Ala rijêma Ba`as bilind nakim

Diyar Ehmed


D
em hê nehatiye ku mirov axaftin û danûstandinê li ser guhertina rengê ala rijêma Ba`as ya dîktator û zordar bikê.tevî baweriya me ewe, ku ev al di pêşerojê de ne tenê li ser daxwaza gelê kurd wê werê guhertin,lê belê ev pirs û xwestek wê ji aliyê gelek pêkhatiyên dî yên Sûriyê ve we re kirin. ji ber rengê al niha li gorî bîr û baweriyên rijêma Ba`as û destûra wê ya xweser hatiye danan û herweha di qûnaxên borî de li gorî têkilî, merem, armanc û berjewendiyên wê rijêmê çend caran hatiye guhertin, ta ku ev rengê niha wergirtiye .
hêjayî gotinê ye ku ti aliyên dî ji pêkhatiyên Sûriyê beşdarî di van guhertinan de nekirye, û ne gotin û nêrînên wan jî di vî warî de hatine berçav girtin. ji ber vê yekê û di nava pêlên guhertnên ku îro li rojhilata naverast û bakurê Efrîqiya rûdane, dîsanê di baweriya me de ne cihê serbilindiyê ye, û herweha ne karekê mifadar û cihgirtiye ku vê demê hilmetek we rê destpêkirin û daxwaza wê ew bê, ku melyon alên rijêma Ba`as di cejna Newroza îsal de werin bilin kirin.
Wek çavdêr û zêrevanên siyasî didin zanîn ku buhara rijêmên dîktator û yek partî borî, niha peyîza wan destpêkirye, pelên dara wan yek li peyî yekî wê bi werin,tenûra wan sarbû,rûtman, her tiştên wan ji miletên wan re hatin eşkerekirin, bûne cihê tinazî û pêkeniyê li rex tevaya miletên cîhanê .îro çarenûsa rijêma Sûriyê jî li ber lehiya vê pêlê di leq û peqê de ye û navenda bahoza guhertinan li ber dergehê rijêmê rawesta ye,serkar û rêveberên  rijêmê li ber pêla van guhertinan sergêj û  çavgirtî mane, wek siyasetmedar û şarezayên teybetmend di karûbarên Sûrî de didin diyar kirin, ku rijêma Sûriyê nikare xwe biguhere, ji ber avêtina gava pêşîn di warê guhertinan de wê bibê destpêka pingava yekê di ketina wê de , ji ber dem jî dereng ketiye û bayê guhertinan li wan da û ji wan derbasbû, vêca ev pêşinyar jî  wek destpêkirina wan guhertinan dereng hat.ji aliyekê dî ve xuya dibê ku ew kesên ev hilmete destnîşan kirin, hê bayê guhertinan li wan nedaye, li ber dîwarê tirsê raketine, ji xewa giran hişyar nebûne, ketine cirîdê bi rijêmê re, wek rijêmê difikirin û alavên wê di guhertinan de bikartînin, çav li rijêmê kirine, ji ber va rijêmê jî di serdema niha de bi xurtî berê xwe daye ku ala xwe li navenda paytextê û di dergehên wê yên serekî de bilin rakê, û di vê derbarê de aleka mezin ji paçê pereşotan yê qayîm û ciwan bi serê stûneka (50) pêncî mitrî ve, li nava buxçeya Teşrîn li şamê bilin kiriye, û çendên dîtir li ber dergehên serekî yên bajêr li ser wê rêyê ne. bê guman berhingariya Sûriyê ya zarveker jî ev derfet bi dest nakevê, tenê cudahiya di navbera hişemendiya wan de ewe, ku rijêm li ser kursiye û berhingarî li erdê ye, ji ber wê jî ewê berî da ku vê salê li pêşberî rijêmê melyonek alên rijêmê di cejna Newrozê de bilin bikê,û bi dê xuyanîkirin ka hişemendiya kî wê di vê cirîdê de serbikevê,yê li ser kursî al pir bilin kirî,yan jê yê li erdê jimara alan pir rakirî. kî alî wê pêşeroja Sûriyê di destên wî de bê,yan jê wê ne herdu alî bin jî, ji ber bîrdozî û hişemendiya wan ne dûrî hevin. li vir pirsyarek tê kirin.gelo, bilinkirina alê di vê demê de, wê birînekî di dilê miletê kurd de venekê…? Û wê di pêşerojê de jî sergêjiyekî jê re peyda nekê…?.em tev dizanin ku di bin sîbera vê alê de pirojeya şovin û nijadperist ya Mihemed Teleb Hîlal hate hûnandin, û qeyîd û bendên wê yên kirêt û malwêran li ser gelê kurd hatin cîbicîkirin, herdîsanê di bin siha vê alê de gelek pîlan, ferman,beryar û kiryarên qirêj û çepel li ser miletê kurd û kêşa wî ya rewa hatin girêdan, di bin pîroziya vê alê de, bi dehan ciwanên kurd, piştî serhildana (12) avdarê bi destên hevalên xwe yên leşker li ser fermana serkirdên wan, di sopaya Sûriyê de bê bextî hatin kuştin, û ta vê demê çarenivîsa wan bê ser û şûne.

Eve bîranîn û serpêhatiya miletê kurd bi ala rijêma Ba`as re.ka emê çawe û bi çi dilî bikarin di rojeka pîroz de, li tenişta bilin kirina dengê azadî û wekheviyê wê alê bi dilê xwe bilin rakin. emê vê pirsê ji wê demê re bihêlin, dema ku danûstandin li ser guhertina alê werê kirin,bila dîroka demê bi mînê şahid û dadwerê wê rojê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…