Hijmara (23) an a Hawara Nû derket

Hewlêr/5-12-2006

Hijmara nû (23) a meha Çileya Pêşîn ji kovara Hawara Nû li Hewlêrê paytexta herêma Kurdistana federe bi herdû zimanên Erebî û Kurdî(kurmancî û Soranî) derket.Hijmara nû gelek gotar û lêkolînên çandî û siyasî û wêjeyî dihewîne li gel quncikên herdemî .
Sergotara kovarê bi navnîşana ” Gelên Rojhilata Navîn li şayisteyên xwe digerin” bû.Burhan Xeliyom nivîsa xwe a bi navê” derbarê wateya berxwedana niştimanî de ” dide weşandin.Mehmûd Rêmawî li ser ” Hamas li Israil mikur nayê anjî….li dîroka xebata Filistînî?” dinivîse.Can Hêmin ronahiyê dixe ser devera ( Nebî Horê”Sîros –Qureş”) .Her weha,deqên hemî semînerên konferansa ko Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî ew berî demekê bi navê (Projeya Rojhilata Navîn a Mezin: Semyan û Rehendên wê) li Hewlêra paytext lidarxistibû ciyê xwe di kovarê de digirin:semînera birêz Sero Qadir “Ragihandin û Rojhilata Navîn a Nû”,semînera birêz Selah Bedredîn”rehendê kurdistanî yê  projeya rojhilata navîna a nû”, semînera birêz Dr.Şêrzad Neccar “berhevkirinek di navbera projeya rojhilata navîn a nû û mezin de “,semînera birêz Karwan Akreyî”rehendê neteweyî yê projeya rojhilata navîn a nû”, semînera birêz Ferhad Emîn Selîm “projeya rojhilata navîn a mezin û siyaseta derve ya DYA “,semînera birêz Dr.Azad Neqşebendî”rehendê stratîcîk yê projeya rojhilata navîn a nû “û semînera birêz Dr.Xalid Seîd ” projeya rojhilata navîan a nû û mafê neteweyan di destnîşankirina çarenûsa xwe de ” .Di beşê Latînî yê kovarê de birêz Hesen Huseyn Denîz lêkolîna xwe a derbarê” Em taybetmendiyên zimanê xwe binasin ku lê xwedî derbikevin” didomîne , li gel helbesta Aras Dîbo ” Kurdê Bêkes im” û quncika herdemî a nivîskar Besam Mistefa û şîrovekirina wî ji pirtûkên ko ji aliyê Kombendê ve hatine weşandin.Ji bo agahiyên zêde Hawarê li ser vê navnîşanê bixwînin: www.hevgirtin.net

  Sergotar:

Gelên Rojhilata Navîn li şayisteyên xwe digerin

Di operasiyoneke aloze de,hêzên navxwe û derveyî raûboçûn û proje û pilanên bi akama dirûstkirina çareseriyeke tevav ji nakokiya ku li gel serhildana welat û kiyanên paş herdû cengên cîhanî û rûxana emperatoriyeta Osmanî serî hildane,kêş dikin.

Ravekar û çavdêrên rûdan û pêşhatiyên navçeyê û pêşbîniyên hêzên navneteweyî yên mezin bi taybetî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA)li hev dikin ku di çend heyvên bê de guherînên kûr di gorepana Rojhilata Navîn de pektên,ku buneyad û pêkhateya wê ya ciyo-siyasî digirin ber xwe û rêjîmên tepeser weke herdû rêjîmên Dîmeşeq û Tehranê dê ne bê par bin ji guherînên behskirî.

Her weha,komikên–Islama Siyasî-yên tunderew û terorîst dê armanceke herdemî bin ji rûbirûbûna siyasî û rewşeenbîrî û leşkerî ji layê hêzên guherîna demokrasî yên navxewyî û herêmî û dost û hevpeymanên wan li her deverê.

Eger ku”hevpeymana dijayetîker”(rêjîmên tepeser û rêxistinên Islama Siyasî yên tunderew)hewil dide ku rûpelan tevlî hev bike û hundir û derve bixapîne û pîstirîn rengên demagojiyê bikar tîne û tawanên tunekirin û destkuştinan li dijî takakes û hêzên siyasî yên aştîxwaz encam dide û diruşmên opozisyona niştimanî didize û rola xemxur li ser serxwebûn û serdestiyê dilîze,hêzên guherînê xwediyên kêşeyên gel û niştiman û berpirsên niha û paşeorjê û sazkerên çarenûsê divên ku li pêşî bin di warê zelalkirina dîmenê û eşkerkirina rastiyan de weke derewên”hevpeymana dijayetîker”û gerîna li baştriîn rê bo gihîştina formkirina bername û planên stratîcî û pratîk û xwendina asoyên paşerojê bi şêweyeke dirust û misogerkirina mercên pêwîst bo pêkanîna serkeftinê û têkbirina hevpeymana li dijî guherîn û çaksaziyê ku çavkaniya teror û nakokiyên teyafgerî û regezperestiyane li dijî gelan û neteweyên ne ereb e.

Ji ber vê çendê,Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî heleqeyeke lêkolînî bi navnîşana “projeya Rohilata Navîn a Nû,semyan û rehendên wê”sazkir ku tê de heşt mijar li dora tavilê rehendên projeyê navhatî ji layê pisporên siyaset û yasa û ragihandin ve li dirêjahiya du rojan hatine pêşkêşkirin.Rol û pêgeh û nêrîn û paşeroja milletê Kurd di bin saya projeya rojhilata navîna nû de,xala herî berz û balêkêş bû.

    

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...