Û her wiha li ser pîlana serjimartinê li devra cizîrê di sala 1962ê de hatî kirin me fêr dît em vê hevdîtina ha bi mihemed ismaîl indamê mekteba siyasî ya P D K li sûrya (alpartî) bikin .
kak mihemed kurdên bê nasname û pîlana serjimartinê xwendineke dîrokî zehmet nebê .
encam û bandora vê pîlanê li ser civaka kurd de piştî bûrîna vê dema dirêj?
encam û bandora vê pîlanê li ser civaka kurdî de gelek zore li ser hemî astan. Çi civakî û abûrî ,çi siyasî û insanî . ji ber kû beşekî mezin ji civaka kurdî hatine bê barkirin ji mafên xwe yên surştî û insanî û di jiyanke sext û dijwar de dijîn , bê kar , bê xwendin , bê saman , ta nikarin mala xwe li ser nave xwe qeyd bikin û her wisa jin û zarokên wan li ser navê wan nayên qeydkirin .
Kurdên bê nasname nikarin di nexweşxanên dewletê de derman bibin , ta nikarin di hûtêlan de rakevin …… her nikarin pişkdarî di bijatin û helbijartinan de bikin . mirov nikarê bijmêrê ji çi û çi bê barin .
Lê em dikarin bibêjin ji her tiştî re nasname pêwîste …..!!!!! tiştek tine kû nasname jêre nave tuneye .
Dikarim bibêjim ji encama vî karê bi nejadperstî civaka kurd tar û mar bûye gelek xêzan derbeder bûne li kolanê bajarên mezin û welatên biyaniyn, welatê wan bi xwe bûye zîndaneke mezin tijî êş û azar . kû li seranserê cîhanê wek wê tengav nine dij u bervaji wan rûdanên ser dema nuh , mafê mirovan , mafê miletan û bayê dîmuqratiyê û guhartinên li cîhanê de peydadibin .
Bi kurtî miletê me ji egera vê kiryara hanê bûye wek laşekî nexweş û çilmisîye.
êrîş û pîlanê nû di derheqê miletê kurd de bi nerîna te ji çi tên..?
pîlanê nû di derbarî miletê kurd de ji nejadperstî û tirsa rijêmê ji guhartinên li cêhanê pêktên , ji ber sîstmên rijêmên yekta şermezarin divê serdemê de , û ji rola pêkanîna fidraliyê di Kurdistan û iraqê de û despêka wan pingavên li kurdistana turkiyê tê avêtin û her wisa ji ber gurbûna komelên mafên mirovan li cîhanê yên kû bi zelalî kiryarê wan yên sext didine ber çav .
Dizanin kû tevgera kurdî û miletê kurd li sûrya dikarin mifa yê ji van mercan bibînin û kêşeya miletê kurd bibe kêşeyeke navdewletî
Ji wê yekê pîlanên nû têne sazkirin li ser kurdan, mina zogana (mersûm ) 49an , û qedexe kirina çalakîyên kurdî ,yên siyasî , yên rewşenbîrî û çendîn pîlanê din .
bizava kurdî çi heya yan çi amadekirye bermabrî van kara de ?
mixabin bizava kurd pêngavên wê ji bo çareseriyê kêmin , ji ber zordariya desthilatê û ew mercên dijwar yên têre derbas dibe , lê bê gûman nerîn û xebatek tê meşandin ê me wek PDK s (( alpartî )) em xwe dibînin berpirsyar di ber milet û tevgera kurdî de bizava me û nerînên me hatin di aliyê kombîna tevgerê de ji ber levhatin û yek helwêstî li beramber kiryarên rijêmê û himbihêzkirina opzisyonê û da ku kêşeya kurdî bibe parçeyek ji kêşeyên tevayî sûrî de di 31/12/2009 an de me Encemîna siyayasî ya kurdî li sûrya pêkanî û diyarkir, ya ji 9 partiyan pêk tê .
Ew baştirîn pîroz bayî bû ji miletê kurd re di despêka sala nû de em di wê hêviyê dane kû ev pingav bibe bingeh ji lêvegra kurdî re di rojava de ji ber em hemî dizanin hêza kurda di yakîtiya wa de ye .
Yek nerîn di derbarî pîlanê desthilatê de , yek dengî li bal hêzên demoqrat û aştîxwaz de , yak bangwaz li alî komelên civakî û mafê mirov li cihanê . bi kurtî , pirkirina dostan û hêzbûn li beramber rijêma sûrî ev amadekirne bermabrî van karan de.
peyamner