Rêçên ku mîna tozê direvin*

 
Ehmedê Huseynî 
Hekîm Sefkan

Min destên te li ser durêyên sawê ji bîr dikirin
Min bêriya pêjna te dikir
Wek ku rê ne ji gava me re hatibû xemilandin
Nasnameyên me di qelşên wê re winda dibûn û dara tûyê di hembêza te de digiriya

Şopên kelogirî tika dikirin û serê roavahiyê li ser balgeha bîranînê ditevizî
Xewên xilmaşbûyî li hêviya bidawîhatinê bûn
Lêbelê dawîhatin bi kesera te dest pê dibû
Em di terkên nenas de ber bi bênavnîşaniyê ve digindirîn
De min ragire!
û zimanê xwe li şûna vê xweliyê li cih bihêle ey sefer!
Û qîlên xwe ji nav parsûyên bîranînên birîndar bikişine!
Dayika min ji te hez nedikir
û ne jî ji bagera te
Bavê min zimanşikestî ji hevdîtina te vegeriya
Bişkojên peyvê radestî destana te dibûn
Ewrên te saw di pêsîrên jinebiyan de diçandin
Lê tu bi nexweşiya tozê diketî, ey zersosina vegerê!!
Berî her pizanê tu bi karwanekî laşên lal ber davêjî
Û sirûdên xwîna te asoyên xwe dikujin
Mirîşo di govenda kurtêlxwarinê de serxweş dibin
Ne darbesta te hêjayî mirinê ye û ne jî mirina min têra axa te dike
Tu di devê topa nehezkirinê de nifirek î
Tu bi şevçirayên xwe xewna dayika min dilorînî
De destê xwe ji paxila bêrîkirina min bikişîne û bîna êvarê bi ser berbiskên çîrokê de nerijîne!
Bila siya terkên te nebe hîzarê destbirîna me
De bila darhinara te welatan dorpêç bike û de bila Cûdiyê te hînî xemsariya pêxemberan bibe û çiyayên bûzgirtî ji tîna te ta digirin
Min xwelibakirin û semageriya şînîgiriya te dipesinandin
Û min bi heyvanê te êşa xwe dimeyand, va ye tu min di meşka xwe de dispêrî dewkêlên çavnebar ên berbangê
Reşgirêdana te ne bi dilê min û ne jî bi dilê şevê bû, reşgirêdana te wek dastanekê hêjayî xwekuştina gulê bû
Di bêdengiya kêliyan de hezar şevên kanûnê derbas dibûn Û dema ku axîna min pêrgî nexşeya te dibû, sînorên te di dilê min de diteqiyan û min bawer nedikir
Siya xwîna min dibû xaçerêka pevgirêdana zîvalên te û destên min ji cegerdariya kêla te nedibûn
De hilbe ey xwedayê seferê û mohra xcwe ya ji bêhûdayiyê li ser eniya rêçcen qederê li şûn bihêle!
De were û bargehên xwe yên nenas, nejdeyên kêferata xwe, hespên serberdayî yên nifira xwe di rûpelên qonaxê de daçikîne û vê xweliyê hînî sistegavên penaberan bike!

Wêneyên kulên me li hemû koşeyên axên perçebûyî bi dar veke

Û ji karwanê berbeyabiyê   re bibêje:

Xelata reçên seferê helbest e

Xelata rêçên seferê darbest e…

Têbînî:

* Ev helbesta hevpar, di 2000/ 11/ 24`ê de, di trêna navbera Bruksel û Kolnê de hatiye nivîsandin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Sedîq Sernexî

Li Parisê, di roja îro de, civînêk siyasî hat lidarxistin ku di navbera dewletên wekî Amerîka, Fransa, Îsraîl û Sûriyê de bû. Ev civîn di nav şerê geostrategîk a herêma Rojhilata Navîn de tê dîtin û nikare bê sersekn bibûre di taybetî da ku ew bê beşdariya Kurdan hat lidarxistin.

;Armancên…

Di van demên dawî de, pir lê pirsîn û éleqeyeke mezin, ji pirtûkên zarokan/ciwanan re heye. Em wek pirtûkxane, gelek car bi daxwazîyên xwendevanên xwe re nagihîjin. Ji ber vê yekê; nivîskarê me, birêz İskan Tolun dev ji hemî karên xwe berda û dest bi romana xwe ye ku, ji bo zarok û…

Fewaz Ebdê

Dema tu li ser zinarekî ji zinarên rêzeçiyayê derdora Mêrdînê radiwestî û li aliyê Başûr dinêrî, “Beriya Mêrdînê” mîna sicadeke Kurdî li ber çavê te tê raxistin.. li keviyekê jê gundek mîna hêlîna Qitkê li wê rastê ye; ew gundê Keser e. Çawa rok hiltê li gund dide û di…

Konê Reş

Di roja 16/7/2025 de romannivîsê Kurd Laleş Qaso ev gotin bo min nivîsand:

(Ev jî xortaniya min û Konê Reş e.. Ez û Kon ji herdu rehan ve digihên hev. Kon li Binxetê û ez jî li Serxetê çêbûme. Lê ez ne ditebitîm, ez her li Binxetan û…