Pişt re dr. Celîlê Celîl ku ji Avusturyayê hatibû, wek axaftvanê mêvan gotara xwe kir…
Piştre Fehmî Kakeyî him bi swêdî û him bi 2 zaravayên kurdî dûr û dirêj li ser Yarsanî(kakeyî an ehl el heq) peyivî û bi nimûneyan wekhevîyên wê yên bi alewîtîyê anî zimên.
Endaz Hawêzî jî felsefe û dewlemendbûna Zerdeştîyê anî zimên û got Zerdeşt yekem kese ku herkes wî, dÊ û bavê wî û malbata wî nas dikin û navê wan dizane. Ferqek mezin di nabêna zerdeştî û her 3 olên din tuneye û wekhevîyan yek bi yek rêz kir.
Piştî navbir/bihnvedanê, şaredarê bajarê Eskilstuna Jimmy Jansson peyivî û bextewarbûna xwe li ser mijarek wusa girîng ku li Eskilstunayê pêkhatîye anî ziman û hêvîya berdewamîya çalakîyên wusa kir.
Êdî dor hate Cengîzxan Hasso û ew jî li ser ola Êzdîtîyê peyivî. Gotina wî ya herî balkêş ew bû ku, wî got: heta îro min digot qansî mûyekê ferqa êzdîtîyê ji yarsanî û alewîtîyê heye. Lê nuha dibînim ku ew feqa jî di navbêna wan olan de tuneye û eve jî bextewarîyeke mezin e.
Di Konferansê de Kurdistan TV, televîzyona hêrêmî, Radio Zayele û radyo Sörmland û rojnameyên herêmê amade bûn.
Li gel ku bahoz û firtoneya berfê ji bo hatina hin kesan bû asteng, lê dîsa jî beşdarîyek derûdora 100 kesî ku ji bajarên Eskilstuna, Västerås, Katrineholm, Örebro, Stockholm, Oslo hatibûn û pirsên ji alîyê 23 kesan ve Konferans bi dilê hemû beşdaran bi dawî hat.
Encama Konferansê bi swêdî ji çapemenîya swêdî re hate şandin û daxuyanîya bi kurdî jî ewê ji Raya Giştî ya kurdî re were belav kirin.
13.02.2011

Şîrove (0)