Deham Ebdulfettah
Em dizanin ku zimanê Kurdî demeke dirêj weku zimanekî devikî maye . Li dirêjahiya wê demê jî derfeteke dîrokî bidest neketiye da ku bibe zimanekî nivîskî û xebateke zanistî jêre bibe . Ji ber vê rewşa dîrokî gelek kêşe û arîşeyên aloz di zimanê me de peyda dibin , gerek em wan destnîşan bikin , li ser wan rawestin û wan çareser bikin !
a – pirraniya rewşenbrên Bakur û Rojava ( Tirkî û Sûrî) gotina “Pêşeroj” bi wateya dema ayinde ( musteqbel) dixebitînin û gotina “Paşeroj” jî bi wateya dema borî (mazî) dixebitînin .
b – rewşenbîrên Kurd (Kurmanc) li Başûr û Rojhilat (Îraq û Îran) gotina ” Paşeroj ” bo dema ayinde (musteqbel) bikar tînin û gotina ” Pêşeroj ” bo dema borî bikar tînin . Anku ,her du beşên rewşenbîran , wan navlêkirinan berevajî hev bikar tînin .
Bêguman her beşek ji wan rewşenbîran navlêkirinên xwe bi hin eger û behaneyan dane pêş û ew pesend kirine .. Ez jî , weku xemxurekî Zimanê Kurdî , bawer dikim ku gotina ” Paşeroj ” bi wateya dema aynde rast û durist e . Bi wê baweriyê jî , ji mêj ve , min ew gotin di nivîsên xwe de , bi wateya dema ayinde xebitandiye . Helbet , min jî ew baweriya xwe li ser çend behaneyan ava kiriye :
1- Ew kesên ku peyva ” Pêşeroj ” bi wateya dema ayinde (musteqbel) bikar tînin , ew kes xwe dikin pîvanok û her du hevalkarên ( Zerfên ) ” pêş ” û ” paş ” li xwe dipîvin , û dibêjin :
– Pêşeroj : Rojên li pêş me , yên ku hêj nehatine û me ew nedîtine , lê hîn wê bên û em ê wan bibînin (musteqbel) .
– Paşeroj : Rojên li paş me , yên ku me ew dîtine û di ser me re buhirîne ( dema borî ) .
Bi vê têgeha demê jî hemû mînakên xwe yên ronîker şirove dikin , wek :
– ” Di berbanga sibehê de limêjên wê rojê , yên li pêşiya mirov (yên musteqbel) nîvro , esir , mexrib û îşa ne . Di esrê de êdî limêja mexrib û îşayê bi tenê li pêşiya mirov dimînin , yanî musteqbel in , lê limêja nîvro û ya sibehê buhirîne , li paş mirov mane ” ([1]) .
Dema ku mirov cara pêşîn vê mînakê dixwîne guman dike ku demên limêjên destnîşankirî rast û cîgirtî ne . Lê ku mirov li deqqa mînakê vegere û wê bi hûrbînî bixwîne dê bigihêje baweriyekê ku ew gumana wî ne di cihê xwe de ye !
Şaşiya ravekirina vê mînakê jî şaşiya wan kesan hemûyan e , yên ku gotina ” Pêşeroj ” bi wateya rojên li pêşiya me (musteqbel) dixebitînin . Ew şaşî jî ew e , ku navekî razber (manewî) wek ( dem ) ku li navekî heyber ( madî ) hatiye pîvan û hevkêşiyeke ne rewa ji wan saz bûye , wekî ku di mînaka çûyî de hatiye :
– ” Di berbanga sibehê de demên limêjên wê rojê , yên li pêşiya mirov (yên musteqbel) nîvro , esir , mexrib û îşa ne … ” .
Anku , di berbangê de limêjên li pêşiya mirov nîvro … Ya rast û rawe ew e , ku demên limêjên mayî li dema berbangê bên pîvan :
– [ Di berbanga sibehê de demên limêjê yên wê rojê , yên li paşiya (dema ) berbangê (yên musteqbel) nîvro …. û îşa ne ]
Anku limêjên nîvro , esir , mexrib , îşayê li paş limêja berbanga sibehê ne .
Di parçeyê mînakê yê dawî de :
– ” …. Di esrê de êdî limêja mexrib û îşayê bi tenê li pêşiya mirov dimînin , yanî musteqbel in , lê limêja nîvro û sibehê buhirîne , li paş mirov mane ”
Dîsan ew şaşiya pîvanê bixwe ye . Mirov bûye pîvanok û demên limêjan lê tên pîvan :
– Di esrê de : – Limêja mexrib û îşayê li pêşiya mirov in (musteqbel).- Limêja nîvro û sibehê li paşiya mirov in , buhirîne ( borî)
Rastiya pîvanê ew e ku dem li demê bê pîvan , ne li mirov bê pîvan :
– ( Di esrê de : – Limêja mexrib û îşayê li paş ( limêja esrê ne
Anku dema mexrib û îşayê li paş dema esrê tên .
