hevok .. Ji bo hevala hêja «xilûd»


Şêro DALÎNÎ

Qolincên di hevokên te de ..
Min hêlandikin
Kayina mijûlbûna hestên te yên hardikim
Şaxvedana biryareke di hinavên min de ..
Ji te re şîrovedikim
Dibe ku pêkenîn ..
Ji benîştê dara bejna te be .
Ma raste  .. ?
Ma raste divê ku şerê evînê bi dehên caran bikim ?!
Yan jî xwe bi dehên pirtûkan bidim xwendin
Ta ku evîneke ji hembêzeke sîpe ..
Di dilekî germ de rawestînim
Ezê .. te bi xwe re li hemî welatan  ..
Bigerînim ,
Li şûna hemî alan ..
Te ber ba bikim ..
Te bi gotin û awaz li gorî dilê xwe ..
Binivîsim ,
Li şûna hemî sirûdan her roj bixwînim .
Ez diçim û canê xwe tirafa termekî şewitî ..
Di binê berîka te de ..
Diyariyeke biçûk .. di hêlim ,
min bihêle meyeke kevnar..
min binoşe .. serxweşiya te .. ya min e .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Kîndarî û jehîra li dijî Kurdan di Sûriyeyê de roj bi roj zêdetir xuya dibe، û vê rastî nikare bêkêmasî paşguh bike. Di serdema salvegera rûxina rejîma Esed de، li Şamê xwenîşandanên hatine birêvebirin wisa nîşa dan ku sloganên li dijî Kurdan bi awayekî vekirî û bêşermane…

Konê Reş

Xweş e ku em bîranîna Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, sê gîsin jî bikim. Wek ku diyar e, roja (04.12.2025), 47 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe, xweş e ku em di vê rojê de, li hin şîret û pendên wî vegerin.. Min ev gotinên wî (Ma ne wilo…