Deham Ebdulfettah
Karê ( viyan ) bi raweya ( vên ) û ( vîn ) jî hatiye .
– Gêwê Mukriyanî di ferhenga xwe de , ya bi navê (kurdistan) dibêje ( di Kurmanciya Bakur de ) :
Vên : Wîstin , xoşewîstin , arezû.
Vîn : Daxwazî ( Kurmanciya Bakur ) .
– Hejarê Mukriyanî jî di ferhenga xwe ya bi navê ( Henbane Borîne ) de dibêje :
Ev her du gotin , bi wan wateyên jorîn , di hindek jêderên dîtir de jî hene :
– Ehmedê Xanî di ( Nûbihara Biçûkan ) de dibêje ([1]) :
( Îşaret wehî û telwîh û îradet vên û qudret şên )
Anku , ( vên : xwestin , daxwazî , arezû ) .
Ev kar bi raweya ( viyan ) , weku jêderên karan , di hemû dem û raweyan de tê veguhestin:(Min viya , ez divêm , ez ê bivêm…. ) .
Rêzderiya ( awarteyiya ) vî karî ji du hêlan ve hatiye :
1 – Ji hêla teşeyê ( formê ) ve , ev rawe ( viyan ) wek karên nederhingêv ( têneper ) saz bûye :
( Keniyan / kenîn / , geriyan / gerîn / , kişiyan / kişîn / , westiyan / westîn / … ) û li wê şopê jî viyan û / vîn /([2])
2 – Ji hêla têgeh û watedariyê ve , weku karên derhingêv ( têper ) , bi wateya ( xwestin ) , dihingive berkarê xwe yê rasteder ( rastewxo ) :
( Min pirtûkek viya / xwest / , ez pirtûkekê divêm / dixwazim / , ez ê pirtûkekê bivêm / bixwazim / …. ) .
Em dizanin ku hemû karên nederhingêv ( li gora rêzika xwe ) , di hemû deman de , bi cînavên koma / ez / re tên veguhestin : ( viyan ) jî , li gora forma xwe ya nederhingêv , gerek bi wê pîvanê bihata veguhestin : ( Ez viyam , ez divêm , ez dê bivêm …. ) .
Ev jî ne durist e . Çiku ( viyan ) li vir derhingêv e , gerek di demên borî de bi cînavên koma ( min ) re bê veguhestin , Wek :
– Min pirtûkek viya ( xwest )
– Te pirtûkek viyaye ( xwestiye )
– Wî pirtûkek diviya ( dixwest )
– Wê pirtûkek viyabû ( xwestibû ).
– ….
Lê di demên nuha û paşeroj de , ev kar ( derhingêv be yan nederhingêv be ) pêwîst e ku bi cînavên koma / ez / re bê veguhestin :
– Ez pirtûkekê divêm ( dixwazim )
– Ez ê pirtûkekê bivêm ( bixwazim )
Di warê kiryariyê ( pratîkê ) de karê ( viyan ) , di nav gel û di nivîsaran de jî , bi du coran tê xebitandin :
1 – Corên Nederhingêv :
Ev corê nederhingêv li gora demê tê guherîn :
Dema Nuha :
Di vê demê de ev kar bi raweya ( divê ) bikar tê .
Wek :
– Divê ez te bibînim
( gerek ez te bibînim )
– Divê em herin Şamê
( pêwîst e em herin şamê )
– Divê hûn zimanê xwe biparêzin
( pêdivî ye hûn zimanê xwe biparêzin )
Em dizanin ku raweya hemû karên nederhingêv ên asayî ( normal ) li gora karayên ( kiryarên ) xwe tên guherîn , anku eger kara yekjimar be , yan komjimar be , kar jî li wê gorê , raweya xwe digire , wek ( ez diçim , tu diçî , ew diçe , em diçin … ) .
Lê karê ( divê ) , digel ku nederhingêv e û di dema nuha de ye jî , nehatiye guherîn , gelo çima ?!
Di mînakan de , karê ( çûn ) , li gora guherîna karan ( ez , tu , ew , em ) tê guherîn . Lê karê ( divê ) , ji ber ku karekî rêzder e ( awarte ye ) , karayê wî hevoka li pey wî ye . Ev hevok jî bi karayekî yekjimar tê texmînkirin , anku hevok cihê karayekî yekjimar digire . Loma karê ( divê ) di raweya yekjimarê de ( bê guherîn ) dimîne :
– Divê em biçin = çûn bo me divê = çûn divê bibe
– Divê tu pirr bixwînî = xwendina pirr divê = bo te
xwendin divê .
Di van mînakan de ( çûn , xwendin ) karayên yekjimar in , karê ( lêkera ) wan jî ( divê ) , li wê gorê yekjimar hatiye . Ev jî li gora aheng û kategoriya karên nederhingêv pêk hatiye .
Di hindek hevokên vê raweya ( divê ) de , kara navekî eşkere , li pêş karê xwe ( divê ) bikar tê , anku wek hemû karên nederhingêv :
– ( Arvan ji malê re /divê/ , şekir û ardû jî /divên/… ) .
