Luqman silêman
Luqman_sileman@live.se Di xeleka bûrî de me got: çawe û dibin çi nîrade Zorava û Riz hatine avakirin û îro çiqasî fere û çiqasî berşek ji kurda sûde I evakirna wê taxê kirne û hîn jî jê dibê lê bi mercê ku xelkê wê bi xwazin sûfdê ji hebûna xwe li wir bikin û tim di bîra wan debê ku ewa ji nêza bazdaye ji herê ma xwe.. mirovê ku ji dih salve neçûbê wê taxê û îro herê wê nizanibê lê bi gerê.. Bê goma guhertin ku ketiye rengê avahiya li Zorava û Riz..

Ez bawerim guhertin ne tinê ketiye tiştê xuya lê mixabin guhertin ketiye bingha civatê û mejiyê mirova û meş û kar û xwarin û danûsitandin û jiyana wî tev ser û bin kiriye û hêdî hêdî wî dûrî kevnê wî dike û gelek cara ew ji bîr dike ku ewî ji nêza ji gundê xwe yan ji bajarê xwe bazdaye û bi deriya ketiye û pir giringe ku ew zû bi zû dev ji kevnê xwe bernedê û bihêlê ku zarokê wî bi kevnê wî ve werin girêdan.. lê mixabin civak hêdî hêdî di hilweşê ji ev dikevê tar û mar dibê..
Li gor tiştê ku ez gihamê Zorava û Riz hezar û sê sed û pêncî mitra dirêjin 1350. û çar sed û pêncî mitra pehnin 450. û şesed kîlomitra giroverin 600. lê mixabni min nikarî ez nasbikim çend mal yan çiqas kes lê hene tevlî ku hina ji min re gotin: me li gor dirêjiyê û pehniyê û giroveriyê xanî jimartine û her malek jî me şeş kes denê û bi mere derketiya sed hezar kes… lê hinê dî digotin na sed û pêncî hezar kes li Riz û Zorava hene û hinê dî ji min re gotin: enceq pêncî hezar kes hebin.. Ez dibêjim enceq ji pêncî hezarî ta çil hezarî hebin.. ma gelo ma pêncî hezar yan çil hezar kes hindikin… lê dema ku mirov xwe dide cîkî bilind û mirov li taxê dinêrê wek parçekî xuyadike çimkî celde têde kêmin û yê heyîjî pir tengin û gelek celde hene di mirov di ber hevre naçin û piraniya xaniyê wa bûne sê çar qat û xaniyê herî mezin nagihê sed mitrî…
Bi rastî min di xwest ku ez nasbikim çend mal hene lê mixabin bi min re nederket. Lê tiştê ku serê sibiha û dawiya êvara li celda sereke de di hate xuyakirin xuya bû ku hijmarek mezin ji mirova li Zorava û Riz hene çimkî ber êvara dema ku mirov diçe celda sereke xelkê li wê celdê ne kêmî yê sûka Himêdiyê ne ji ber ku mirov nikare di wê celdêre bi rêve here û serê sibiha jî çaxê ku xelkê wê diçine kar cardî rê di celdê de nîne ji pîrek û zilama…..
Ya herî nebaş xwendin li Zorava û Riz nîne yan wê di dema werê de nemînê ji ber ku ev sala xwendinê ya 2010 – min xwest ku ez nasbikim ka çiqas şagirt lê hene û min nimre anîn û ew minre rastin û ew ciyê tirsêne ji lewma ez dibêjim çend salê dî bi şûnde emê navê Zorava bikin taxa ne xwenda ji ber ku îsal 145 şagirtî yê 10-11-12 li Zorava û Riz hebûn û 383. 7-8-9 lê hebûn.. ev şagirt li gorî hijmara kesê ku li Zorava û Riz ne tiştekin. Ev lawikin lê hijmara keçika ji ya lawika bihtirbû.. mixabin piraniya wan ji niha û bi xwarde dev ji dibistanê berdidin û berê xwe didin kazînoya yan xwaringiha..
Di baweriya min de gerek em tev li ber vê xoyê bi sekinin ev nexweşîke û emê di demê pêşde zirara wê bi çavê xwe bibînin ji vê demê bihtir û paşeroja nifşê nû wê ne xuya be… mixabin min nedît kes ji xelkê Zorava yan Riz xema vê yekê di xwarin..!
Dibêjin çû heyfa bavê qun li ser. Ez bawerim wê wesa li me werê me ji nêza bazda lê me paşeroja zarokê xwe ya nifşê nû li ser kir.. ev yeka ha hustûbariya me tevaye lê tiştê baş piraniya xorta pîşe ji xwe re girtine lê hin ji wa pîşa di nav kurda de kirêt bûn..
şifêrekî ji min re got: heger ku tu bi xwazê nasbikê ka çiqas zarokê piçûk êvara dicing bajêr gerek tu piştî kat jimêr nihê êvarî werê ciyê fokisa da ku tu bi çavê xwe bi bînê çiqas zarok dadikevin Şamê..! min jê pirsî ev zarok di vê demê şevê de diçin çi..?!
Wî ji min re got: ev zarok diçin kazîno çaxê ku xelk pera tavêjin ser tiriyatoya ûwa têxin ber singê wê de û pere dikevin li erdê bela dibin ew zarok wa pere didin hev..
