Dilawerê ZENGÎ
Berî her tiştî, ez dixwazim bibêjim, ev gotara min ne lêkolîneke siyasî ye, belê hin gazin û ronîkirina rewşeke girêkûtkî ye. Wêneyek ji jîweriya me ye. Dibe ev gotar bi hin kesan tehl be. Lê em ji bîr nekin Kurda berê Gotiye:” rastî tim tehl e”. Ji mafê min e ez vê rastiyê bibêjim. Çîroka vê gotarê, serpêhatiya kalemêrekî ye. Ev kalemêrê ku di civaka xwe de hatiye jibîr kirin, bi saxî hatiye mirandin.

Gelo gunehê Kê ye û ji kê tê xwestin?!. Ez bawerim yên mîna wî di civaka me de pir in. Lê ez bixwe rastî vî kalemêrî hatime û rewşa wî bandoreke pir mezin li min kiriye. Ew bû sedemê nivîsandina vê gotarê, ne tiştekî din. Vêca berî ez dest bi çîroka vî kalemêrê hêja bikim, ezê rewşa vê rastiya tehl ji we re bibêjim.
Em bawerin, di bin siya rejîmên setemkar û zordar de, jiyana mirovan ne azad û ne serbest e. Jiyana miletekî bindest û bê narvîn, wê di çarçewa qedexe û talankirinê de bijî. Vêca miletekî wekî miletê Kurd di bin siya pênc rejîmên zorker de bindest û perçebûyî, ji mafê jiyanê bêpar e. Wehareng e wê ziman, tore, çand, û folklora wî jî qedexekirî be. Ez bawerim di bin barê van dijwarî û girêkûtkan de wê kesayetiya wî (Şexsiyeta wî) gelî jî dibin bandora rewşenbîriya neteweya serdest de windayî be. Vêca ji bo xweparastin û kêmkirina bandora rewşenbîriya serdest û pêşvebirina civaka xwe, berî her tiştî avakirina dezgeh , rêxistin û civatên civakî, rewşenbîrî û siyasî tên xwestin.
Di civaka her miletekî de, pêwîste rêxistin û dezgeh bêne avakirin. Armanc ji sazkirin û çêkirina van rêxistin û dezgehan ev e; berî her tiştî, kesayetiya (şexsiyeta) xwe –wek netewe-nasbikin û xwe bidin naskirin. Heger me xwe naskir, daxwaz û xwestekên me jî zelal dibin. Dost ji dijminan cida dibin. Kar û xebata tektîkî û istiratîcî jî tevlihev na bin, û mafê her miletekî li gorî rêzan û rêdanên cîhanî tên zelal kirin.
Piştî şerê cîhanê yê yekemîn Kurdan dest bi avakirina civat, komele û rêxiztinên rewşenbîrî, civakî û siyasî kirin. Evan dezgeh, civat û rêxisitanan roleke pir mezin di geşkirina hestê neteweyî û hişyarkirina gelê Kurd de lîstin. Lê li gorî mercên îroyîn rewşa rêxistin û tevgerên me Kurdan û bitaybetî li nav Kurdên Binxetê çine?!.
Berî her tiştî partî çine û ji bo çi têne avakirin?! Partî bixwe wesîle ye, ne akam e. Ji komek merovên bîrbir û zana di hizr û bîr û baweriyên xwe de mîna hev diramin li hev dicivin û tozik û rêbazan ji kar û barên xwe re datînin û kar ji bo pêkanîna armancên gelê xwe dixebitin. Armanca dawî û pêşî ji hebûna partî û rêxistinan -di civaka Kurdî de- ji bo pêkanîna mafê miletê Kurd e. Ji bo kurdayetiyê ye. Ji bo pêşxistina civaka Kurdî ye. Ji bo kar û xebatê ye, çi di warê siyasî û çi di warê rewşenbîriyê debe.
Gelo partiyên me çiqasî nêzîkî van merc û armanca ne?.
