Mirina Mêrxasekî Kurd Dehamê Mîro (1921 – 2010)

Konê Reş

   Şîreta min a pêşîn ji gelê Kurd re ku guhdarî zimanê xwe bin, pê bixwînin û binvîsînin.. Gerek em ji ziman û netewa xwe şerm û fedî nekin.. Zimanê me, zimanekî şêrîm û bedew e, ne kêmî zimanê cîranên me ye..

   Rehmetî, her dem ev gotin ji serdançiyên xwe re digot.. Wî ji gundê Sêgirka Mîro û Mozelanê destpêkir.. Ji sê goşeya sînorên Sûriye, Tirkiye û Îraqê di rewşa gelê xwe de diponijî û wiha bi dirêjahiya 90 salî re Kurdewarî di damarên xwînia wî de hat çandin..
 Wî jî, li gor derfetên ku di wê heyamî de hebûn, bi mêranî li ber xwe da.. Bi cegerdarî xebat di ber mafê gelê xwe de kir.. Pêwendiyên alîkariyê bi şoreşa Barzaniyê nemir re girêdan û di çend konferansên PDKÎ de beşdar bû.
   Di sala 1968 an de dewleta Sûriyê nasnameya wî jê standin.. Di sala 1970 î de, li Nawperdan, di bin gotina Barzaniyê nemir de bi serkêşiya PDKS a Sûrî, rabû. Di sala 1972 an de, di konferansê Bamirnê de bû sekretêrê PDK Sûrî. Di salan 1973 an de hat girtin û 6 sal û 8 mehan di zindanên sûriyê de raza..
   Doh danê esir, li bajarê Dêrikê koça dawî kir û îro (03/11/2010), bi beşdarbûna cemawerekî mezin ew li gundê wî Mozelanê hat veşartin.. Hêjaye gotinê ku Hecî Dehamê Mîro di sala 1921ê de li gundê Sêgirka Mîro çêbûye.. Di zaroktiyê de, ew û helbestvanê Kurd Sebrî Botanî bi hev re mezin bûne..

   Oxir be mêrxasê Kurd.. Pîroz be li te axa Mozelanê.. Ew axa ku bi xêdana bav û kalên te hatiye avdan.. Bi saya hebûna kesên wek te, berxwedana canfîdayên mîna te, em kurd man û zimanê me hat parastin.. Erê mamo! Şîreta te ji bo parastina zimanê Kurdî, ji encamên Hawar a mîr Celadet Bedirxan bû.. Ji gotinên Şîn û Şadî ya Sebrî Botanî bû.. Ji dengvedana berxwedana pêşmergên Barzanî bû.. Oxir bihişt be mamê Kurd..

Qamişlo, 03/11/2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Destpêk: Hilweşandina rêza kevneşopî ya têgihiştina nivîsê

Bi gotara xwe ya navdar «Mirina Nivîskêr» (La mort de l’auteur) ku di sala 1967-an de hate weşandin, teorîzanê wêjeyê yê fransî Roland Barthes yek ji herî kûr û bandorker guherînên di dîroka teoriya wêjeyê ya nûjen de pêk tîne. Gotara wî li dijî nêrîneke kevneşopî radiweste; nêrînek…

Di Şemî, 18.07.2026 de, Kombûna Zanyarên Azad li bajarê Düsseldorf ê Almanyayê sêmînerek zanistî û perwerdehiyê bi rêxist. Armanca vê çalakiyê ew bû ku çanda zanînê, ramanên rexnegir û girêdana navbera zanyar û ronakbîrên Kurd were xurtkirin.

Bername bi rêvebirina Rêber Hebûn dest pê kir. Di gotina xwe ya pêşwaziyê de, wî…

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…