Mamoste Konê Reş, kanî navê apê Elîyê Bozo?

Ehmed bavê Alan

Pêşî ji xwe gelek sipas ji bo  mamoste Konê Reş, li ser vê lêkolîna dîrokî, ya ku dîroka lehengekî kurd ku navê wî  Elîkê Betê bû.

Dîsa sipas jêre ku ew pirr westiya ye, ku ev lêkolîn amade kiriye. Ji ber ku gelek mero zehmetiyê dibîne dema ku  çîrokên wisa ji devê êxtiyrne digre, yan ku mero tomar dike. Ew bi xwe her zehmete, û gelek wext jêre divê.
Û mamoste Kon texsîr nekriye divê  derbarê de.Lê gazina min jê ku ewî navê  wî kesê ku ev çîrok jêre gotiya nanîye li ser rûpela xwe.

 
Elîyê Bozo

 û bi hezarên caran jî ji hine dî re jî gotiye. Û min jî gelek ji wan çîrokên wî li rex  xwe nivîsîne, û gelek caran piştî nivîsê min lê dûbare dikirn ka min rast nivîsiya yan na?
Vêca em vegerin li ser  apê Elîyê Bozo, ew bi xwe ji êşîra Hronan bû, û li Qamişlo li taxa Cirnika Piçûk dirûnişt. Û di 22/10/2007 an de çû li ser dilovaniya xwedê. Rehmetiyê Elîyê Bozo bi xwe deriyak bê binî bû ji dîroka kurdî, û di dîroka êl û êşîr û serokê wan û navê  navdarên wan mêrik pispor bû, û gelek nivîskar û rewşenbîr  dihatin rex wî, ta ku ji deriya wî vexwin.
Û yek ji wan kesan mamoste konê Reş bû,  ku bihtirî sê caran hatiye li rex Apê Elîyê Bozo, û her carekî nîv danî ji rojê dima li rex wî, û min bi xwe Konê Reş li rex apê Elî dîye, û min silav jî lê kir,  hingî min gelek nivîsên wî dixwendin, ji ber ku em cîranê apê Elî bûn bihtir ji 30`h salî ve.
û carekî piştî ku mamoste Kon cû, ez çûm li rex apê Elî û min jê pirsî ti vî kesî nasdike? navê wî Konê Reşe pir bi nav û denge, apê Elî li min vegerand û got: “min koka wî jêre got û dîroka êşîra wî Hacî Silêmaniya min tev jêre got, û pir dilşad bû”. Û konê reş jêre gotibû:” Min wisa çîroka êşîra xwe nedzanî”.
Û min ji apê Elî pirsî ji bilî çîroka Hacî silêmaniyan çi yê dî ji te xwest? got: ” Welah tiştek nema û min jêre negot nexasim çîroka êşîra Hevêrkan, û Elîkê Betê û Haco axa, ev çîrok tev min jêre gotin”.
Vêca ku mamoste konê reş navê Eliyê Bozo daniya qey wê çi jê hatibe! Û apê Elî gote min ewî soz damin ku di Enternêt de navê min bêjê. Tevlî ku mamoste kon  gotiya: “Ev çîrok bi gelek rengan hatiye gotin”. Lê ez bawerim û gelekî jî ku ev çîrok ne kêm û ne zêde apê Elîyê Bozo digot. Û sipas.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

1-Çarçoveya Erdnîgarî, Stratejîk û Dîrokî

Qamişlo li bakurê rojhilatê Komara Sûriyeya ye, li xaça 37.30 pileyan a bakur û 41.13 pileyan a rojhilat, li bilindahiya nêzîkî 450 metreyan ji asta deryayê. Sînorê wê yê bakur bi Çiyayên Torosê ve tê girêdan, tenê yek kîlometre dûrî sînorê Tirkiyeyê ye û…

Rebhan Rezedan (Rabhan Ramadan)

Pêşgotin

Gava ku Hafiz el-Esed di sala 2000î de çû ser dilovaniya xwe, Sûriyeyiyan bêhnfirehiyek kişandin û bawer kirin ku ew serdem û Heyama zordariyê bûye beşek ji boriyê ku êdî venagere. Lê belê, yê ku li şûna wî hat bêtir hov û bi kerta xirabtir bû, bi alîkariya…

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…