Cegerxwîn bûye wek stûnek zêrîn li ser zîlana helbesta kurdî û di her çar perçan

Konê Reş

Di 3.12.2006ê de ji bo 22 saliya koçkirina şaîr û nivîskarê Kurd Cegerxwîn (1903-22.10. 1984) civînek bîraninê ji aliyê Federasyona Komleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) li Stockholm-Kista treff hat lidarxistin. Gellek kesayetî, nûnerên rêxistinên kurd besdarîya bîranîna saîrê mezin Cegerxwîn bûn.
Civîna Bîranînê ji aliyê Pirşeng Tuwana(berpirsa Komîteya Kultur û Perwerde a FKKSê) û Selam Cizîrî (Berpirsê Aborî yê FKKS) ve hat meşandin. Seroka FKKSê Şermîn Aycan Bozarslan axaftinek kir.

Di bîranînê de Nivîskar û lêkoler Rohat Alakom, Serokê Weqfa Çanda Kurdî li Stockholmê, Salih Ince û abûqat Osman Osman li ser Cegerxwîn axaftin û bîranînên xwe pêşkêskirin. Şaîr û nivîskaerê Nivîskarê kurd Konê Reş peyamek bi navê: (Cegerxwîn bûye wek stûnek zêrîn li ser zîlana helbesta kurdî, û di her çar perçan de digere)
ji FKKSê re şand û sipasiya xwe pêşkêşî FKKSê kir ku ew civînek weha taybet li ser şaîrê me yî neteweyî dikin.
Fermo peyama nivîskar û helbestvan Konê Reş bixwînin:
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
Xwişk û birayên delal
Çax û dema we xweş û geş be
Ez jî wek nivîskarekî kurd vê çalakiya we ji bo 22 saliya koçkirina seydayê mezin Cegerxwînê Hesarî  pîroz dibinim, her bijîn ji bo  peyva kurdî a resen.
Hêjano !
   Bê guman Cegerxwîn rolek mezin di çand, ferheng û helbesta kurdî de lîstiye. Em bêjin ne bêjin ew bûye wek stûnek zêrîn li ser zîlana helbesta kurdî, û di her çar perçan de digere. Di wî heyamê xerab de, ew heyamê ku zimanê kurdî qedexe bû û kesî newêrîbû bi gota kurd û ereb an kurd û tirk birane..Cegerxwîn helbest bi kurdî afirand û hûna û bi mêranî û bi dengekî bilind  helbestên xwe di nav gel de gotin û belav kirin.Ta radeyekê ku gelekan ji nexwendiyan helbestên wî ezber kirin û di civatan de gotin û hê jî dibêjin.
   Mêzekin bê çendîn rola wî di wî heyamê xerab  de mezin û diyar bû. Roja îro jî, rola wî mezin û belûye û ji encamên rola wî, di festîvala helbesta kurdî de eşkere xuyaye, ev festîvala ku her sal di 22ê oktoberê de li nav me kurdên Binxetê tê li darxistn,  bi hekeftina koçkirina wî, û têde bêtirî 60 helbestvanî helbestên xwe dixwînin, ji bilî yên ku dor nagihêje wan û yên ku amadenabin. Ango roja îro di nav kurdên sûriyê de dor 200-300 kesî heye ku helbestê di hûne û dor 50 kesî dîwanên xwe çapkirine ..Di baweriya min de, ev yek vedigere ser rola Cegerxwîn di navtêdan û pêşxistina ziman û helbesta kurdî de .
   Belê, em wiha pêşketin û helbestvan di nav kurdên tirkiyê de nabînin, hem  ku sînorek di navbera me wan de hebû û heye û hem ku Cegerxwînek di nav wan de ne bû, Cegerxwînê wan Ehmed Arif bû, wan jî bi tirkî helbest hûnandin bêtir ji kurdî.
   Ji rexekî din ve, Cegerxwîn şagirtekî zîrek bû ji şagirtên melayê Cizîrî, ev şagirt bû pirek di navbera helbesta kilasîk û nû de, ango Cegerxwîn kevin û nû yê me bi heve girêdaye û di wiha girêdan de, rola wî zor mezine di pêşketin û berdewamiya afirandina helbesta kurdî de û dawî peyva kurdî de …
Hejano !Em jî, ji dil û can spasiya we dikin, serketinê ji vî karê we yê pîroz re dixwazin û bi hêviya ku hun her dem û gav navdarên kurdan bibîr bînin…
Silavên gerim ji bo we tevan.

Nivîskar û Helbestvanê Kurd
Konê Reş
Qamişlo  03/12/2006

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…