Fîlmê «Bexçên bihiştê» xelata Sînema a paytexta Swîsra a Bêrnê 2010 stand

  17 heftiyan filmê derhinêrê Kurd Mano Xelil „Baxçên Bihiştê” „Unser Garten Eden“ li ser perda sînemayên Swîsrî bi goşek mezin hat weşandin. Bi dehan hevpeyvîn û reportaj li ser fîlm di mêdiya Swîsrî de hetine nivîsandin.
Niha Film layiqî xelata sînema Swîsra a Kantona Bêrn a paytext tê.
Xelat wê roja çarşemê 17. 11.2010 li bajarê Bêrnê li „Dampfzentrale“ û bê dan.
Weke ku tê zanîn her sal li Paytexta Swîsra Bern du filmên dirêj, tên xelatkirin, filmek leystikvanî yek jî dokumentar tên helbijartin û laiyqî  xelatê sînema dibin.
Vê salê Mano Xelî bi filmê xwe „Baxçên Bihiştê“ xelat stand. Qimeta xelatê 20.000.- Frankên swîsrî ne (21.000.-Dolare).

Weke ku tê zanîn ev Film ji aliyê 4 kanalên televizyonên navnetewî; televizyona Swîsrî ya zimanê almanî SF, kanala Frensî TSR, kanala Îtali RSI û kanala televizyona Almanî 3sat di destpêka sala 2010 hatiye amadekirin.

“Ev film dikeve nav beşê filmên Dokudrama. Çîrokên 5 malbatên biyanî ne ku li Swîsrê bi cih bune. Malbatek Algîrî û Swîsrî, malbatek Polonî, ìtalî, Kroatî û kurdin”.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…