û ziman de.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

سەلاح بەدرەدین

لە گەرمەی هەڵكشانی ململانێیەكانی نێوان بەرژەوەندییەكانی هێزە زلهێزەكان لەسەر سامان و سەرچاوەكانی وڵاتانی ڕۆژهەڵاتی ناوەڕاست و، زیادبوونی خێرایی ڕووبەڕووبوونەوەكانی نێوان لایەنە هەرێمییە حوكمڕانەكان سەبارەت بە دابەشكردنی هەژموون و داگیرسانی پڵیتەی شەڕەكان بەوەكالەت، هەروەها گەشەسەندنی ئەو شەڕانە لەم ساڵانەی دواییدا و، هەڵگیرسانی شەڕ و پێكدادانی توندوتیژیی نێوان هێزەكانی گەلانی زیندوو لە لایەك و، ڕژێمە دیكتاتۆرە…

Tengezar Marînî

Erkên Zimên

Erk ên zimên cihêreng in û dikarin li ser çend beşan werin dabeş kirin. Erk ên herî baş ên zimên ji hêla zimannas Roman Jakobson ve hatine formulekirin, ku şeş erkên bingehîn destnîşan kirine:

Erkê referansê/Lêveger: Ev erk behsa ragihandina agahî û rastiyan dike. Ew di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Serok û lȇvegerȇ kurdî Mes’ûd Berzanî ti carî ji kurdan dûr neketiye, li ku derê û kengî jî be, belȇ ew her tim bi wan re ye, ȗ nêzî wan e her wekȗ lȇdana dilȇ wan be.

Roleke mezin ya serok Berzanȋ di pirsa kurd li rojavayȇ kurdistanȇ de…

Baso Kurdaxi

Bihara nûjen
Bihara ciwaniyan her heye
Dilên tî li hev dicivin
Ji bo azadî û hêviyan
Mîna fısıltandina bêdengiya demê
Rojan ew westandin
Gilî û gazinan ji siruşta bêdeng
Ber bi çiyayê bilind ve
Dilê wî bi ava zelal lêdide
ava kaniyê ya gurrîn
Ji bo veşartina êşê di nav tozê de
Û birîn bi axa sor hatiye nixumandin
Bi pelên zeytûnê…