PÊWîSTîYA LÊVEGERA KURDÎ

GÊLO ÎSA  
    Welatê sûrî diva qonaxa dijwarde, di nava tevleheviyakê de dijî, û hêvîya gel jî ku gel derbasî qonaxeke nû bibe, jibo jîyanek azad û birûmet bi serbilindî jîyan bibe di nava welatê xwe de, ji ber vê yekê di van salên dawîyêde tevgerek di nava hemû netew û kêmnetewên sûrî de dest pê dike
jibo ku vebûnek di nava şepêl û partîyên sîyasî yên  nîştimanî de ava bibe, ta karibin lêvegereke nîştimanî ji opozisîyonan ava bikin, ragihandin û nêrîn ê cûda hatin berbiçav, lê nikaribûn di bin navnîşaneke hevbeş de  xebat bikirana, ta niha dibin gelek navande xebat têkirin, ji ber vê yekê ji gelê kurd û tevgera kurdî hinik pêwîstî girîng in, çimkî partîyên dijber yên erebî ne partîne bihêzin,  lê mirov dikarê bêjê ew mirovne bihêzin, lê dinava wande Partîya birayê misliman ew partîyek bihêzbû lê roja îro hêza wana ne wek berêye, ji ber vê yekê mirov dikarê bêje ew mirovne bihêzin, lê di nava kurdande partîyên bihêz hene, lê   mirovên bi hêz tinene, gava mirovên bi hêz di nava tevgera netewa kurd e hebûna wê va ne rewşa têkilîyên di nava kurd û erebandaba, gava guftû go dinava partîyên kurd û ew kesayetîyên ereb de çêdibe ew mirovên ereb xwe wek partîyek kurdî û carnejî xwe jê mestir dibînin, ew xwe dibînin xwedîyê netewa sereke, ji ber vê yekê xwe mezin dibînin, û bîr û bawerîya xwe bi doza gelê kurd naynin wek gelê li ser axa xwe, carne bi devkî dibêjin lê di rêbaza xwede nanivisînin,    ev kesayetîyê ereb dixwezin kurdan têxin bin bandora xwe  û bazirganiyê bi kêşya kurdî bikin, ev ji çi tê gelo, ji tinebûna sîwanek yan nêrîna hevbeş di nava tevgera netewa kurdîde tê, lê hêvîya gel ji tevgera netewa kurd heye ku tevgera me xwe bide ser hev ta karibe lêvegerek netewa kurdî di çarçewî sûrî de avabike jibo bercewendîyên gelê xwe biparêze, lê mirov dêşe ku gava mirov li ser malperên entirnêtî dixûne çawa di daxûyanî û gotaran de êrîşî hev dikin, ji dêvla bihevdûra rûnin  û guftû go bikin li ser bûyerên li hirêmê, ta karibin nirxandinek hevbeş bidin li ser rewşa gelê xwe, hêvîya gel ewe ku tevgera me  li xwe vegere û ji xwe bipirse girîngîya hebûna wan jibo çîye gelo,  ma ne jibo parêstina bercewendîyên gelê kurd e wek gelê li ser axa xwe, di vê gel li dij va pêlanan derkeve çi pêlanên ji hindir tevgera kurdî çi ji dervayî tevgerê, lê dawîya dawî divê lêvegera kurdî avabibe ta çiqas dijwerî û pêlan mezin be, pirsa bav û kalan eve : ez bêjim ez tu bêjî ez, wê gur têkeve nava pez
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…