– Limêja nîvro û sibehê jî li pêş ( limêja ) esrê ne .
Anku dema nîvro û sibehê li pêş dema esrê buhirîne (borî)ne.
Bi vê pîvanê jî em dikarin gotina ” Pêşeroj ” û ya ” Paşeroj ” rave bikin :
– Pêşeroj : Rojên ku li pêş vê roja me çûne ( ne ku li pêş me ne ) , anku berî vê roja me buhirîne ( dema borî ) .
– Paşeroj : Rojên ku li paş vê roja me tên (ne ku li paş me mane) , anku wê li pey vê roja me bên (dema musteqbel).
2- Ji hêla bêjesaziyê ve jî , her du gotin ” Pêşeroj ” û Paşeroj ” lêkdayî ne ( hevbend )in û bi şêwazekî rêpîvan saz bûne , wekî ku tê gotin :
– Gul + sor = gula sor
– Mêr + kal = mêrê kal
– Jin + pîr = jina pîr
– Mar + kor = marê kor
– Ba + reş = bayê reş
– Av + xweş = ava xweş
– H D ….
Bi pêşxistina hevalnavan ( rengdêran ) û paşxistina navan , zêder ( veqetandek ) tên avêtin û ew mînak dibin :
– Gula sor = sorgul
– Mêrê kal = kalemêr
– Jina pîr = pîrejin
– Marê kor = koremar
– Bayê reş = reşeba
– Ava xweş = xweşav
– H D ….
Li gora vê pîvanê jî :
– Roj + pêş = roja pêş ( pêş vê roja em tê de )
– Roj + paş = roja paş ( paş vê roja em tê de ).
Bi pêşxistin û paşxistina nav û hevalnavan :
– Roja pêş = pêşeroj
– Roja paş = paşeroj
Bi vê dahûrînê em digihêjin baweriyekê ku gotina ” Pêşeroj ” û ya ” Paşeroj ” bi şêwekî rast û li gora pîvanê saz bûne .
Tîpa (e) , ya ku di navbera her du hêmanên gotinên lêkdayî de ( pêş – e – roj ) û ( paş – e – roj ) , tenê ji bo sivikbûn û rewanbêjiya bilêvkirina bêjeyên lêkdayî dikeve navbera wan . Anku , eger bilêvkirina gotinê bêyî (e)yê sivktir û xweştir be , ew (e) bikar nayê , wek :
– Sor + gul = sorgul
– Roj + hilat = rojhilat
– Şîn + boz = şînboz
– Ciger + xwîn = Cigerxwîn
– Dil + geş = dilgeş .
Lê ku hebûna (e)yê sivikbûnekê bide bêjeyê , hingê (e)bikar tê :
– Kesk + sor = kesk – e – sor = keskesor
– Penc + şêr = penc – e – şêr = penceşêr
– Pîr + merd = pîr – e – merd = pîremerd
Ji hêla rêzimanî ve , nebûna (e)yê rastir e , lê bi egereke fonîtîkî (e) li van gotinan zêde dibe : ( Jinbî = jinebî , reşba = reş-e-ba ) .
Bo vê egerê em dibêjin , her du şêwe ( Pêşroj , Paşroj ) û ( pêşeroj , paşeroj ) jî rast in , lê şêweyê bi (e)yê pirtir bikar tê .
3- Wateya gotina ” Paşeroj ” di ferhengên zimanê Kurdî de (yên ku li ber destên min) bi van têgehan hatiye :
A – Elî Seydo Goranî – ” Ferhenga Kurdî Nûjen ” . (Kurdî – Erebî)([2]):
– Paşeroj : (الوفر، المستقبل )
– El – wefir , el – musteqbel
B – Fadil Nizamiddîn – ” Estêre Geşe ” , ( Kurdî – Erebî )([3]) :
– Paşeroj : – (مستقبل ، لاحق ، مقبل)
– Musteqbel , lahiq , muqbil
C – Muhemed Cemîl Seyda –” Ferhrnga Jîn ” , (Kurdî – Erebî)([4]):
– Paşro ( paşroj ) : – (مستقبل)
– Musteqbel
ç – Gêwî Mukriyanî – “Kurdistan” , ( Kurdî – Kurdî ) ([5]) :
– Paşeroj : Dûwaroj (mustaqbel )
– Paşroj : Ayinde (mustaqbel )
d – Hejar Mukriyanî – ” Henbane Borîne ”
(Kurdî – Farisî ) ([6]) :
– Paşeroj : – Le we duwa , ayinde , rojanî dûwem (Musteqbel )
ê – Selah Sadella – Ferhenga “Ingilîzî _ Kurdî ” ([7]) :
– Future (Musteqbel) : Dûwaroj , ayinde , Paşeroj , Pêşdem .
