Paşgira (Andin) Di Zimanê Kurdî De

Deham Ebdulfettah

Paşgira ( andin )  di herdu şêwezarên Kurdî ( Kurmancî – Soranî ) de bikar tê . Ev paşgir digihêje çend corên bêjeyan û wan bi xwe re dike karinî derhingêv . Anku , erkê vê paşgirê yê sereke sazkirina karên derhingêv e , wekî ku di van xalên jêrîn de berçav dibe :

1 – Digihêje binyata ( regê ) dema nuha ya hin karên nederhingêv û wan bi xwe re dike karinî derhingêv .

Nimûne : Karên Nederhingêv  Karên Derhingêv
– Razan                      razandin
– Xuriyan                   xurandin
– Perritîn                    perritandin
– Kelîn ([1])          kelandin
– Barîn            barandin
– Revîn             revandin
– Kenîn                     kenandin
– Xebitîn         xebitandin
– Şewitîn                  şewitandin
– Geriyan                   gerandin
– HD ……………………….
Ev karên nederhingêv li gora vê rêzika jêrîn bûne derhingêv : ( Binyata dema nuha ya karê nederhingêv + andin = karê derhingêv ) .
Binyata dema nuha jî , bi vî şêweyî pêk tê :
– Kar di dema nuha de : ( kenîn —- ez dikenim )
– Avêtina pêşgira dema nuha ( di ) û paşkokên kesîn ( im , î , e , in ) ji karê dema nuha : ( di – ken – im —— …ken… )
Dêmek binyata dema nuha ji jêdera karê ( kenîn ) bêjeya ( ken ) e . Binyata dema nuha ji karên dîtir jî li vê mînakê tê pîvan û bi vî şêweyî pêk tê :
Kar              Dema Nuha         Binyat        Derhingêv
Şewitîn     ( ez ) dişewitim     ..şewit..        şewitandin
– Xebitîn     ( tu ) dixebitî        ..xebit…       xebitandin
– Mirin        ( ew ) dimire         ….mir…..     mirandin
– Hejîn         ( hûn ) dihejin       ….hej…..      hejandin
– Bezîn        ( ez ) dibezim        ….bez…       bezandin
– Revîn        ( tu ) direvî                     …rev…        revandin
– Zîvirîn      ( ew ) dizîvire       ….zîvir…     zîvirandin
– Geriyan    ( ew ) digerin        …ger…..      gerandin
-HD……………….
2Li hin herêman paşgira ( andin ) digihêje hindek navan jî û karên derhingêv ji wan saz dike .
Wek : ( şop , tep , xew , toz , pel …… )
– Şop + andin = şopandin
– Tep + andin = tepandin
– Toz + andin = tozandin
– Xew + andin = xewandin
– Pel + andin = pelandin
– HD……………   .
Li gora erk û cihê paşgira ( andin ) gerek ev nav ( şop , tep , toz , xew , pel ) binyatên karinî nederhingêv bin . Anku , ji van jêderan ( şopîn , tepîn , tozîn , xewtin , pelîn ) , weku binyat û navên jêderî hatine dariştin :
Şop – şopîn / şopiyan : Ew şopî / şopiya
Tep – tepîn / tepiyan : Ew tepî / tepiya
Toz – tozîn / toziyan : Ew tozî / toziya
Xew – xewtin .          : Ew xewt .
Lê di warê kiryarî ( piratîkê ) de , ji bilî karê ( xewtin – xewandin ) ku di şêwezarê Kurmanciya Jêrîn ( Soranî ) de bikar tê , ew karên dîtir nayên xebitandin . Dibe ku jêderên van navan di zimanê Kurdî yê dêrîn ( kevin ) de , yan jî di şêwezarekî wî de hebûn , lê bi dirêjahiya demê re paşguh bûne û hatine jibîrkirin , wekî ku gelek jêderên bêjeyan di zimanê me de bi demê re winda bûne ([2]).
3 Paşgira ( andin ) digihêje hindek navên dengan jî û wan bi taybetmendiya xwe dike karinî derhingêv , bêyî ku karên nederhingêv ji wan hebin , wekî van dengên dûbarekirî ( lîlan , lorîn ) :
– Lîlan ( lîlî – lîlî ) : lîl + andin = lîlandin
