PYD bîranîna 50 saliya Sînema Amûdê li darxist

Di roja Yekşemê 13.11.2010 an de partiya yekitiya demoqrat(PYD) bi girseyekê ku ji hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar, û gel pêkdihat bîranîna 50 saliya Sînema Amûdê li bajarê Herne ya Almanya bi bernameyeke dewlemend li darxist.
Di bîranînê de pêncî mom ji bo şehîdên sînema Amûdê pêxistin û hunermendên mîna:
Narîn Şêxê, Dilo Doxan, Peywan Arjîn, û Xelîl Xemgîn bi stranên şînegerî yê li ser giyana şehîdan wate dan bîranînê. Her wiha  helbestvan Ezer Osê, Nezîr Mele  û Kawa Şêxê  bi helbestên xwe ketin sicûda şehîdên şîna sînema Amûdê.
Şanogerê hêja Mehmudê Bûbê bi sikêça xwe cemawerê amede bi kêlîka şewata sînemê ve girêdan  û hêstir bi ser canên nazik de barandin.

sinevizyona ku bi taybetî li ser buyera sînemê ku tê de şahidên buyerê diaxifîn hatibû amede kirin rewşeke taybet da bîranînê.

Nivîskarê hêja Helîm Yusiv yê ku li ser êşa Amûdê pir nivîsên wî hene bi kurte çîrokekê tevlî bîranînê bû.

Axaftin û mesac:
Axaftina Rêkxistina PYD ya Eurupa ji hêla Newaf Xelîl ve hat xwendin
Serokê PYD ê Salîh Muhemd Mislim bi telefûnê tevlî bîranînê bû û gelek mesacên giring dan.
Berdevekê yekîtiya Kurdistanî Abdilbast Hemo, Nivîskar Abas Abas û Kurdo Bavê Şêrzad bi axaftinên xwe tevlî bîranînê bûn.
Her wiha jî helbestvanê hêja Ahmed Huseynî Helbesta xwe  ya ku bi taybetî ji bo 50î  saliya bîranîna Sînema Amûdê Amade kiribû şandibû.

Komîta raghandinê ya PYD ê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…