Gotin û dîtin nabin wek hev (1-3)

Bihrî Bênij

Naz û bedew bayê şemal
Sihra   xuristê   da cemal
Min qet nedî şibh û misal
Miks afirand destê kemal
               ***
Mîna bihiştek ser zemîn
Nînin li ber koz û kemîn
Herçî   bidê peşkek evîn

Derbas e    bê pirs û sual
Miks dilbera bi awira yekmîn bûm dildarê wê hîna em ji serê çiyayê Kirapêtê dihatin berjêr evîna wê ez girtim.
Pêlek   evîna    Serhedê
Tirsim mi bigrê bernedê
Jarê dilê min berxwedê
Teqez nema   jê bê felat
***
Bihrî  ne dîba   ew xurist
Dê hew vehîba peyv û rist
Lê ew   lehîba gur  dirist
Berdaye  canê  min welat

Lê ezê çawa bihêlin ev dilbera ku ji evîna min bê xeber e bi hestê min bihisê, heger ez xwediyê baxê gulan bim û ez nikaribim gulekê diyarî bikim jêre çiye sûda baxê gulan, heger qiralgehek di dilê min de hebê ew dilber ser textê wê ne danişê xopan e ew qiralgeh, heger min negot ey dilberê ez ji te hesdikiiiiiiim û va ye nîşana heskirina min heskirina min bi demê re wê biçilmisê.

Di himbêza çiya  de
Di nav gul û giya de
Li bin   siya   biya de
Dikê xew  şarê Mikes

Belê Miksê bû helbest, bû awaz û bû stiran hîna haya wê ji bayê felekê jî tune ye.
Miksê benê devê kunekî pir ji bihrîya welat yan bi gelêrî ku tê gotin memleket vekir û peşkê ava wê ji hêrsê bûn xunav û şevnem ser pelê gul û kulîlkên zozanan nijînin û bû kevalek kêşayî  bi xameya evîna memleketê min Wanê û her deverek girêdayê Wanê, bi rengê hingivê Şaxê û penîrê Havasorê, gwîzê Warezûzê û papûlk û rêwasê , guhîj û gêlasê, rengê çemên li gelîyên zozanan diherikin ,ezman û ewr û birûskên tavan .
 
Bi çîmen e            pir dîmen e
Gulsemene           lal lê hene… gulşen e Mîksê
Spîndar e              bilind war e
Xweş êvar e         ser zinar e… gulşen e Mîksê
Bi zozan e            bi rêzan e
Bi hozan e            bi dozen e… gulşen e Miksê

Miksê baloneke gewre pembe dagirtî perwan û bilbil bi serê xişta xwe teqand û ew perwan û mel azadkirin li ezmanê xwe û jêre bû fîxan û xulxul , perwan belavbûn ser kulîlkan.
Miksê nîvişkê serê sibê ku tê der piştî  bêrîvan mastê xwe bi meşkê di ber dîlokan re dikeyînin guvaşt û guvaşt kir guvişk , rastkir ser nanê tenûra dilê gur bi ardiwê evîna memleketê min.
Miksê ew bûka tu kiras li bejnê nayên ji bilî kirasê xwezayî yê hûnayî bi çem û darên sipîndaran kirasê kesk ji xwedikê yê sipî didê ber xwe wisa
Miksê hersal bûk e gih kilîla sipî lê ye gih ya kesk.
Miksê kewk e bênfereh e di rekiheke banê wê ezman e , tarê wê çiya ne ava wê serkan e, deryê do sê ne lê teng û asê ne ew jî  yek riya Wan e yek ya Hîzan e….
Miksê dilruv e pir ciwan e gencîna Feqiyê Teyran e bayê evîna wê tozê ji ser didê alî , Feqîh û teyrikên wî derdixê holê, Feqîh helbestên xwe li holên modern dixwînê,  teyrik  ji nû hêlînan dihûnin ser çiqilên dara zimanê Kurdî qîj qîja wan e.    