ê – D. Îzolî – Fergenga “Kurdî – Tirkî ” :
– Paşeroj : Istiqbal (musteqbel)
– Paşroj : teserruf
Berçav e ku van her heft ferhengan jî , gotina “Paşeroj” bi wateya (dema bê , ayinde , musteqbel ) Şirove kiriye . Tenê Selah Sadella di ferhenga “Ingilîzî – Kurdî” de gotina Ingilîzî “future” bi dû wateyên hevdij şirove kiriye :
– Future – (Paşeroj)
– (Pêşdem)
Ez bawer dikim ku Sadella gotina “Pêşdem” bi mebesta (dema bê) xebitandiye , ne bi wateya wê ya rast :
– Pêşdem : Pêşwext , Pêşeroj .
Ji ber ku ne durist e ku “future”, di heman dem de “Paşeroj” û “Pêşeroj” be ..!
4- Li herêma Dêrika Hemko û hin gundên dora wê , wek : (Endîwerê) jî ev derbirrîn carinan tê bihîstin : Te çi ji paşeroja xwe re kiriye ?!
Anku , te çi ji dawiya temenê ( musteqbelê ) xwe re kiriye ?!
Piştî vê ravekirinê em ê li çend gotinên gelêrî vegerin û wan li gora wê pîvana ku me amaje pê kiriye , şirove bikin :
– ( Pêşiyên me ) : Bav û bapîrên me , yên ku di pêş vê dema me de jiyane ( dema borî )
– ( Gotinên pêşiyan ) : Gotinê wan kesan in , yên ku pêş ( berî ) vê serdemê jiyane ( dema borî ) .
– ( Pêş (3) Salan ez çûbûm Wanê : Berî (3)Salan .
( dema borî )
– ( Nuha em ê Şîvê bixwin , Paşê em ê herin civînê ) …
Paşî (dema) xwarinê ( ayinde , musteqbel ) .
– ( Paşîv / paş – şîv ) : xwarina (dema) paş
( dema ) Şîvê , di rojiyê de xwarina
dawiya Şevê ya ( Sihorê ) .
– ( Paşiyên me ) : Nevî û nevîçirkên me , yên ku di dema Paş
vê dema me de wê bên .
Lê gotin û derbirrînên weku van gotinan : [ Pêşveçûn û paşveçûn , Pêşverû û paşverû , Pêşketin û paşketin , pêşinyarî , pêşinyazî û pêşwazî ( istiqbal …..].
Pêjina demê ( ne pêş û ne paş ) ji van gotinan nayê , Ev gotin , li gora pêvajoya hevokên wan , rewş , cih û pileya hizirvanî , zanyarî û şaristaniya mirovatiyê destnîşan dikin , wekî ku em bibêjin :
– Tu di xwendina xwe de pêşketî yî .
( Tu di xwendina xwe de zîrekî , li pêş hevalên xwe yî ) .
– Hûn malbateke pêşverû ne .
( Hûn malbateke , bi hizr , rewişt û têkiliyên xwe li pêşiya civaka xwe ne , hûn têgihiştî ne .
– Em çûn pêşiya wî ( istiqbala wî ) .
( Bo rûmetdan û rêzgirtina wî em çûn pêşwazî û dîdariya wî ) .
– Ev dara li pêş me hişk bûye .
( Ev dara li pêş / cihê / ku em lê ne …. ) .
( cihê darê li pêş cihê me ye )
– Dara li paş me Kesk e .
– ( Dara li paş / cihê / ku em lê ne ….)
( cihê darê li paş cihê me ye )
– Em îro di roja çarşemê de ne .
– Roja li pêş me ( li pêş roja me … ) Sêşem e
– Roja li paş me ( li paş roja me … ) Pêncşem e .
Di her çar mînakên dawî de , cih li cih hatiye pîvan û dem jî li demê hatiye pîvan , Pîvana rast jî ev e , ne ku em demê li xwe bipîvin ,wekî ku tê gotin :
– ( Roja li pêş me ) – pêşeroj e ?!
– ( Roja li paş me ) – paşeroj e ?!
Li dûmahiya vê ronîkirinê dixwazim nêrîna xwe derbarî mijarê dubare bikim , ku gotina ” Paşeroj ” bi wateya dema ayinde (musteqbel) rast û cîgirtî ye !
Vêca eger têbîniyên şarezayekî zimên derbarî vê nêrîna min hebin , yan jî nêrîneke dîtir hebe , hêvîdar im ku berçav bibin , daku em bi hev re mijarê gotebêj bikin û bi hev re vê kêşeya aloz çareser bikin …….-!! Ne duriste û nabe jî ku mijareke wisan giring weku ( dema ayinde ) di zimanê me de bi du navlêkirinên hevdij ( dijwate ) bê nasîn û bê xebitandin . Bo vê yekê jî divê ev kêşe bilez çareser bibe ….!