– Lorîn ( lorî – lorî : lor + andin = lorandin([3])
– HD…………………………
Taybetiya van karan û yên di rêza wan de , weku (fîkandin , tewwandin … ) ew e ku bi van formên xwe ( lîl + andin , lor + andin , fîk + andin , tew + andin ) weku binesaziya karên derhingêv pêk hatine , lê bi wate û hevoksaziya xwe weku karên nederhingêv tên xebitandin .
Wek : – Zînê di daweta birayê xwe de lîland
– HD………………….
Di vê mînakê de karê ( lîland ) , li ber çavan , karekî nederhingêv e , hevoka wî ya mînakê bêyî berkarê rasteder watedar û sergihayî ( temam ) e . Lê ku em bibêjin : – Zînê di daweta birayê xwe de ( dengek ) lîland , hingê gotina ( dengek ) dibe berkarê rasteder û karê ( lîland ) dibe karekî derhingêv . Anku , karê ( lîland ) di reseniya raweya xwe de derhingêv e , lê nederhingêv bikar tê , yan jî berkarê wî hatiye avêtin .
Karê ( lorandin ) jî weku ( lîlandin ) , ku em bibêjin :
– Zîn ji birayê xwe re dilorîne .
Li vir karê ( dilorîne ) nederhingêv e û hevok , bêyî berkarê rasteder jî watedar û sergihayî ye . Lê ku me got :
– Zîn ( birayê ) xwe dilorîne .
Hingê gotina ( birayê ) dibe berkarê rasteder û ( dilorîne ) dibe karekî derhingêv , wateya hejandin û teppandinê jî bi xwe ve digire .
Arîşeya van karan ( lîlandin , lorandin , fîkandin , tewandin ….. ) ew e ku ev kar di raweya xwe de derhingêv in , lê di warê xebitandinê de nederhingêv bikar tên . Em dizanin ku karên derhingêv ew kar in , ên ku dihingivin berkarên rasteder , wek ( dan , badan , xistin , raxistin , çandin , hilçandin , kuştin , guran , kirin , kolan ….. ).
Karên derhingêv di dema borî de bi cînavên kesîn , ên koma ( min )re û navdêrên di rêz û raweya wan de tên veguhestin .
Wek : – Min pirtûk xwend
– Te name nivîsî
– Wî heval dîtin
– Zînê gul avdan
– Şagirtan sêv çinîn
– HD …………
Lê di dema nuha û paşerojê ( ayinde ) de hemû karên derhingêv bi cînavên kesîn ên koma (ez) re tên veguhestin .
Wek : – Ez pirtûkê dixwînim
– Ez ê pirtûkê bixwînim
– Tu nameyê dinivîsî
– Tu yê ( tê ) nameyê binivîsî
– Ew hevalan dibîne
– Zîn gulan avdide
– Şagirt dê sêvan bixun
– HD …………………
Karên nederhingêv jî , di hemû dem û raweyan de bi cînavên koma ( ez ) re tên veguhestin .
Wek : – Ez çûm , ez diçim , ez ê biçim…………
– Tu ketî , tu dikevî , tu yê bikevî……….
– Ew hatin , ew tên ( dihên ) , ew ê bên ( bihên )….
– HD …………………….
Li gora vê pîvanê , ew karên ku ji navên dengan û paşgira ( andin) saz bûne , ew jî di dema borî de bi cînavên koma ( min ) re tên xebitandin :
Wek : – Min di Nûrozê de lîland
– Te ji birayê xwe re lorand
– Wî ji hevalê xwe re fîkand
– Me ji dengbêjê xwe re tewand([4])
Anku , ev kar jî , dikevin rêza karên derhingêv , bêyî ku berkarên rasteder di hevokên wan de xuya bibin .
Em dizanin ku çi karê derhingêv ê heye dihingive berkarekî rasteder . Berkarên van karên  derhingêv jî hatine avêtin . Reseniya hevoksaziya van karan , gerek bi vî şêweyî be :
– Min di Nûrozê de ( awazek ) lîland
– Te ( birayê ) xwe lorand
– Wî ji hevalê xwe re ( dengek ) fîkand
– Me ji dengbêjê xwe re ( dengek ) tewand.
Bi vê yekê ew navên di nav kevanan de dibin berkarên rasteder . Wilo jî karên ( teppandin , reqqandin , reppandin …. ) .
