Gotar

Gotina Komîta birêvebir ya Partiya «Yekîtî» di çilrojiya birêz Ismaîl Umer de

  Xwişk û birayên hêja…
Dostino, hevalino…
Beşdarên birêz…
   Hûn tev bi xêr hatin û ti te,iliyan  nebînin.
   Eve bîranîna çilrojiya serokê parta me heval Ismaîl Umer e, yê ku piraniya we ew nas kiribû, ne ku serokê partiyekê bû û hew, lê belê, mirovhezekî bihinfereh, nefisbiçûk, cefakêş û hişmend bû, xwedî nirxên dostaniyê û rastgo bû, lewre jî, berketiyên rehmetî gelek bûn û em Karin bêjin bi deh hezaran bûn.
   Ji bilî heval û hogirên rêxistinên parta wî li Sûriyê û li gelek welatên Awropî jî, bi hezaran ji biraderên Ereb, Siryan-kildo Aşûr, Çerkez, Ermen û Turkmen jî berketiyên mamoste Ismaîl bûn.
   Birêketina bi hezaran xelk ji bajarê Qamişlo ta gundê Qereqoyê li pey cenaza rehmetî, name û birûskên sersaxiyê yên ku ji derve û hundir bi ser me de herikî bûn, serdan û beşdarbûna ewqas ciwanik û camêr li bin konên sersaxiyê û li encûmen û civatên sersaxiyê yên ku li gelek welatên derve hatibûn lidarxistin, bêguman nîşana gelek tuştên buha û bi wate bûn.
   Di vê bîranînê de, hêjaye bête zanîn ku xebat û siyaseta Parta Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, weke çawa hatibû naskirin, herweha jî, dê berdewam û li saz be.
   Ew nirxên mirovane, nirxên xebata bona Aştî, Azadî û Wekheviyê, yên ku heval Ismaîl û gelek nemirên mîna wî pê dihatine nasîn, her dê berçav û li ber me bin û bi vî hawî emê wefadar bin.
   Bi navê Komîta birêvebir ya Parta Yekîtî ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê, em sipasiya we hemiyan dikin, rêz û hurmet ji beşdarbûna we re, ji nûnerên Encûmena Siyasî ya Kurd re, ji Rêxistina Asûr a Demokrat û Danezana Şamê re, ji Parta hevpişt Parta Pêşverû, Encumena Giştî ya Hevbendiyê û kesayetiyên serbixwe re, ji nûnerên hemî rêxistin û partiyên Kurd, Ereb û yên Komonist re, ji rewşenbîr, zimanhez û komîteyên mafêm mirovan re.
Hûn bimînin di xweşiyê de û sipas ji guhdariya we re.

Qereqoyê : 26.11.2010Z
Komîta birêvebir ya

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…