Berî bersiva vê pirsê bidim, ez dixwazim bêjim di 14 hezêrana sala 1957an de Partiya Demokrat a Kurdistanê li binxetê hat damezrandin. Armancên giring yên partiyê rizgarkirin û yekîtiya Kurdistanê bû. Tozik û rêzana wê bi zimanê Kurdî bû. Rojnameya Patî (Dengê Kurd) bi zimanê Kurdî bû. Ji bo hînkirina zimanê Kurdî Elfebeya Kurdî ya Nivîskarê gewre Osman Sebrî çap û belav kirin. Berî her tiştî endamên xwe hînî nivîsandin û xwendina zimanê Kurdî kirin. Hestê neteweyî di nav heval û dostên xwe de geş kirin. Ji sekreterê Partî ta bighê Endamên komikan di nav gelê xwe de digeriyan û ew li ser rewşa civakî, ziman û siyasetê hişyar kirin.
Em pir dûr neçin, û bersiva pirsa xwe jibîr nekin.
Anha em di babilîska bîst û yekê de ne, ango ev bû çel û çar sal di ser damezrandina patiyê re derbas dibe, ez dibêjim hêjaye em vê pirsê ji xwe bikin û bersiva xwe bidin.
Ji partiyekê em îro xwediyê diwazde partiya ne. Em jibîr nekin berê Kurda gotiye: ”Malê ji te bi hezar mal be”?!. Di sala 1962an de serjimara awarte li parêzgeha Cizîrê çê bû û du sed hezar Kurd bê nasname man. Di sala 1973an de Erebên (Xemir) anîn Cizîrê û erdên Kurdan dan wan. Navê hemû gundên Kurdan bi navin Erebî guhertin. Ziman û rewşenbîriya Kurdî qedexe kirin. Li hemberî vê rewşê erk û stûbarê tevgera Kurdî li binxetê çiye?!Û çi jê tê xwestin!?.
Mexabin, rewşa tevgera Kurd li Sûriyê dûrî van erk û stûbara ye. Ez nabêjim hemû partî û ne ez şerê hebûna wan dikim, lê belê pireya van partiyan, reng e, mercê çêbûna xwe winda kirine. Tariyê xwe girtiye ser daxwaz û xwestekên wan. Di valayiyekê de diçin û tên. Ta bi vê rojê daxwaz û xwestekên xwe li Sûriyê zelal nekirine û nakin, tenê çend simbolên girêkûtkî hatine hildan, bê ku ji gelê xwe re diyar û şirove bikin. Ne programekî hevgirtî ji bo pêşerojê û ne ji bo rojevê jî diyar dikin. Mexabin rojekê ev pirs ji xwe nekirine: Ka em çi dikin?! Çi ji me tê xwestin?! û çi divê Em bikin?! Nakokiya me bi kê re ye?! Bi Kurda re ye, yan bi rêjîmê re ye?!. Ez bawerim nakokî û Kêferata bi dijmin re jibîr bûye. Ji bo şer û nakokiyên navxwe çêbûne. Hebûna xwe di nakokî, paşgotin û dijayetiyê de dibînin. Bê nakokî û dijayetî nikarin bijîn. Perwerdekirina endamên xwe jî li ser van sincan xwedî dikin; yê ne hevalê min be dijminê min e. Gelo patî ji bo vê yekê hatine avakirin ?! xebatkarên mîna Dr.Nûredîn Zaza, Osman Sebrî, ……HTD. patî ji bo vê xerabiyê avakiribûn?!. Na, tenê ji me tê xwestin em hinekî şerm bikin, û rûmeta wan xebatkaran bigrin. Rewşa tevgera me gihaye wê rewşê ku hejmara partiyên me ji hejmara tiliyên herdû destan pirtir in. Lê, hejmara Siyasetvanên me ji hejmara partiyên me bi gelekî kêm tirin. Partîzanên me bûne dahol û zirne ji wan kesên ko ji bo şexsê xwe dixebitin. Ew kes miriyê şexsê xwe ne. ne miriyên Kurdayetî û serbestiyê ne. Ev rastiyeke tehle dive herkes bizanibe Partî bixwe wesîlek ji bo tu pê bigihê akama xwe, mîna ko tu li kerê siwar bibî û bi vê wesîlê bighê cihekî. Lê heger ew ker li te siwarê, û ji dêvla wî tu bizirî û tîzka bidî…., malwêranî ew bi serê xwe ye.
Gelo karên patiyên Kurdan di rewşeke rast û dirust dene an na?!. Xebatê di ber armancên xwe de dikin an na?!. Ji rewşenberiya Kurdî re çi kirine û çi divên bikin. Birastî ev pirsên han û gelekên dî di serê me de diçin û tên û tev bi hewceyî şirovekirinê ne. Ezê van pirsan li şûnê bihêlim û dagerim ser mijara kalemêrê hêja û çîroka xwe û wî ji we re bibêjim.