4 – Paşgira ( andin ) digihêje hin karên biyanî ( Erebî ) û wan bi xwe re dike derhingêv .
Wek : – Cerrib + andin = cerribandin
– Ricif  + andin = ricifandin
– Xecil  + andin = xecilandin
– Reş  + andin = reşandin
– Bexir + andin = bexirandin
– Qesim + andin = qesimandin
– HD ………………………
Berî nuha me gotibû ku erkê paşgira ( andin )ê sereke ew e ku digihêje hin karên nederhingêv û wan dike derhingêv .
Wek : – Zarok razan ( ew bi xwe razan )
– Zînê zarok razandin ( ew hatin razandin )
Li hin herêmên Kurdistanê paşgira ( andin ) digihêje çend karên derhingêv , wek ( nivîsîn , hêran , dêran , pêçan , guran , kolan ….. ) . Ev karên xwerû bi van formên resen derhingêv in .
Wek : – Nivîsîn : Min name nivîsî
– Hêran : Zînê danê xwe hêra
– Dêran : Cotyar genim didêrin
– Pêçan : Fatê cil pêçan
– Guran : Temo berxek gura
– Kolan : Gundiyan çalek kola
Vêca ku paşgira ( andin ) digihêje van karan , dîsan ev kar derhingêv dimînin :
Wek : – Nivîs + andin = nivîsandin
( Min name nivîsand )
– Hêr + andin = hêrandin
( Zînê danê xwe hêrand )
– Dêr + andin = dêrandin
( Cotyar genim didêrînin )
– Pêç + andin = pêçandin
( Fatê cil pêçandin )
– Gur + andin = gurandin
( Temo berxek gurand )
– Kol + andin = kolandin
( Gundiyan çalek koland )
– HD………………..
Pirsa ku derbarî van karan , raberî me radiweste ev e : Eger ev kar bêyî paşgira ( andin ) jî derhingêv bin , ka rol û kartêkirina vê paşgirê li wan çi ye û ka bo çi gihiştiye wan ?!
Dr . Nesrîn Fexrî dibêje ([5]) : Wateya karê ( nivîsîn ) û (nivîsandin ) ne wekî hev in . Paşgira ( andin ) wateya (pêdakirin ) , ( pê da nivîsîn )dide . Li gora Dr . Nesrîn Fexrî , wateya her du raweyan ( nivîsîn ) û ( nivîsandin ) ji hev cuda ne .
Wek : – Zînê name nivîsiye
( Wê bixwe nivîsiye )
– Zînê name nivîsandiye
( Hinekan pê daye nivîsîn )
Ez bixwe ne bi vê dîtina Dr . Nisrîn re me . Ez dibînim ku çi têvelî di navbera wateya ( nivîsîn ) û (nivîsandinê ) de nîn e . Dema ku em dibêjin :
– ( Min pirtûkek nivîsî ) û ( Min pirtûkek nivîsand ) ,wateya van her du hevokan yek e . Ew jî ew e , ku pirtûkek ji hêla min ve hatiye nivîsîn . Ew karên dîtir jî wek ( hêrandin , dêrandin ….. û stirandin ) li karê ( nivîsîn ) û ( nivîsandin ) tên pêvan .
Bi gumana min , paşgira ( andin ) bi şêweyekî gelêrî gihiştiye van karên derhingêv , bêyî ku çi bandorê li wan bike , yan çi sûdê bide wan .
Têbînî :
Eger nêrînin cuda derbarî naveroka mijarê hebin hêvîdarim ku berçav bibin !

 

[1] – Hinek kar bi du şêweyan bilêv dibin , wek( kelîn – keliyan , gerîn – geriyan , kenîn – keniyan , bezîn – beziyan , barîn – bariyan , revîn – reviyan…. ) .

[2] – Em ê vê mijarê di bin navê ( jêderên winda ) de di vê pirtûkê de vekolin .

[3] – Lorîn ( lore – lor ) : Dengê zûrîna guran e . ( Dr . Nesrîn Fexrî – Govarî korî zanyarî Kurd – Bergê sêyem , beşî yekem . Bexda ( 1975 ) – Rû ( 230 – 231 ) . Lê di Kurmanciya Jorîn de ( Lorandin ) bo razandina zarokan bikar tê . Li vê gorê dayik zarokên xwe bi dengê guran ditirsînin û wan radzînin .
[4] – Dema ku dengbêj destire guhdarê wî jê re ditewîne , anku pêre dibêje ( tew…tew…tew…. ) .

[5] – Dr . Nesrîn Fexrî : Govarî zanyarî Kurd – Bergî sêyem – Beşî yekem . Bexda ( 1975 ) – Rû ( 228 ) .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…