Welatê evînê

 
Selwa Hesen Darî

Ew rengên çavên te yên lewend
Wek reng û sîtavên  biharê
Ez der basî bihara dilê te bûn
Rûdiniştim li bin sêbera darê
Dengên çivîkan dihatin min
Jiyan çiqasî xweş e!
Bi rewanekî xweş û gerim
Ez li ser mirina rewanê xwe geriyam
Ew kulilkên dilê te li dor min rengên buharê rijandin
Dengê semfoniyekê ji dûr ve dihat
Evîn çiqasî xweş e!

Rewanê min ji rewanê te re digot:
Em kar bikim ku tovên mirinê li welatê xwe bikujin
Da ku xelk tev karibin hezkirinê bijîn
Welatê ku tijî hezkirin be, çiqasî  xweş e!

Çavên min gelek axaftin digotin,
lê mirinê, li dor min, kulilkên dilan weşand û çivîkên rewanan  kuşt
Mirin çiqasî dijwar e

Çavên min ji çavên te re digotin

Mirin ne para me ye!

Em…

birewanekijîndar

dilekî gerim
wek Kawayê Hesinkar karibin…
wan xwinmijên ku mirinê li nava jiyanê çê dikin bikujin
      da ku rohniya çavan vegere û mirin tazî were dîtin

Mirinarewananjihemûmirinandijwartire

Em ê bihara dilan vegerînin
da ku em bibin rewandar
em ê çi bikin ji welatê mirinê

Welatê me biharadila ye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…

Li bajarê Düsseldorfê li Almanyayê, konferansa damezrîner a Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî bi dawî bû, piştî rojekê ji nîqaş û gotûbêjên berpirsiyar ên ku nûnerên dehane rêxistin, civak û saziyên sivîl ên Kurdî li hev anîn, bi tevlêbûna nûnerên hin partiyên Kurdistanî û her wiha bi amadebûna kesayetiyên civakî, çandî û akademîk…

Qado Şêrîn

Ehmedê Huseynî helbest guhert, helbesta wî watedar û bihêz û xweşik bû, kesek nikare wê inkar bike. Ew e yê ku helbesta nûjen gihande asta helbesta kilasîk.
Ji ber ku Ehmed lawê civaka kurd e ku hîn peyetiya kesayet û siyaset û idyelojya berz û blind û sereke ye, xwezî li Swêdê maba, pesnê Ocalan…

Hişyarê Emerê Le`lê

Periya dil ciwanek bê hemberî
Te ez kirme nav pizotên agirî

Bêriya te her di dilde dikelê
Hest û canê min li ser te dan girî

Xewna te ez jê şiyar nabim ticar
Te xeyalên asoyên min tev birî

Dil bi deştêve bi…