Helbest u pexşan

TENÊ TU YÎ !


Demhat Dêrikî

1. Di nava pêlên deriya ponijandin
û awaza bayê mirinê de ku
ji dengê guve guva wê darbest ji dayîk dibin,
tenê tu yî ronîvedana dilê min!
2. De bila peyvên wan li ber dîwarkên sêwî
, pêşengehên tofana diyarî
reşdestana Bekoyan bikin…û
di navbera didanên xwe sêdaran amade bikin…
madem tenê tu yî navnîşana pirtûkên dilê min
û sernivîsên rojaneya hestên min,
min çi ji xelkê ye?!..

3. Bi Tewret, Zebûr, Încîl û Quranê xwe dipêçin
, di ayatên evînkuj de,
di şevên reşbagerî de goran dikolin
û bi dengê xwepêşandanên(li vî welatî evîn qedexeye!)
, li goristanan digihînin qatên heftan…
de bila bibêjin lêêê…madem tenê tu yî qublegeha vî dilî,
de bila bibêjin lêêê esmerê!

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…