Di vî şêwazê hevokan de karê ( divê ) jî , weku karên dema nuha , nîşandekên jimara kara lê xuya dibin :
– Pênûsek bo min divê ( gerek e )
– Gelek tişt bo min divên ( gerek in )
2 – Corê Derhingêv :
Li gora ku ( viyan ) bikar tê , ew jî weku hemû karên derhingêvên asayî , li gora rêzik û destûran tê veguhestin :
1 – Di her çar demên borî û daxwaziyên beranberî wan de , bi cînavên koma / min / re tê veguhestin .
Wek :
– Min sêvek viya ( xwest )
– Te sêvek viyaye ( xwestiye )
– Wî sêvek diviya ( dixwest )
– Wan sêvek viyabû ( xwestibû )
– ( Xwezî ) min çar sêv biviyana ( bixwestana )
– ( Bila ) te jî pênc sêv viyabûna ( xwestibûna )
– HD…………………………. .
2- Di dema nuha û daxwaziya wê de , ev kar bi cînavên koma / ez / re tê veguhestin .
Wek :
– Ez sêvekê divêm ( dixwazim )
– Tu sêvekê divêyî ( dixwazî )
– Ew sêvekê divê ( dixwaze )
– Hûn sêvekê divên ( dixwazin )
– ( Gerek ) ez sêvekê bivêm ( bixwazim ) !
– ( Xwezî ) tu jî sêvekê bivêyî ( bixwazî ) !
– ( Bila ) ew jî sêvekê bivê ( bixwaze ) !
– ( Belkî ) em jî sêvinan bivên ( bixwazin ) !
– HD………………………….. .
3 – Ev kar di dema paşeroj û daxwaziya wê de jî bi cînavên koma / ez / re tê veguhestin .
Wek :
– Ez ê sêvan bivêm ( bixwazim )
– Hûn ê sêvan bivên ( bixwazin )
– ( Gerek ) em jî ( sibe ) sêvan bivên ( bixwazin )
– HD…………………… .
Bi vê veguhestina karê ( viyan ) , ku di hemû dem û raweyan de pêk hatiye , em piştrast dibin ku ev kar weku hemû karên derhingêv , bi asayî dikeve ber rêzan û destûrên rêzimanî .
Lê tiştê seyr û balkêş di karê ( viyan ) de ew e , ku di warê kiryarî de berevajî wê veguhestina jorîn bikar tê.
1 – Li gelek herêman û bi berfirehî di nav gel de tê gotin :
– Min ji te divê …
– Min ji te navê ….
– Te çi ji min divê ?
– We çi divê …. ?
Ev şêweyê veguhestinê ne bi devikî tenê bikar tê , lê di nivîsînên gelek kesan de jî tê dîtin .
2 – Seyda Sadiq Behadînê Amêdî , derbarî karê ( viyan ) dibêje : ( kirineka / karekî / ne rastrêzan e / rêzder e / ) . Seyda Amêdî veguhestina vî karî bi vî şêweyî pêk tîne :
Borî : Weku karekî derhingêv bi cînavê koma / min / re veguhestiye : ( Min viya , min viyaye , min diviya , min viyabû …. ) .
Nuha : Di vê demê de ( nerastrêzana ) vî karî diyar dike û berevajî destûra veguhestina hemû karên derhingêv û yên nederhingêv jî , karê ( viyan ) bi cînavên koma ( min ) re vediguhêze :
( Min divêt / divê / , te divêt , wî / wê divêt , me divêt , we divêt , wan divêt ) .
Paşeroj : Di vê demê de jî , berevajî karên derhingêv û nedrhingêv , vî karî bi cînavên koma / min / re bikar tîne :
( Min dê vêt , te dê vêt , wî / wê dê vêt , me dê vêt , we dê vêt , wan dê vêt ) .
3 – Di helbestên Kurdî yên kevneşop ( kilasîk ) de jî ev xebitandina ku ne li gora rêzan û destûa rêzimana Kurdî , pêk hatiye :
– Ehmedê Xanî dibêje :
– Her çî te divê bibî ( ddelalê – ضلالى )
pabendî dikî bi zulf û xalê ([3])
– Melayê Cizîrî jî dibêje :
– Me bi dil nêrgizên xasse divên ,
semen û yasimînê taze divên
– Bi ziyaret me ji wan bose divên
turreya şengê dil- aşufte divên ([4])
– Melayê Bateyî jî bi wî şêwazî dibêje :
– Meclisa bê saz û heyhey
min nevêt , naçimeyê ([5])
Di van mînakan de xuya ye ku her sê helbestvanan karê ( divê ) , wekî ku ew karekî derhingêv di dema borî de be xebitandiye û bi cînavên koma / min / re veguhestiye , digel ku ev ( divê ) di dema nuha de ye , ne ya borî .
Arîşeya vî karî , bi vî şêweyê xebitandinê , ev e :
1 – Raweya ( divê ) forma dema nuha ye , boriya vî karî ev e ( viya , viyaye , diviya , viyabû ) , ne ( divê ) ye .
2 – Forma ( divê ) ya dema nuha , gerek bi cînavên koma / ez / re bihata veguhestin , ne bi cînavên koma / min / re . Anku , li şûna ( min te divê ) û ( wî tiştek ( divê ) , gerek bê gotin : ( Ez te divêm ) û ( ew tiştekî divê ) .
Eger têbîniyek derbarî mijarê hebe, bi hêvî me ku berçav bibe.