 Miks ya îro bi navê Bahçesarayê tê naskirin li parêzgeha Wanê ew peyva jorîn lê tê pejirandin, çimkî divê tu Miksê bibînî ta ku tu karibî pesnê wê bidî , divê tu di nav xelkê wê de bijî da tu zanibî çendî dilpak in herweha divê tu dîroka wê bixwînî da tu behwerbikî bê çi çavkaniyek e tor û wêjeya Kurdî ya resen e , xurista wê ya zengîn bi avzêm û kanî, çiya , gelî, berf û baran, darên meywe û sipîndarên dihingivin asiman darên gwîzan û gêlasan, guhîj û kiwarên hingivîn yên wek kulîlkên şîn ser xalîçeke kesk belavdibin li her deverê Miksê ….

Kiwarên mêşên hingivîn

 Xuşxuşa çemê Miksê yê ku tê der ji serkana ku çend kilometran xemilandî bi darên sipîndaran yên bilind derveyî şarê Miksê ye bi ava xwe ya qerisî ji belekberfên serê çiya ku weke tîrê rewan e, gih rengê ava wî şîn e zelal e, gih sipî mîna şîr e. Feqiyê Teyran berî nêzîka 400 salî weha gotî ye:
 (Ey av û av ey av û av
Ma tu bi işq û muhbetî
Mewc û pêlan tavê belav
Bê sekne û bê rahetî

Tu ji emrê kê her tê bi bez
Sewda serî şubhetê ez
Ji kê re dikî çûna bi lez
Vê serqutan û xulmetê

Gehgeh  sipî  şubhetê şîr
Qet mislê te   naçin tu tîr
Reng e ku te  yar tête bîr
Meyla hebîb ji çûna te tê).
Helbet çemê Miksê ev wêneyê Feqiyê Teyran tê de eşkere ne

Çemê Miksê

Çemê Miksê


Serkana çemê Miksê


Serkana çemê Miksê


Warezûz 


Miksa ku Warezûz gundek e ser milê wê hêmin ketiye xew bi gora şaiirê kilasîka Kurdî Feqiyê Teyran ve aram e di ber mizgefteke nûjen de, bûye qiblegeha nivîskar û lêkoleran , bi şahnazî dibin mihvan li cem Feqiyê Teyran yê ku bû ye simbola têkilbûna mirov û xuristê bi av û balind gul û giya perwan û kulîlk û helbestên şaheser afirandine mîna Ey av û av..Ey dilberê Ey dilberê…
Miks navçeyek e Wanê ye 120 km dûrî bajarê Wanê ye .  
mirov ji ser riya Gurpinar (Havasor) û Hekarî berê xwe didê başûrrojava di nav gelî û zozanan re  dibê hevsînorê navçeya Çatakê( Şaxê) ya ne kêmî wê ye bi bedewîya xwezayî kû tê de kaniyasipî wek sûlavek bi dirêjahiya 40 metrî ji çiya diherikê, bi masî û hingiv, gwîzên xwe ve, bi berhemên şîrê bêrîvanên zozanan ve bi nav û deng e  ji aliyekî dî ve hevsînorê Gavaşa 38 km dûrî Wanê hemberî girava Extemarê , Hîzanê ya girêdayî parêzgeha Bidlîsê ku di  kevirê Qul re rê ji başûr ve tê wî bajarî herweha hevsînorê qeza Perwarî ya girêdayî parêzgeha Sêrtê ye.

Wan

Riya Gurpinar û Hekarî

Riya Gurpinar û Hekarî

Akdamar (Extemar)

Ser riya Hîzanê


Muhsin Qizilkaya

Ahmed Qazî

Hesen Silêvanî

Kevirê Qul Bidlîs


Bergehê Miksê

 Gavaş

Mardîn Westegehek ser riya Miksê,  nivîskar Konê Reş

 berdewam dike …..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…