Gelo ez zarokê div î temenîde here kazîno û çav li pera û keçikê çaq rût û car cara jî firek wîskê vexwê wê çawe derkevê û wê çi ixlaq pêre bimînê û dirûniya wî tev tê guhertin û ew bi vî karî hempaziyê dike… bê goman ev zarok wê ji hev bikevê wê xwe winda bikê û guneh neyê wiyê…
Min jêre got: ma nexwe ji lewma zarok dev ji dibistanê berdidin ji ber ku ew çav li hevdikin ne xasim çaxê ku zarokê çarde pazde salî pera di berîka xwe de dibîne û wan pere şanî hevalê xwe dike… ji xwe yê ku di çe dibistanê wê çav li hevalê xwe bike û wê ewjî dev ji xwendinê berde û tevlî refê karkerê ku diçine kazîno kardikin bibe da ku ew jî bi pera bilîze wek hevalê xwe û her serê çend roja mobayîlekî nû ji xwe re bikre yan yê bi xwe re bighorê bi yekî nû û hin xelat jî bidê keçikê hevalê xwe û li pêşiya wan keçika tira xwe mezinbike..
wî ji min re got: raste çav li hev dikin lê gelek bav hene ew ji zarokê xwe di xwazin ku dev ji xwendinê berdin da ku wa bişînin kazîno çimkî kurê cîranê wî yan kurê hevalê wî dev ji xwendinê berdaye û li kazîno kardike û têra wan pere tîne ji lewma bav nema destê xwe li ava sar û gerim dixe û ez dikarim bêjim devjêberdana xwendinê bûye wek rewşebîriyekî li nik me gelek ji me hene çavê wan li zarokê waye ka wê kengî zarokê wa pilotik bibin û fêrî hin xwendin û nivîsandin bibin da ku wa ji dibistanê derxin û wa bişînin kar û çi kar be ne xeme..!!
bê goman pir zarok hene çav li hevalê xwe kirine û bê diliya bavê xwe kirine û dev ji xwendinê berdane.. û hin bav jî hene zora wan di malêde çûye û zaro çi law û çi keç jiyana xwe wek ku ew di xwazin dikin û li ber çavê bavê xwe..
bi dihê keçika yên ku di karxana de kardikin êvara dimînin li kar ta serê sibê nûka ew têne malê xwe yanî keçika nûhatî êvarî li karxanê dimînê ji bilî bi seda yê ku bi roj diçin karxanê kardikin ( يعملون في المعامل).. ew keçika nû digihê û êvarî şeveder dimîne… gelo ew keçika nûhatî ya ku şevder dimîne û xwediyê karxanê carek di car xelatekî yan hin perê zêde bidiyê wê ew keçika nûhatî xwe bi dest wîve bernede.. û bi seda tiştê wesa çêbûne û keçik ji keçikanî xistine.. û hin ji wa keçika ew ji xwere kirne kar…
Bi rastî mirov herê kîjan xwaringiha Şamê yan karxanê piraniya karmendê wê ji kurda ne.. Xortekî ji min re got: ez li kar digerim û di wê gera xwe de yekê Dêrî ji min re got. Rojê bi seda kurd tên û destê min maçîdikin di xwazin karbikin lê ez karnadim wan..
ew keçika ji gund yan ji bajêr çûye û ji derdorê xwe pêve nasnedikir û ne Azad bû û jêre dernediket wek ku îro li Şamê jêre derdikeve. Di bin navê karde keçik bi kat jimêra ji derveyî mal dimînê bê ku kes ji maliyê wê bêjinê tu li ku bû.. çimkî ew ji mal çûye kar û ew pera tine..Ne tenê keçik lawik jî wek keçikê ye şeveder dimîne bi roja ji malê dûr dikeve çi karî dike kes nizane ji ber ku ew li bajarek mezine windaye li gor gund û bajarê ew jê çûye Şam wek deriyakiye kes bi kesî nakeve û hin di bin navê ku ew kardike da ku maliyê xwe xwedî bike û hin jî di bin navê Azadiya xort û keçê de Azadiya ferezî…
Ji min re hate got: bihtir ji mirovekî ku gelek malbat hene ew naxwazin zarokê wa bi xwînin da ku wa bişînin kar çi keçe yan çi xorte li cem wa wek heve ne giringe lê ya girin ewe ku pere werin malê çawe tên yan ji ku tên ew ne giringe… yanî pere ji keçika malê têne xwestin wek ku ji xortê malê û bavê malê têne xwestin di gelek malbata de.. ev ji min re hatiye gotin lê min bi cave xwe ne dît
Birastî malbata ku bikaribe mala xwe bi parêze û zarokê wî /wê ji rêneçin ew serkeftinekî dike ji xwe dîtin û gotin: nabe wek hev û mirov bi serdanekî jî nikare civakê ji nêzîk ve nasbike nexasim di taxek wek taxa Zorava û Riz de.. çimkî pir ji min re dihate gotin lê min gelek tişt ji wan tiştê ku dihatine gotin bawernedikirin lê piştî ku ez pênc miha lê mam ji min re hate naskirin ku tiştê di hatin gotin hindikbûn û tiştê heyî ji gotinê bihtir bûn..
Birastî civak li şamê ji hev dikeve bi hemî renga û bi çav lê kirinek kuratî ji ber ku xelkê meyê ku ji vê herêmê koçberbûne. Di bingiha xwe de ewa ji nêza ji gundê xwe yan bajarê xwe barkirine û berê xwe dane biyaniyek ne diyar lê xuyadikê piştî ew li wir bi cîbûne xwestine tevlî civaka xweya nû li wir bibin ji lewma li ber gelekan ji wa windabûye û nizanin ka wê çawe derbasî wê civakê bibin ji lewma geleka ji nifşê nû xwe di wê deriya ferehde winda kirine û gelek hîn li ber windakirinêne.. hin hebûn li delîvek wesa digeran û di deriya winda de bi destê wan ket.. bi rastî hin tişt têne dîtin nifretê bi mirovan re çêdikin nexasim di civateke wek civaka meya kurd de…

Ez nema dibêjim bila ya dî bimînê ji demê re…..