Mijara me rewşa kalemêrekî helbestvan e. Ez bawerim zelal kirina çîroka wî bersiva gelek pirsan wê bide û wê gelek rewşan li ber çavan zelal bike.
Berî em dest bi çîroka kalemêrê helbestvan bikin hêjaye em çîroka xwe û naskirina wî bibêjin: Di havîna sala hezar û neh sed û not û heftan de li bajarê Cizîrê min pertûka (Şerefnameya Menzûm-Cegerxwîn) belav dikir.
Wek hûn dizanin weşanxane û pertûkfiroşên me tunene, ji neçarî nivîskarên me ne tenê berhemên xwe çap dikin, belê belav jî dikin. Ez jî yek ji wan nivîskarên ku berhemên xwe bi nependî çap dikim û bi destê xwe belav dikim. Dixwazim hûn agahdar bin, neku me doz li partiyan nedikir an me xwe di ser wan re diqevast. Na, di belavkirina her pertûkekê de arîkariya wan hatiye xwestin. Lê, tu partî rojekê bi vî karî ranebûne, û ne alîkariya rewşenbîran kirine. Ji neçarî bajar bi bajar, gund bi gund û mal bi mal digeriyam. Gelek caran min ji ber fedya ev gotin dida ber riwê xwe û digot “Bi rastî gera pertûkan ne karê nivîskara ye, lê mexabin em ketine şûna ‘Etaran”. Bûye namûs û ketiye stiwê me. Hin kesan ji me re dikir kêmanî û hin kesan rewşa me dida ber çavan. Lê tiştê pir xerab hin partî di ser re şerê me dikirin û ji hevalên xwe dixwestin ku pertûkên me ji dest me negrin. Kesên ji destên me jî digirtin, ji ber fedî û nasînê bû. Li vir pirsek xwe bera holê dide. Çima ewan Patiyan şerê me dikirin?! Pirsek di cihê xwe de ye. Di baweriya min de berî her tiştî me ew li ber erk û stûbariya wan datanî. Em wak wan nediramiyan û ne hevalê wan bûn. Kêmasî û şaşiyên wan ber bi çav dibûn. Gunehê wan dihat diyar kirin. Qelsî û nekarkirina wan ji ziman û rewşenbîriya Kurdî re xuya dibû. Sed heyf û mexabin gotina wan ev bû: “Heger pertûka te bi zimanê Erebî bana menê ji destê te bigirtana. Lê hevalên me bi zimanê Kurdî nizanin bixwînin”. Vêca bi gera me re me pir şevêrkên rewşenbîrî digerandin.
Li Cizîrê li (Girkê Legê) li mala (B.G) şevêrka me geriyaye, şev li me zîz bûye, em ketine rewşa rewşenbîriyê. Me carnan xwe davêt çala ramyariyê jî, li wir me hinan bi serdixist û me hinên dî binçal dikir.
Birayê me (B.G) hinek gazin kir û ji min xwest ku em sibehê bi derketina rojê re berê xwe bidin kalemêrekî helbestan bi zimanê Kurdî dinivisîne û çend berhemên wî hene, lê mexabin tu kes ji Partiyan guhdariya wî nakin û xwedî lê dernakevin. Pêwîste em wî bibînin û alîkariya wî bikin. Birastî ez pir bi vê pêşniyarê kêfxweş bûm.
Di roja dî de, bi derketina rojê re, em birêketin, me berî da mala kalemêr. Em gihan gundekî mezin xelkên wê tev Ereb bûn. Li wir ez pir tirsiyam min got dibe me rê şaş kiri be, û em derbasî sînorên Iraqê nav gundên Erebên Şemeran û Cibûran bûbin. Min ji xwe pirsî: Ma gelo ev gundê mezin tev ji Erebên biyanî ji ku ve hatine welatê Kurdan?! Me gundên ku ji Ereban re hatine avakirin dîtiye ,lê ne bi vê susretê. Ne bi vê ecêbê. Sawêran ez birim û anîm û li ber pêlan ketim. Xiricira şevê çûyî. Perçebûn û jihevketina partiyan, nakokî û berberiya di nav bera wan de. Bêxwedîtî û bê sermiyaniya me, roj bi roj, em têne şilaftin û şûzkirin. Pêxwasan Erdên me talan kirin, zimanê me qedexe kirin, navên gundên me guhertin. Ka rola Partiyan li ku ma?!. Ka rêber û siyasetvanên me?! Ka leheng û şêrên me ?! Tewww..Tewww ev çi qur qura beqa ye…… .
