belavokên partiyan

Xwendinek li dor bûyerên Tûnis û Misrê

  Dîmoqratî kurdî – hejmar 29

Di 1/12/2010 an de , û berî bûeyrên Tûnis û Misrê , Rojnama ( Dîmoqratî ) nameya vekirî ya ku Mamoste Hemîd Derwîş ji bo serok komar re şandibû belav kir , di wê nameyê de rewşa karesetî ya ku herêmên kurda gihaştiyê de bi sedema siyasetên şovînî û pilanên nejadperstî û ziwahiyê .. û wê nameyê xwest ku destpêşek ji serok bê da sînorekê ji vê rewşê re deynê û çareseriyekî ji dozên welat re bên dîtin ..
Û di roja îro de , li dû bûyerên xwepêşandin û raperîn ku li herêma rojhelata navendî û bakurê Efrika yê çêdibin di dema dawî de , ku ji Tûnisê û Misrê û Urdin û Yemen û Cezayêr destpêdike , giringiya wê destpêşê zêde dibe ji bo dîtinek hebe ji bo sekinandina vê êşê û berhemên wê yê nîgatîf .
Ev bûeyrên ku di van roja de li çend welatên herêmê de pêktên , ne ji valayêkê de çêdibin , lê bê gûman ji êşekê tên .. li Tûnisê wê raperînê rejîma Zeyn Elabidîn Bin Elî xist , û li Misrê ew xwepêşandinên mezin yên ku li gelek bajarên Misrê pêktên dixwazin ku rejîma Husnî Mubarek nehêlin  .
Ev xwepêşandan û raperîn di destpêkê de tên ji piştîneya astengiya rewşa  jiyanî ya ku mirovên van welata tê de dijîn , her wiha ji ber belavbûna gendiliyê ji hêla hakima û kesên li derdora wan , ya ku hiştiye welatî birçî bibin ji alîkî ve û siyasetên zorkarî û zordestî ku ew rejîm li dijî welatiyên  xwe pêktînin.
Siyasetên devgirêdanê û zorkariyê û zordestiya azadiyên giştî û tenayî , û nehiştina welatiyên dî di hevkariya kargêrîna rewşa welat û civakê de , û bixwekirina partiyên hakim di kargêrîna rewşa dewlet û civakê de , ji sedemên serekîne di serhildana xelkê van welata .
Partiya me , partiya Dîmoqratî Pêşverû Kurd li Sûriya , û ji ji bingeha miqatibûnê li ser berjewendiya niştîmanî ya welatê me Sûriya , û ji bo ti bûyer û hejandinên civakî li welatê me çênebin , gelek caran daxwaza çaksaziyên siyasî û abûrî û civakî kiriye , û îro dîse takîd dike li ser wê helwêstê ji bo dûrxistina xeterên di rê de ku mumkine bê ser aştî û cîgêreya kesûkarî di Sûriya de .

* rojnameke mehane ye Partiya Dimoqrati Pêşverû kurd li Sûrya belav dike – hejmar (29)

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…