Filîcka*

Arjen Arî

Di wan demén ku simbélén min ta ta li beyara léva min a jor serî  hildan û xwîna min a sore-erxewanî kelgermtir û bi teqiltir dest bi herikîné kir di rayén laşé min de; dilînén ku rojeke j’ rojan, vé axa ku min çavén xwe li seré miç kirin li şûna xwe bihélim û beré xwe bidim welaté xewnén xwe yén kezîzer, wekî xureke xwîntewirîner li laş û bedena min belav bû.
Min ew welat ne dîtibû, ne jî bînabû!
Lé ew welaté ku min di xewnén şevan de jî nedîtibû, hima ku seré min dihingivî balgehé û di xew ve diçûm, her şev dibû welatekî bajar bi bajar, tax bi tax, kolan bi kolan ji min ve nas…
Ya ecéb, di xew de mîna ku zimané wan bikeve ser zimané min, bi zimané wan î ku min levzek jî jé nedizanî, diaxivîm…

Hevalé min é li ser texté di ser  min re radiket, hima béje her şev, di kéliya herî kerr û kûrr a xewé de, bi sînga xwe re seré xwe yé ji paş de mîna şûnikekî, bi ser min de ditewand, û tiliya xwe ya şahdé bi hérz di nav milé min re dikir:

–Lo loooo…bes û timam ji desté te û xewnén te..!

Ne hewaya sik î sar û spîtiya berfa ku desté vé siharé bariyabû û gulî û şaxé qajén ku desté mirovekî li qurmé wan nedihat hev di bin xwe de tewandibû, ez lerizandibûm:

Piştî 25 salén di ser xewnén min re bihurî, li bajaré Orebro li taxa Svarta Bangata dema ku bi xuşka xwe re li keviya Çemé Reş, çemé ku ava wî ya şélû felqeyén qeşayé dida ber xwe û diherikî re em dimeşiyan, ko min ew hevoka Bedirxané Hatxî ji yékî bi dusé gavan li pişt min bi telefoné diaxivî bihîstibû, wé kélîké di cihé xwe de sar bibûm, û béhemdé xwe vegeriyabûm wan salén ku ev welat her şev dibû welaté xewnén min; û min niha pé li axa wî dikir …

Di balefiré de, mériké ku bi jina xwe re da sersala xwe li cem qîza xwe ya li vî welatî zewicî bibihurîne, piştî çend qurtén wiskiyé û sohbeteke j’ aş û kaş, di bin simbélan re bişirîbû û ev pirs ji min kiribûn:

–Cara ewil e tu té vî welatî?

— Mixabin…

–Çima wisa dereng?

–Wekî çi?

— Xwe xaşo maşo meke!

Mériké ku li Stenbolé bi jina xwe re li balefiré siwar bûbû, rastûré dixwest bibéje, ‘tu çima hé xort nehatî vî welatî’?

Piştî kurtebédengiyeké, ez jî bişirîbûm û min gotibû Kurd dibéjin ‘dil pîr nabe’; û min fira di biné qedehé de mayî mîna kesereké bi ser xwe dakiribû…

Destén min én di lepikén sixtiyan de, li tevî bévila min a ku her seré bisteké bi selpaké paqij dikim, dikin ku ji min bikevin.

Lé ez ji meşé hez dikim, ji meşén dûdiréj…

Û niha ne di xewné de; di vé demsala ku li welaté min gur ji néza dadikevin nava gundan, û gurin ji ber xezeba di hinava xwe de hildiperikin seré çiyan; li vir ji tirsa kuştiné dûr, ji xofa girtiné bépahr, di ber keviya Çemé Reş re dimeşin…

Qîzikeke ku keziyén wé yén zérîn ji keviya destmala li seré filitî, seyé xwe yé reş î mîna qantirekî gir, di vé sermayé de derxistiye geryané.

Li ser peyariyé, berî ku bigihe texma me seyé xwe dibe héla rasté.

Çawén wé yén binevşî  mîna felqe-yaqûtén li ser gustîlkén zér, stér stér  diçurisin. 

Bédudilî, ji xuşka xwe re dibéjim, ‘ma Seyda nehaq bû ku helbest li ser van qîzikén bejinstûn ristiye, û gotiye, ‘ Filîka filîka com tîl mî’!*

Filîka, mîna ku bizane em bahsa wé dikin, berî ku bigihe me bi du sé qevzan, bi bişirîneke maqûlane dibéje, ‘Heyyy…’ û di ber me herdu serreşan re dibûre…

*Keçiké

*Keçiké, keçiké were cem min

06.10.2010/

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...