EHMEDÊ XANÎ



“Li ser daxwazî ya gelek dostên min evîndarê Ehmedê Xanî û helbesta klasîkî ez vê helbestê di Mîdya elektronî de belav dikim”.
                      Lewend Dalînî
Ey Suxteyê jar û reben çima wilo mestaneye!
Li pêşberî Mîrê mezin sertewandî bi şermeye!
L’Zanîngeh û  Hicrên Mela; xwendî te “ÎLM ê” Mîm û La

Rûnanî tû l’ Birc û Sera; li ber dîwara şerpezeye!

Ez di “NEZMÊ”de çi deynim ew bi sistî û kêmî ye
Kû di pesnê de çi bêjim ne bûhayê XANÎ ye
Zar û Ferhenga m’qelse şermedar na peyivî
Xameya min jî nikrî pêş te qet ew bilivî 
Elfeba min nakê pîvan navê giran EHMEDÎ
Gotinê pîvanê çêkî bo te Seyda sermedî
Navê te li nêk Kurd bilin de giştî ber textê Mûbîn!
Ew dijî nêv wan bi rengê “NÛBÛHARÊ” û “MEM Û ZÎN”
Sêsedê sala qedabû tevna warê me te rist
Lê mixabin her me hûnî xav dihatî yan jî sist!
Ew çiyayê çanda asê Rê kola j’mer pêpelok
Hîn di gava yekemîn de dikne pîkol wek pepûk!
Ez di MIHRABA te Mîrî tême sucdê gav bi gav
Pê hewesa xwe dibînim her dibûrîn çax û gav
Ger bi sohtim laş seranser peş te nadî ronîyek
Lê di wan Baxên te çandin belkî bibme çuqlîyek!
                       ******************
Milletim va dîsa dijmin ted gerînê Çerx û Aş
Tanî kengî jêre Aş bî ew li dergeh te Qeraş!
Sed gelên wek me bi cihbûn bêxwedî em tenha man
Kevr û ber tevda biribûn carekê em neghane dam
Tim li cenga rojhilatê Em dibin Nîşan û Kêl
Rast û çep wêran dibin Em şar û gund û Mal û êl!
Arê xasûma me gurr bû me nema yek ITÎFAQ!
Dest bi dest êş dabû canî laş wezakir çerim û laq
Bû birînek kûr di dil de ketbû nêva wî pereng
Min dixwest Ez wê veşêrim kêferat bimrî bê deng!
Xwîna dil rijîbû Xakê! lê carkê din wê derbê der!
Wê bi rengê sing û pîjan çavê dijmin bînê der!
                     ******************
Dest bidin hev bibne banî doza Xanî a jimêj
Ber bibêt ferzek xwedanî rengê Parêz û Nimêj!
Wek Bahoz û Berq û Bayê bidne dûv wê bermedin
Ma ne şerme tanî îro rêncberê tim bê kedin
Av bidin Xakê seranser tim bi xwîna germ û sor
Qada xwe em pê cudakin Sênc û Bendan bidne dor
Kuştin û talanîya hev kû bibin ew bome doz
Xweş bi bawer bin kû dîsa dê bidin pey Kerê boz!
Pirr wekî Min Ew di vê Rê mane dil jan û geda
Bû sedem kû hîn b’jiwanî rih ji Canêm bû cuda!]

                                     Kovara METÎN Hejmara 45 Çirya pêşin 1995

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...