Henasene azad


  Ekrem tehlo

-av-
Tevî bê bêhn û renge
Bê ziman û
Zare,
Li gel herkesî dilyare,
Biraz û veşarên xwe
Tovê hebûnê
Didêre,
Biguş guş û xwim xwim
Strana jiyanê

Dinihêre.
-ax-
Diramim di rewşate de
Mat dimînim!!!
Çawa dikare
Hemû celebên mirova
Bi germayî hembêz bike..?
Tevî  veşara
Hinavêwan.
 
-agir-
Wekî dêwekî
Birçî,
Ku nêçîreke qelew
Bibîne,
di beze….
Ji hev cudanake
Hişk û ter,
Dide berhev
Dar û ber…..
Tim birçiye
Her dibeze
Bê westan.
 
 
-ba-
Xwezî bi dilê te
Bê basik
Difire,
Dergehan derbasdike
Bê ku kes
Bêrîkên te saxbike,
Bê zanav
Sînoran dibire.
 
-havîn-
Kelkela germêye
Çol û beyar
Di nav pencên leylanê de
Di qiçqiçin,
Das û tapan
Li malê betal mane,
Destê pale liber
Riwêwiye,
Dilêwî bûye bimbe.
 
 
-payîz-
Cih û dever
Zerbûne
Ji rengê mirinê,
Qêrîna bê dengiyê
Her der dorpêçkiriye,
Kolan valane
Seg direyên….
Û çîrokên evîniyê
Ji bîrbûne.
 
 
-zivistan-
Zivistane
Xweza li derve
Dînbûye,
Penc û bivrên ba
Keziyên dara dibirin,
Dildarê azadiyê
Li zivingên çiya
Hişyare…..
Bendeware,
Lê hîna gel
Bi qeremaçan dilîze.
 
 
-buhar-
Ger xeml û xêzate
Ji xwîna şehîdan be,
Hatina te
Bi qêrîna dayikan be,
Hêvî dikim
Tu dûr here
Bera keriyê pezête

Li welatêmin neçêre.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…