Serê min pir giran bû, li ber çavên min reş bû, tezînokin hatin laşê min û ez gêj bûm. Min xwest xweliya xwe daqurtînim, lê zimanê min di devê min de pûç bibû bi ezmandevê min ve hatibû zeliqandin û xweliya min ne diçû xwarê…. Hilma min çikiya.. dilê min hate givaştin.. axîn jê hat.
Em pir serê hev neêşînin û devên birînên hev bi giwîzanan fireh nekin, û pir ji hev re dirêj û pehin nekin, û çîroka kalemêrê xwe jî jibîr nekin.
Li ser dengê (B.G) ez veciniqîm, û li xwe hay bûm bê ez ketime çi rewşê, tayekê min dibir û yekê min tanî. Ji min re got:
“Çi bi serê te hat. Diyare tu pir westiyayî, va em gihane gund, ev mala kalemêr e”.
Lê min li xwe dernekir û em derbasî hundirê malê bûn. Kalemêrekî kejîsor, bi cilin gewr, û bi bejneke navîn hate pêşiya me. Bi kurdmanciyeke zelal û xweş silava me vegerand. Piştî silav û xêrhatinê, me sedema hatina xwe jê re diyar kir. Kalemêrê me dest bi giliyên xwe kir, û me jî barê wî li barê xwe kir û me xwe da ber çapkirina dîwana wî. Kalemêrê hêja bi dilşadî xwe sparte destê me. Bi vî karî, me barekî giran da milê xwe. lê ji bo rewşenbîriya Kurdî merov çiqas xebatê û bargiraniyê bibîne jî gerek merov dilşad be. Armanca min xebata rewşenbîriya Kurdî û arîkariya vî kalemêrê hêja bû. Lê mexabin Beko ‘ewan bûne sedemê neçapkirina vî berhemê hêja û min ji vê xebata hêja bêpar kirin.
Birastî naskirina vî kalemêrî jibîra min naçe. kalemêrê hêja bi dilekî geş û zimanekî rewan dest bi xwendina çend helbestên xwe kir û çîroka jiyana xwe diyar kir.
Çîroka kalemêrê me pir dirêj e. Em nizanin gelo ji meşext bûna bav û kalên wî de , an ji bê kesîtî, û ne guhdana Partiyan jê re dest pê bikin. Lê emê her tiştekî bi demê ve girêdin û ji vê pirtir hew bibêjin. Lê, bawerim wê dem ji qurqura beqan re nemîne. Kurdan gotiye:”tişt xweş e, di çaxê xwe de”.
Di baweriya me de Kalemêrê hêja yek ji gencîneyên dev girtî ye. De werin em bi hev re lê guhdar bin. Kalemêrê zana û helbestvan bi van çend xêzan xwe dide naskirin:
“Navê min Nûredîn kurê Muhyedîn kurê mele Eliyê şêx Ebduleyê Ebdilmecîd e. Ez ji selaleta şêx Ehmedê Xanî me. Di bin navê Xemgînê Xanî de helbestên xwe dinivisînim. Li ber destê şêx Salihê şêx Ebdilhadî yê seyid Şêxmûs ez hînî Quranê bûme. Di sala (1904)an de li gundê Bêrxo qeza Wanê hatime dinê. Di şerê cîhanê de sala 1914an de em hatine Cezîra Botan û ji wir me berê xwe daye binya xetê gundê (Dêrûna Qulinga). Li vê dawiyê hatime gundê (Hemû Qûm). Anha jî ez melê gundê (‘Er’ûr) im.
Ez bi zimanê Tirkî, Erebî, û Kurdî dizanim. Min dîwanek ji 225 helbestan nivisandiye û min pertûka şêxê Sen’anî (texmîs) pênc rêz kiriye”.

Vêca “Dîwaro ji te re dibêjim bûkê tu bibihîz”e . Lawo“Ne dikin û ne dihêlin em bikin”. Xwedê arîkarê me be!!…..